COLEMÊRG - HDP, TJA û DBP'ê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li Geverê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşekê li dar bixin û ji bo tevlibûna meşê bang kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê sibe li Gever a Colemêrgê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşekî li dar bixe. Têkildarî mijarê bi tevlbûna Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û endamên partiyê li navenda navçeyê belavok hatin belavkirin. Partiyiyan, belavok belav kirin û ji welatiyan xwestin ku tev li meşê bibin.
Di dema belavkirina belovakan de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.