Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef

  • jin
  • 09:07 7 Cotmeh 2022
  • |
ÎZMÎR - Edîtora Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû destnîşan kir ku tevgera jinên kurd ji ber ku bi awayekî pergalî mudaxileyî pêkhateya heyî dike bûye hedefa pergala serdest a zilamsalarî û wiha got: "Jin suîqasta li hemberî Nagîhan Akarsalê wekî êrişa li azadiyê dihesibînin. Lewma soz dan ku dê têkoşîna Nagîhanê bilind bikin." 
 
Pergala serdest a zilamsalarî ya faşîst, ji sînerjiya ku şoreşa jinê ew afirandiye ditirse. Ji ber vê êrişên xwe yên bi rê û rêbazên qirêj ên li hemberî vîna jina azad û berxwedêr didomîne. Gava jin li Îranê li hemberî pergala serdest a zilamsalarî ya ku Jîna Mahsa Amîniyê qetil kir bi felsefeya "jin, jiyan, azadî" daketin kuçeyan, Nagîhan Akarsel jî ku ji bo vê felsefeyê têdikoşiya, ji aliyê serdestiya zilamsalarî ya faşîst ve li orta kuçeyê hedef hat girtin. Akarsel ku di 4'ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe bi suîqastekê hat qetilkirin, ji bo pêşketina zanista şoreşa jinê jineolojiyê û avakirina Pirtûkxaneya Jinê ya Kurdistanê dixebitî. 
 
Edîtora Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglûyê êrişên li ser jinan û berxwedana jinan a li hemberî van êrişan nirxand. 
 
TÊKOŞÎNA LI CÎHANÊ BELAV BÛYE
 
Seydaoglûyê diyar kir ku têkoşîna jinên kurd, têkoşîneke dîrokî ye û got ku bi taybetî ji salên 1990'î û vir ve, ji dema valakirina gundan heya niha, hewldanên ji bo mehandina nasnameya jinê hene, lê li hemberî vê jin jî polîtîk bûne. Seydaoglûyê wiha domand: “Çi qas hewl didin pêşî li ber vê têkoşînê bigirin jî, lê jinên kurd ji taxan heta bajaran xwe birêxistin kirin. Qîma xwe bi vê jî neanîn; ew têkoşîna ku li herêmê birêxistin kirin, li seranserê cîhanê belav kirin. Helbet ev bi hêsanî nehatin kirin. Gava ev dihatin kirin, li aliyekî rolên zayendiya civakî li aliyê din jî êrişên desthilatan ên li ser nasnameya kurdî hebûn. Lê ji bo jinên kurd mijarên sereke têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê, jiyana alternatîf û avakirina modernîteya demokratîk bûn. Jinên ku di salên 90’î de polîtîk bûn, qîma xwe bi polîtîkbûyîna xwe tenê neanîn. Çûn malên siyasetmedarên mêr ên bi hev re dixebitîn, li taxên xwe çûn malan û hevdîtin bi jinan re kirin. Bi jinên ku desthilatê ew mehkûmî mirina sivîl û asîmlasiyonê kiribûn hevdîtin kirin." 
 
'JINAN SOZ DA NAGÎHANÊ'
 
Seydaoglûyê anî ziman ku îro tevgera jinên kurd derfetên jiyana li ser esasên perspektîfa jiyana hevpar a azad peyda kirine û got ku di vî warî de jineolojî li bersiva pirsên ku ev serdem, ev atmofera şer û pevçûnan xwe dispêrin çi û xelasiya ji vê yekê dê bi çi awayî be, digere. Seydaoglûyê destnîşan kir ku neolîberalîzm hewl dide xwe di ser jinê re pêş ve bibe û krîza edaletê jî hewl dide di ser jinê re pergala baviksalariyê ava dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qada ku em jê re dibêjin siyaset, bi partiyên siyasî tenê ne sînordarkirî ye. Kolan bi xwe, têkoşîna ji bo ekolojiyê, aborî, ked, perwerdehî û hemû qadên tenduristiyê qadên siyasetê ne. Ev qad hemû bi hişê mêraniyê tên birêvebirin. Ji ber ku nikarin ji vê krîzê xelas bibin, her roj hîn bêtir tahdeyê bi kar tînin û bawer dikin ku dê bi vî awayî ji heq vê krîzê derkevin. Tevgera jinên kurd baş dizane ku ev qad hemû qadên siyasetê ne û polîtîkayên tên hilberandin jî, dijminatiya jinan dikin û lewma mudaxileyî van polîtîkayan dike. Her wiha jin ji bo endama desteya rêvebir a kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê daketin kuçeyan. Jin suîqasta li hemberî Nagîhan Akarsalê wekî êrişa li tevgera jinên kurd, tevgera jinan a cîhanê, zanyarî, çand, berxwedan û îdiaya azadiyê ya jinê dihesibînin. Lewma soz dan ku dê têkoşîna Nagîhanê bilind bikin." 
 
'XETA AZADÎXWAZ DIDOME'
 
Seydaoglûyê diyar kir ku ew ne tenê dê jin çawa bijîn nîqaş bikin, ew jin dê çawa jinûve jiyanê ava bikin û modernîteya demokratîk ava bikin jî dane ber nîqaşê û bal kişand ser konferansên jinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin. 
 
Seydaoglûyê destnîşan kir ku tevgera jinên kurd hem di warê parastinê hem jî di warê rêxistinî de bûye cihê îlhamê û wiha pê de çû: “Ji lew re tişta ku me îdia kiribû li Rojavayê pêk hat. Ev jî li her derî nîşan dide ku ev aqil dikare bi destê me bê avakirin. Ev berpirsiyariyeke pir bargiran e. Tevgera jinên kurd ji ber ku mudaxileyeke pergalî dike, pergala serdest a zilamsalarî hewl dide lêbide û tune bike. Lê çend netew-dewlet hewl didin bi girtin, binçavkirin, înfaz û bi exlaqparêziyê -wekî meseleya Jîna Amîniyê- pêşî li ber vê bigirin jî, tevgera jinên kurd, xeta xwe ya azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk didomîne." 
 
PERSPEKTÎFA JINÊ
 
Seydaoglûyê diyar kir ku jin ne tenê li dijî pergala zilamsalarî, di heman demê li dijî talana ekolojîk a bi destê vê pergalê tê kirin jî têdikoşin û wiha domand: “Jin li hemberî modernîteya kapîtalîst ku cîhana wateyî ya di navbera jinan û xwezayê de rûxandiye, hewl didin jinûve wê cîhana wateyî ava bikin. Tevgera jinên kurd ku xwe li ser esasê civakîbûnê îfade dike, bi hişmendiyeke wekhevîxwaz û azadîxwaz nêzî hemû heyînên xwezayê dibe. Hem di lîteratur hem jî di pratîka tevgera jinên kurd de hebûna vê yekê girîng e. Li gel vê erdnîgariya Kurdistanê jî bi polîtîkayên 'ewlehîparêz' tê tunekirin. Hêleke taybet a vê yekê heye. Yanî ne tenê şîrket, tiliya netew-dewletên ku alîkariya wan dikin jî di vê de heye. Hesasiyeta jinên kurd û nêzîkatiya wan a ji bo xwezayê, xwe disipêre van tiştan. Lê divê ev yek bê berfirehkirin. Çawa ku erdnîgariya Kurdistanê di bin navê polîtîkayên 'ewlehiyê' de tê talankirin û ekolojî tê qirkirin, pergala serdest a zilamsalarî li deverên cuda yên cîhanê jî bi awayine cuda rûxandina ekolojiyê didomîne."
 
Seydaoglûyê anî ziman ku divê jinên ji çand, bawerî û gelên cuda yên li Rojhilata Navîn hev du fêm bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke hûn lokal bimînin, hûn ê bi xetereyan re rû bi rû bimînin. Îro li Tirkiyeyê desthilat dest datîne ser hemû destkeftiyên jinan. Lê hûn di warê wesfdanî û çendaniyê de çi qasî xurt bibin, hûn ê pergaleke ew qasî mayinde ava bikin. Bi vê bîr û baweriyê pêwîst e li Rojhilata Navîn li ser esasên xeta azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk pergala jinê ya xwerêveberiyê bê avakirin. Tevgera jinên kurd ev yek di dema krîza heyî de tespît nekiriye, ji roja ku xwe birêxistin kiriye heya niha em dibêjin ev pergaleke bipirsgirêk e û lewma divê bi dîtina jinê li pergalê bê mêzekirin. Me ji destpêkê û vir ve ev yek ji bo Îran, Afganîstan û Tûnisê jî bilêv kiriye ku ancax bi perspektîfa azadiya jinê dikarin ji vî agirî rizgar bibin." 
 
 

Sernavên din

07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’
10:00 Beriya Serdana CPT'yê careke din cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn
09:07 Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef
09:03 Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan
09:03 Îdiayên şahida ku îfade li ser Mizrakli dabû derew derketin
09:02 Gezerê ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de birîndar bû li dû kiryaran e!
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2022'YAN
06/10/2022
22:58 Kampa Şerdeştê ya Şengelê hat bombeberankirin
21:34 Sancar: Komar dê bi rêya sêyemîn bibe komareke demokratîk
20:22 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
19:44 Cendirmeyan hewl da pêşî li ber xebatên HDP'ê bigirin
18:15 Fermandarê YPG'î di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da
17:32 Rapora Binpêkirinên Mafan a 2021’an a ÎHD’ê: Welat bi polîtîkayên ewlehiyê tê birêvebirin
17:13 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Zarokên me berdin
17:07 Rapora Hewselê: Em xwedî li xwezaya xwe derbikevin
16:27 Sebahat Tuncel ji şandeya dadgehê re got: Em ji we azadtir in
15:54 Nivîskara fransî Annie Ernauxê xelata Nobelê wergirt
15:27 Baroya Amedê giliyê polîsên êrişkar kir
15:23 Rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:56 Doza rojnameger Tûnç hat taloqkirin
14:48 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
14:43 Ji bo Meşa 9’ê Cotmehê ya Amedê banga tevlibûnê
14:33 Keştiya penaberan noq bû: Herî kêm 16 jinan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Sancar: Kujerên Jînayê û yên Nagihanê xwedî heman zîhniyetê ne
14:12 RSF’yê ji bo Akarsel daxuyanî da: Dengekî femînîst ê xurt hate bêdengkirin
14:00 Polîs ji Şenyaşar ê 577 roj in nobetê digire re got: Ev der ne mala we ye
13:25 Li Taylandê li dijî kreşa zarokan êriş: 23 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin
13:20 Beyî ku agahdar bikin avahiya HDP’a Amedê mohr kirin
12:58 Dozgerî: Di Nobeta Edaletê de bêyî ku sûcek hebe mudaxale hatiye kirin!
12:54 Malbatên girtiyan: Rêya demokrasî û azadiyê di zindanan re derbas dibe
12:45 MKGP dê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî bide
12:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:07 Li Bodûrê li dijî hilweşînê di nobetê de ye, xistin
11:30 Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan nexşerêyê diyar dike
11:17 Li rojnamevan Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê hefse hate birîn
10:53 Greta Thunberg tev li çalakiyên ji bo Nagîhan Akarselê bû
10:30 Hatîp Dîcle: Divê YNK xwedî seknekî zelal be û rê li ber cînayetan bigire
10:20 Merengozê 30 salan: Ji ber zêdebûna mesrefan nikarim bixebitim
09:42 'Cihê xwîna zarokên me lê rijiyaye ne cihê mîhrîcan û şahiyan e'
09:02 AYM: Protestokirina Komkujiya 10'ê Cotmehê azadiya fikr û ramanê ye
09:02 Hevşaredar Fîdan: Li Şaredariya Silopiyayê qeyûmtiya fiîlî tê pêkanîn
09:01 Têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan sînor derbas kirine
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'YAN
05/10/2022
23:16 Piştî 30 salên li girtîgehê li bajarê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
21:30 Amedspor li hemberî Batman Petrolsporê 2-0 bi ser ket
20:48 Tirkiyeyê gundên Pêncwênê bombebaran kirin
19:04 MED-DER’ê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir
18:34 Xizmên girtiyan li Enqereyê ne: Çima tu tişt nayê kirin?
18:18 4 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:30 Polîsan darên li hemberî qereqolê birîn
17:12 Jin li dijî komployê meşiyan: Armanca komployê tunekirina destkeftiyên gelê kurd e
17:05 Nobeta Edaletê: Ji bo jiyaneke azad em bibin dengê girtiyan
16:56 Dê Botan li dijî komployê bimeşe
16:43 Jin ji bo Akarsel daketin qadan: Em ê bi ruhê Nagihanê têkoşînê mezintir bikin
16:27 PEN'a Kurd têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyanî da
16:04 Kovara Jineolojiyê: Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê ya Nagîhanê ye
15:52 Li Sêrtê panela 9’ê Cotmehê: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
15:37 Li Geverê ji bo meşa 9’ê Cotmehê bang hate kirin
15:29 Doza KCDP’ê: Malbatên jinên hatine qetilkirin weke şahid hatin guhdarîkirin
15:27 Li Parlamentoya Ewropayê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ porê xwe birî
15:08 Ozlu yê li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
15:01 Êrişa li dijî avahiyê HDP’a Kanîreşê hate şermezarkirin
14:37 AYM’ê ji bo Guven biryara binpêkirinê da
14:36 Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê wê bi girseyî were şermezarkirin
14:10 Ji parlamenterê AKP’ê Arvas re ji ber nelirêtiyê fezleke hate amadekirin
14:00 Danişîna rojnameger Eser hate taloqkirin
13:40 Pûtîn, biryara tevlikirina 4 herêman a Rûsyayê îmze kir
13:36 Danişîna doza akademîsyen Sozerî hat taloqkirin