Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin

  • rojane
  • 10:54 9 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de di navbera Bexda û Hewlêrê de Peymana Şengalê hat mohrkirin û bi vê yekê gefekê mezin li êzidiyan hat xwarin. Rêberê PKK’ê jî di hevdîtinên xwe de bal kişandibû ser xetereya li ser êzidiyan û ev hişyar dida: “Xetereya qirkirinê li ser civaka me ya êzidî heye. Divê xwedî lê were derketin.” 
 
Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê hezîrana sala 2014’an de bêyî ku rastî berxwedanekê bên, bajarê Mûsilê yê Iraqê dagir kirin. Piştî ku artêşa Iraqê Mûsil terikandî, hemû alav û teçhîzata leşkerî kete destê DAIŞ’ê û ji hêla leşkerî ve xurt bû. Demekî kin piştre jî DAIŞ’ê berê xwe da warê pîroz ê êzidiyan anku Şengalê. Piştî ku artêşa Iraqê xwe ji Mûsilê vekişandî, îcar jî hêzên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwe ji Şengalê vekişand û civaka êzidî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hişt. 
 
Di encama êrişa DAIŞ’ê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin dîl hatin girtin û li bazarên koleyan hatin firotin û koç bi dehhezaran êzdiyan ket. Piştî êrişan, 12 endamên HPG’ê berê xwe dan Şengalê. Endamên HPG’ê korîdora mirovî vekirin û êzidî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama berxwedana mezin a endamên HPG’ê û şervanên YPG û YPJ’ê de DAIŞ paşve hat xistin û di 13’ê mijdara 2015’an de Şengal hat rizgarkirin. 
 
Ji ber şer û pevçûnên giran Şengal hilweşiya bû. Civaka êzidî vegeriya warê xwe, rêveberiya xwe ava kir, xwe bi xwe birêve bir, Meclisa Demokratîk a Xweser ava kirin û hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ava kirin. Civaka êzidî ku li Şengalê jiyana xwe kêlî bi kêlî birêxistin kirin, niha jî li dijî gef, êriş û zextên hêzên cuda li ber xwe dide. 
 
Civaka êzdiyan ku heta niha 74 ferman bi serê wan hatine, herî dawî jî bi Peymana 9’ê Cotmeha 2020’yan bû hedef ku li ser zexta DYA û Tirkiyeyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de tê xwestin ku hêzên PDK û artêşa Iraqê li Şengalê were bicihkirin. Lê belê ji ber berxwedana civaka êzidiyan, ev peyman hejta nekariye bikeve meriyetê. Lê belê di vê navberê de ne êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê û ne jî êrişên artêşa Iraqê yên ji ber zextên PDK’ê qet bi dawî nebûn. 
 
Ji ber zexta PDK’ê, artêşa Iraqê di meha gulanê de li dijî Şengalê pêla êrişê ya duyemîn da destpêkirin. Lê belê di encama berxwedana êzidiyan de neçar man ku xwe paşve bikişînin. Tevî vê yekê jî gefên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê berdewam in. 
 
Bi ser Peymana Şengalê ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatibû mohrkirin, 2 sal derbas bûn. Tirkiyeyê ku nekarî bi peymana heyî re planên xwe pêk bîne, ji 9’ê cotmeha 2020’an heta niha 21 caran êrişî Şengalê kir û di encama van êrişan de 16 kes qetil kirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku girîngiyeke mezin bi Şengalê dide, ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ocalan, di hevdîtinên bi malbat, parêzer û Şandeya Îmraliyê de her tim hişyarî dida û digot ku hewceye êzidî bên parastin. 
 
TALÛKEYA QIRKIRINÊ LI SER ÊZDIYAN HEYE
 
Di 22’yê tebaxa sala 2007’an de li bajarê Kahtaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êzidiyan sê êrişên bombeyî hatibûn kirin û 700 êzidî hatibûn qetilkirin. Rêberê PKK’ê di hevdîtina 22’yê tebaxa 2007’an a bi parêzerên xwe re de bal kişandibû ser vê qirkirinê û civaka êzidî li hemberî van êrişan hişyar kiribû. Ocalan, wiha digot: “Di vê mijarê de min berê hişyarî kiribûn. Min gotibû ku divê xwedî li êzdiyan bê derketin. Ma ez êdî çi bikim? Min gelek caran hişyar kiribû ku gefa qirkirinê li ser êzdiyan heye û di mijarên din de hişyarî dabûn.” 
 
QIRKIRINA ERMENAN BI BÎR XIST
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 5’ê îlona 2007’an de jî ev hişyar dida: “Min berê jî ji bo xetereya qirkirina êzidiyan hişyarî dabûn. Min berê jî gotibû ku bila beşeke ji gelê me yê êzidî li herêmên biewle bê veguhestin anku derbasî Biradostê bikin. Dikariya gelê me yê bêparastin ê li wê herêmê veguhêzin herêmên biewle û têxin bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY). Beriya sala 1915’an gelek piştevanên ermenan hebûn. Lê hêzên navneteweyî li hev kirin, pişgiriya xwe kişandin û ermenên bi tena serê xwe mayîn nekarîn di sala 1915’an de xwe ji qirkirinê xelas bikin. Tişta ku li rûm û ermenan kirine dixwazin niha bi serê kurdan bînin.” 
 
NÛNERÊN PÊŞANE YÊN KURDAN
 
Abdullah Ocalan ku dibêje êzidî nûnerên pêşane yên gelê kurd in, di hevdîtina 24’ê hezîrana 2013’an a bi Şandeya Îmraliyê re de wiha dibêje: “Gelê me yê êzidî, di esasê xwe de bingeha Tevgera Azadiyê ne jî. Beriya ku bikevin nava kevneperestiya nîjadî û olî, divê bi xweserbûna xwe bijîn û xwe bêhtir tev li têkoşîna azadiyê bikin.”
 
DESTANA DEWRÊŞ Û ADÛLÊ
 
Di hevdîtina 15’ê tebaxa 2014’an a bi Şandeya Îmraliyê re de Abdullah Ocalan têkildarî êrişên DAIŞ’ê ev tişt anîn ziman: “Ez niha tiştên ku jinên êzidî dijîn dibînim û gelek xemgîn dibim. Destana Derwêş û Adûleyê niha dîsa pêk tê. Tiştên diqewimin mîna hev in. Hêjayî lêkolînkirinê ne.” 
 
DIVÊ XWEDÎ LI ÊZDIYAN BÊ DERKETIN
 
Abdullah Ocalan dibêje ku divê xwedî li êzdiyan bê derketin û wiha didomîne: “Gelê êzidî bi qirkirinê re rû bi rû ye. Em vê komkujiyê ne ji bîr dikin û ne jî qebûl dikin, li cihê xwe rûnin û rondikan bibarînin. Ev komkujî di dîroka mirovahiyê de tu carî nayên jibîrkirin. Heke hatin jibîrkirin, tê wê wateyê ku wijdana te jî nema ye.” 
 
EVÎNA DERWÊŞÊ EVDΠ
 
Di heman hevdîtinê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan evîna Derwêşê Evdî weke mînak nîşan dide û vê nirxandinê dike: “Tiştên wê demê dihatin vegotin û tiştên îro diqewimin hema hema mîna hev in. Heman tifaqa Osmaniyan wê demê çê kiribû îro AKP ava dike. Destaneke ku bi kuştina Derwêşê Evdî derdikeve holê. Lê tê xistin, tê eciqandin û dimire lê destaneke nûwaza derdikeve holê. Gelê êzidî her tim li dijî faşîzma suniyan têkoşiyan û xwe gihandin îro. Heta ku jiyaneke azad neyê avakirin dê ev evîn jî pêk neyê. Dema min ji kurdan re digot evîn nepêkan e, min qala vê dikir.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

10/10/2022
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN