ŞIRNEX - Cihê avahiya Şaredariya Hezexê ku di dema qedexeyên derketina derve de hatibû hilweşandin û ji aliyê qeyûm ve dewrî Wezareta Perwerdehiyê hatibû kirin, dibistan tê çêkirin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê li cihê avahiya şaredariyê ku di sala 2015’an de di dema qedexeya derketina derve de hatibû hilweşandin û di sala 2018’an de jî ji aliyê qeyûm Ersîn Tepelî ve dewrî Wezareta Perwerdehiyê hatibû kirin, niha dibistan tê çêkirin.
Her wiha di serdema şaredariya HDP’ê de tevî hemû israr û hewildanan jî erd nehatibû dayin.