Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin

  • jin
  • 15:09 7 Cotmeh 2022
  • |
img
MÊRDÎN /WAN - Jinên ku bi mebesta protestokirina qetilkirina Nagihan Akarsel li Wan û Nisêbînê hatine ba hev wiha gotin: “Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Nisêbîn a Mêrdînê bi mebesta protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagehan Akarsel, xwestin meşekî li dar bixin. Polîsan nehişt ku jin meşê li dar bixin û li ser vê yekê jin li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Nisêbînê hatin ba hev. 
 
Di daxuyaniyê de jinan pankarta “Jin ber bi azadiya xwe ve dimeşin” vekirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî beşdarî daxuyaniyê bû. 
 
‘KESEK NIKARE PÊŞÎ LI MEŞA AZADIYÊ BIGIRE’
 
Di daxuyaniyê de Ebrû Gunay anî ziman ku desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse û wiha domand: “Desthilatdariya ku ji azadbûna jinan ditirse, hem piştgiriyê dide kujerên jinan û hem jî komkujiyan diparêze. Bi parastina kujeran re nîşan didin ku dijminên jinan e û dixwazin jinên li gorî zîhniyeta xwe biafirînin. Lê em li Nisêbînê careke din bang dikin; em ê li gorî sînorên we diyar kirine en têkoşîn. Em ketine rêya azadiyê û jinên kurd ên berxwedêr in. Me ji bo azadiyê daye ser vê rêyê, em têkoşiyan e, em jinên îranî ne, jinên rojavayî û jinên başûrî ne. Em qêrîna hemû daxwazên azadiyê yên jinan e. Hûn dê nekarin pêşî li ber meşa me ya azadiyê bigirin. Ji ber ku em di rêya heqîqetê ya hevala xwe Nagihanê de dimeşin.” 
 
Bi domdarî Gunay destnîşan kir ku piştî qetilkirina Jîna Amînî, li Îranê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” pora xwe kirina ala û wiha bi dawî kir: “Yên ku tehemûla serhildana azadiyê ya ku Jîna û jinên îranî pêşengtiya wê dikin nakin, li Silêmaniyeyê yek ji pêşengên heqîqetê Nagihan Akarsel qetil kirin. Zîhniyeta ku Jîna qetil kirî û ya Nagihan Akarsel qetil kirî heman zîhniyet e. Yên ku Jîna û Nagihan Akarsel qetil kirin, aqilê mêr-dewletê ye ku ji têkoşîna azadiyê ya jinên kurd ditirse. Doza me ya ji bo Nagihan, Jîna Amînî û Gurbetellî Ersozan ew e ku dê têkoşîna azadiyê mezintir bikin. Em bihêrs in, serî hil didin û em ê vê serhildana xwe ji bo azadiyê veguherînin hêzeke birêxistinkirî. Dê li ser vê erdnîgariyê serkeftin bibe ya azadiyê. Dê aqilê mêr-dewlet’ê teqez winda bike.” 
 
Daxuyanî bi tililî û dirûşman bi dawî bû. 
 
WAN 
 
Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê de qetilkirina Nagîhan Akarselê li ber avahiya Rêxistina HDP’a Edremîtê hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Hêza pênusa jinan wê dawiya faşîzmê bîne” hate vekirin û dowizên ku wêne û gotinên Akarsel li ser bûn hatin hilgirtin. 
 
‘EM Ê MÎRATEYA WAN MEZIN BIKIN’
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn, bi lêv kir ku hişmendiya ku Nagîhan qetilkirine nas dikin û wiha got: “Em êrişa nemerdî ya li dijî hevalên me yên jin ku li her derê têkoşîna jinê mezin dikin, bi taybetî jî li dijî jinên têkoşer ên Li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi nefret şermezar dikin. Beriya ku hevala me Nagîhan li Silêmanî were kuştin em dizanin li Îranê jî Jîna Mahsa Amînî bi heman zîhniyetê hate kuştin. Îro li her derê cîhanê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bûye felsefeya jiyanê. Em soz didin ku mîrateya jinan ji me re hiştine bi taybetî li Kurdistanê li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê em ê mezin bikin. Em dixwazin diyar bikin ku em ê li dijî barîkatan paş ve gavê neavêjin. Em komkujiyên jinan li ku be bila bibe em şermezar dikin. Bila bimire faşîzim, bijî têkoşîna jinan.”
 
Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Şehid namirin” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin.  
 
 
 

Sernavên din

07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’
10:00 Beriya Serdana CPT'yê careke din cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn
09:07 Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef
09:03 Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan
09:03 Îdiayên şahida ku îfade li ser Mizrakli dabû derew derketin
09:02 Gezerê ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de birîndar bû li dû kiryaran e!
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2022'YAN
06/10/2022
22:58 Kampa Şerdeştê ya Şengelê hat bombeberankirin
21:34 Sancar: Komar dê bi rêya sêyemîn bibe komareke demokratîk
20:22 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
19:44 Cendirmeyan hewl da pêşî li ber xebatên HDP'ê bigirin
18:15 Fermandarê YPG'î di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da
17:32 Rapora Binpêkirinên Mafan a 2021’an a ÎHD’ê: Welat bi polîtîkayên ewlehiyê tê birêvebirin
17:13 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Zarokên me berdin
17:07 Rapora Hewselê: Em xwedî li xwezaya xwe derbikevin
16:27 Sebahat Tuncel ji şandeya dadgehê re got: Em ji we azadtir in
15:54 Nivîskara fransî Annie Ernauxê xelata Nobelê wergirt
15:27 Baroya Amedê giliyê polîsên êrişkar kir
15:23 Rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:56 Doza rojnameger Tûnç hat taloqkirin
14:48 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
14:43 Ji bo Meşa 9’ê Cotmehê ya Amedê banga tevlibûnê
14:33 Keştiya penaberan noq bû: Herî kêm 16 jinan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Sancar: Kujerên Jînayê û yên Nagihanê xwedî heman zîhniyetê ne
14:12 RSF’yê ji bo Akarsel daxuyanî da: Dengekî femînîst ê xurt hate bêdengkirin
14:00 Polîs ji Şenyaşar ê 577 roj in nobetê digire re got: Ev der ne mala we ye
13:25 Li Taylandê li dijî kreşa zarokan êriş: 23 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin
13:20 Beyî ku agahdar bikin avahiya HDP’a Amedê mohr kirin
12:58 Dozgerî: Di Nobeta Edaletê de bêyî ku sûcek hebe mudaxale hatiye kirin!
12:54 Malbatên girtiyan: Rêya demokrasî û azadiyê di zindanan re derbas dibe
12:45 MKGP dê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî bide
12:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:07 Li Bodûrê li dijî hilweşînê di nobetê de ye, xistin
11:30 Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan nexşerêyê diyar dike
11:17 Li rojnamevan Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê hefse hate birîn
10:53 Greta Thunberg tev li çalakiyên ji bo Nagîhan Akarselê bû
10:30 Hatîp Dîcle: Divê YNK xwedî seknekî zelal be û rê li ber cînayetan bigire
10:20 Merengozê 30 salan: Ji ber zêdebûna mesrefan nikarim bixebitim
09:42 'Cihê xwîna zarokên me lê rijiyaye ne cihê mîhrîcan û şahiyan e'
09:02 AYM: Protestokirina Komkujiya 10'ê Cotmehê azadiya fikr û ramanê ye
09:02 Hevşaredar Fîdan: Li Şaredariya Silopiyayê qeyûmtiya fiîlî tê pêkanîn
09:01 Têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan sînor derbas kirine
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'YAN
05/10/2022
23:16 Piştî 30 salên li girtîgehê li bajarê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
21:30 Amedspor li hemberî Batman Petrolsporê 2-0 bi ser ket
20:48 Tirkiyeyê gundên Pêncwênê bombebaran kirin
19:04 MED-DER’ê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir
18:34 Xizmên girtiyan li Enqereyê ne: Çima tu tişt nayê kirin?
18:18 4 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:30 Polîsan darên li hemberî qereqolê birîn
17:12 Jin li dijî komployê meşiyan: Armanca komployê tunekirina destkeftiyên gelê kurd e
17:05 Nobeta Edaletê: Ji bo jiyaneke azad em bibin dengê girtiyan
16:56 Dê Botan li dijî komployê bimeşe
16:43 Jin ji bo Akarsel daketin qadan: Em ê bi ruhê Nagihanê têkoşînê mezintir bikin
16:27 PEN'a Kurd têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyanî da
16:04 Kovara Jineolojiyê: Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê ya Nagîhanê ye
15:52 Li Sêrtê panela 9’ê Cotmehê: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
15:37 Li Geverê ji bo meşa 9’ê Cotmehê bang hate kirin
15:29 Doza KCDP’ê: Malbatên jinên hatine qetilkirin weke şahid hatin guhdarîkirin
15:27 Li Parlamentoya Ewropayê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ porê xwe birî
15:08 Ozlu yê li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
15:01 Êrişa li dijî avahiyê HDP’a Kanîreşê hate şermezarkirin
14:37 AYM’ê ji bo Guven biryara binpêkirinê da
14:36 Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê wê bi girseyî were şermezarkirin
14:10 Ji parlamenterê AKP’ê Arvas re ji ber nelirêtiyê fezleke hate amadekirin
14:00 Danişîna rojnameger Eser hate taloqkirin
13:40 Pûtîn, biryara tevlikirina 4 herêman a Rûsyayê îmze kir
13:36 Danişîna doza akademîsyen Sozerî hat taloqkirin