COLEMÊRG - Polîsan li navçeya Geverê darên li hemberî qereqola ku teqîn lê rû da, birîn.
Di 2’yê cotmehê de li nêzî Qereqola Polîsan a 75’încî Yilê ya li Taxa Kişla ya Gever a Colemêrgê du teqînên mezin pêk hatin. Di encama teqînan de yek jê giran, herî kêm 3 polîs birîndar bûn. Polîsên ku piştî teqînê taxên Kişla û Orman dorpêçkirin di serdegirtinên malan de 4 kes binçavkirin. Polîsên ku şêniyên taxê di GBT’ê re derbas dikin vê carê jî dest bi birîna darên li hemberî qereqolê kirin.
Şêniyên taxê bertek nîşanî birîna daran dan.