NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên bajarên Amed, Wan, Riha, Dêrsim, Semsûr û Sêrtê kongreyên xwe li dar xistin û serok û rêveberiyên nû hatin bijartin.
Di hilbijartina Civata Desteya Giştî ya 28’emîn a Baroya Wanê de sê namzet bo serokatiyê ketin pêşbaziyê. Parêzer Sînan Ozaraz di hilbijartinê de herî zêde deng wergirt û bi 427 dengan bû serokê baroyê yê nû. Rêveberiya nû ya Baroyê jî wiha ye: Nazli Polat, Zeynep Kutluk, Sîpan Gokhan, Rohat Kurt, Bayram Baykan, Cîhan Yaman, Dîlan Ayan Kunt, Denîz Yildiz, Cîhat Sargut û Erdal Temîzaltin.
RIHA
Baroya Rihayê jî Civata Desteya Giştî ya 36’emîn li dar xist. Ji bo serokatiya baroyê 6 namzet ketin pêşbaziyê. Di hilbijartinê de herî kêm Abdullah Oncel 335 deng wergirt û bû serokê baroyê. Oncel serdema beriya vê serdemê jî serokê baroyê bû.
SEMSÛR
Di hilbijartina Civata Desteya Giştî ya 34’emîn a Baroya Semsûrê de jî serokê heyî Bîlal Dogan carek din bi ser ket û bû serokê baroyê.