WAN- Cenazeyên 2 HPG'iyên ku di 18'ê Îlonê de li bejahiya gundê Darê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên 2 HPG'iyên ku di 18'ê Îlonê de li gundê Darê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê Gulîstan Canbay (Asû Tekoşîn) û Rojda Şîk (Evîn) ên li Saziya Tiba Edlî ya Wanê dihatin sekinandin radestî malbatan hatin kirin. Di dema wergirtina cenazeyan de rêvebirên MEBYA-DER a Şaxa Wanê jî hevrêtiya malbatan kirin.
Hat ragihandin ku dê cenazeyê Canbayê li gindê Ovans ê navçeya Tetwan a Bedlîsê û yê Şîkê jî li gundê Kocakoyê yê Amedê bê definkirin.