COLEMÊRG - 20 kesên ku dema şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin yên rojnamevan Mazlûm Engîndenîz û Rabîa Onver jî di nav de hatin berdan.
Bi mebesta protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Gever a Colemêrgê duh meşa “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat lidarxistin. Polîsan êrişî meşê kirin. Di êrişê de welatî, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rojnameger hatin derbkirin. Di encama êrişê de nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Mazlum Engîndenîz, nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver û Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî jî di nav de herî kêm 20 kes hatibûn binçavkirin.
Her 20 kes piştî li miduriyeta polîsan îfadeyên wan hatin wergirtin û ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê hatin berdan.