Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye

  • jin
  • 16:58 4 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jin daketin qadan û qetilkirina Endama Lêkolînkirina Jineolojiyê protesto kirin. Jinan got ku Nagihan Akarsel li dijî pergala serdest a mêr, sedema serhildana wan e. 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Li gelek bajaran qetilkirina Akarsel hat protestokirin. Di vê çarçoveyê de li Dêrsimê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Nagihan Akarsel hatin rakirin û pankarta “Hûn nikarin pênûsê heqîqetê bêdeng bikin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz axivî û wiha got: “Em soz didin ku dê di vê rêyê de bimeşin ku rêhevala me Nagihan pêşengtî jê re dikir. Kesek nikare pênûsa heqîqetê ya ku rêhevala me Nagihan pêşengtiya wê dikir, bêdeng bike. Nagihan Akarsel, li dijî pergala serdest a mêr sedema serhildana me ye.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû. 
 
SERHILDANA JINAN HEYE
 
Bi heman boneyê TJA’yê li pêşiya Rêxistina HDP’a Agiriyê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr sûîqestên li Herêma Federal a Kurdistanê tên kirin bi bîr xist û wiha got: “Li dijî rêveberiyên otorîter û faşîst, serhildaneke jinan heye. Jin, îro li Rojhilata Navîn bi pêşengtiya jinên kurd û bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ serî li ber van rejîman radikin. Em baş pê dizanin ku hedefgirtina Nagihanê ya di demekî wiha de tiştekî rashatî nîne. Em baş dizanin ku ev komkujî; li dijî daxwaza azadiyê ya jinan û jinûveavakirina jiyanê, bersiveke aqilê mêr-dewletê ye. Yên ku fermana vê cînayetê dayîn û plan kirin divê baş bizanin ku em ê li hemberî van komkujî, faşîzm û tarîtiyê serî netewînin. Dê dîrok jî bibe şahid ku li dijî van hêzên faşîst û tarî, serkeftin dê bibe para têkoşîna jinan.” 
 
‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRASA WÊ DERKEVIN’
 
Li Tetwan a Bêdlisê jî bi pêşengtiya TJA, DBP û HDP’ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Tetwanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de endama PM’a HDP’ê Sîdar Karaçelîk diyar kir ku ev komkujî bi awayekî rasthatî nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Mîna aktîvîstên din ên li başûrê Kurdistanê hatine kuştin, Nagihan jî li pêşiya mala xwe hat qetilkirin. Mîna kujerên berê, niha jî kujer bi lez û bez ji holê winda bûn. Em soz didin ku dê xwedî li mîrasa rêhevala xwe Nagihan Akarsel derkevin ku bi sala ye ji bo ronîkirina heqîqeta jinan têdikoşiya.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
‘ALAYA TÊKOŞÎNÊ EM DEWR DIGIRIN’
 
Meclisa Jinan a HDP’a Manîsayê jî li navçeya Sarûhanli ya Mêrsînê qetilkirina Akarselîm şermezar kir. Di daxuyaniyê de gelek jin amade bûn û Hevseroka HDP’a Manîsayê Zubeyde Tarlabolan axivî. Tarlabolan, got ku hevalên wan Sevê, Sara û Nagihan Akarsel di encama sûîqestan de hatine qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Qetilkirina rêhevala me ku keda wê ya di têkoşîna azadiyê ya jinan de heye, parçeyeke şerê tunekirina gelê kurd e. Em, alaya têkoşîna azadiya jinê û rizgariya gelan ji rêhevala xwe Nagihan dewr digirin û soz didin ku dê heta dawiyê bibiryardarî bidomînin. Stêrk, rêhevalên te bin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA'yê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em kujeran nas dikin. Bi têkoşîna jinan em ê hesab bipirsin" hat vekirin û wêneyên Akarselê hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci di daxuyaniyê de axifî.
 
Akinciyê destnîşan kir ku Akarselê bi salan di çapemeniya azad de xebitiye û wiha got: "Hevala me ji ber zextên faşîst têkoşîna xwe ya azadiyê li Başûrê Kurdistanê didomand. Ev êrişa li hemberî hevala me, di heman demê de li hemberî jinên kurd, li hemberî gelê kurd û kesên ji bo azadiyê têdikoşin hatiye kirin." 
 
Akinci bilêv kir ku kesên xwe li bêdengiyê deynin jî berprisê vê qetilkirinê ne û wiha got: "Kesên ji wan we ye dê me bi rêbazin wiha bêxlaq bitepisînin, bila li dîrokê mêze bikin. Ya hatiye kirin cinayet e û armanca vê êrişê jî hedefgirtina têkoşîna me ya azadiyê ya jinên kurd e." 
 
Akinci di dawiyê de got: "Hûn ê nikaribin Sakîne, Fatma, Pakîze, Sêvê, Hevîrn û Nagihanên têkoşer bi suîqestan biqedînin." 
 
ENQERE 
 
Platforma Jinan a Enqereyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta mêr a ku duh Mahsa Amîniyê û îro jî Nagihanê qetil kir, bil baş bizanibe ku dê ronahiya têkoşîna azadiyê ya jinê bi lîstikên rarî, qetilkirina û tahdeyê neyê tefandin, ji lew re ev ronahiyeke gelekî mezin û bihişmet e. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Enqereyê jî qetilkirina Akarselê li ber avahiya HDP'ê ya Enqereyê protesto kir. Di daxuyaniyê de dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pekîze Sînemîllîoglû di daxuyaniyê de axifî. Sînemîllîoglû wiha got: "Hevala li Silêmaniyê bi xebatên jinê û jineolojiyê bû dengê jinan. Got 'Jiyaneke din pêkan e' û dengê hemû jinanan ragihand jinên cîhanê. Guleyên li Nagihanê hatine teqandin li têkoşîna azadiyê ay jinê hatine teqandin. Ev gule li dengê jinan hatiye teqandin." 
 
WAN
 
Li Wanê jî qetilkirina Akarselê hat şermezarkirin. Jinên ku bi pêşengiya TJA'yê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûn pankarta “Hêza pênusa jinan wê dawiya faşîzmê bîne” vekirin. Jinan tim dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
 
Endama Desteya Rêvebir a Kovara Jineolojiyê Neslîhan Şedalê bibîr xist ku Akarselê demeke dirêj rojnamevanî kiriye û got ku bi pênûsa xwe, çalakiya xwe dabû dû heqîqeta jinê û civakê. Şedalê wiha got: "Em baş dizanin ev şerê qirêj ê li hemberî jinên kurd û li tevahiya Kurdistanê tê kirin, ji ber tirsa ji têkoşîna me ya azadiyê ye. Di vê sedsalê de ku dê bibe sedsala jinê, em ê ji tiştên ku em ji Nagihanan hîn bûne tawiz nedin û paş de gav neavêjin." 
 
ŞIRNEX
 
TJA'yê li Şirnexê jî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TAJ'yê, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû, Hevşaredara Hezexê Songul Erden, rêvebirên HDP'ê yên bajêr û navçeyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de dowîzên li ser “Nagihan Akarsel nemir e” û “Pênûsa jinan êdî serhildanê dinivîse!!” nivîsandî hatin hilgirtin. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdagê metna daxuyaniyê xwend. Akdagê diyar kir ku Akarselê li hemberî hemû tahde û zilman her tim nivîsandiye û bi sekna xwe bûye îlham ji bo her kesî. 
 
Akdagê bilêv kir ku guleyên li Akarselê hatine teqandin li têkoşîna azadiyê ya jinê hatine teqandin û got ku ew ê hesabê Nagihan Akarselê bipirsin. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jîyan, azadî” bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

05/10/2022
13:23 Taxên Geverê di dorpêçê de ne: 4 kes hatin binçavkirin
13:17 Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin
12:49 Cenazeyê endamê HPG’ê Arslan hat veşartin
12:46 Davûtoglû dest ji giliya xwe ya derbarê Demîrtaş de berda
12:25 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin ku tedawiya wan li derve bikin
12:10 Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin
12:08 Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin
11:13 Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc
10:57 Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin
10:46 Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî
10:33 Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin
10:16 Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir
09:57 Hat îdiakirin li Amedê ciwanekî xwe kuştiye
09:28 Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir
09:06 Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne!
09:05 Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan
09:03 Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin
09:02 Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:21 Kesên di şermezarkirina Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/10/2022
23:49 Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:00 Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin
20:02 Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin
18:41 'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'
17:35 Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin
17:12 Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin
17:02 Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin
16:58 Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye
16:56 ‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’
16:23 Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan
16:22 Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken
16:22 Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê