Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye

  • rojane
  • 09:54 10 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar diyar kir ku komara îslamî ya Îranê êdî nikare li ber "jin, jiyan, azadî" xwe bigire, ji ber wê şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan mehkûmî serkeftinê ye û wiha got: "Vemirandina mûmika temenê komara îslamî ya li Îranê, li Kurdistanê hat vêxistin û agirê wê li her derê germ û gur dibe."
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî di 13’ê îlonê de li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike ji hêla "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û di 16’ê Îlonê de jî ji ber îşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê li gelek bajaran çalakiyên protestokirinê dest pê kiribûn. Li rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê li gel êrişên tund ên hêzên rejîmê jî protestoyên gelan ên bi pêşengiya jinan berdewam dikin. Çalakiyên ku bi pêşengiya jinan ku bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” pêk tên, gelek derdor piştgiriya wan dikin. 
 
Rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar ku çalakiyan ji nêz ve dişopîne der barê rewşa dawîn de pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.  
 
Serhildanên ku piştî kuştinê Jîna Mahsa Emîniyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin di roja 27’an de berdewam dikin. Ev serhildan çawa dest pê kirin, niha di kîjan astê de ne, li kîjan bajaran liv û tevger hene? 
 
Salên berê jî hinekî dijberiya li hember polîtîkaya aborî, civakî û siyasî ya dewleta Îranê hebû, lê ew “xwepêşandan û dijberî” wekî yên vê carê, seranserê welêt negirtibûn bin bandora xwe. Îran welatekî pirneteweyî û etnîkî ye: Fars, azerî, kurd, ereb, mazenî, belûç, tat... Bi tevahî bi qasî 84 milyon kes in. Ji sala 1978'an û şûn de ji hêla Wilayetê Feqîh anku dewleta îslamî a şîî ve tê îdarekirin. Naveroka kar û xebatên wê hikûmetê serdema Sefewîyan bi bîra me tîne ku ji bo parastina sînorên dewleta xwe, mezhebê şiîtiyê kirin mezhebê fermî yê hemû welêt. Lê hingî jî piraniya xelkê sunnî bûn. Wilayeta Feqîh a di bin pêşengiya Xumêynî de li dijî hemû ol û mezhebên din ên wekî bihayî, yaresanî, sunnî, êzidî û heta xirîstiyanên xwedî kilîsa jî bû û hê jî wê siyasetê dide meşandin. Li Îranê, kurd li pey fars û azerîyan hejmara herî zêde anku bi qasî 17 (13 heya 14 milyon) kes in. Wilayetên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam, pareke wilayetên: Luristan, Hemedan û Zencanê kurd in. Her wiha bi qasî 2.5 heya 3 milyon Kurd li bakurê wilayeta Xorasanê, Qezwîn, Tehran û hinek deverên din yên Îranê dijîn.  
 
Xala balkêş û pir ecêb der barê kurdan de ew e ku berevajî komên din yên etnîkî kurd ji serdema Sefewîyan heya roja îro miletekî serzindî, çalak û têkoşer e, ji bo standina mafên xwe yên neteweyî bûne. Serê xwe ji hakimên sefewî, qacarî, pehlewî û rejîma îslamî re netewandine. Ji ber wê jî di çavê komên din yên neteweyî de, di nava sinorên siyasî ên Îranê de gelê kurd gelekî netirs, qehreman û şervaniya wan pêgotiye. 
 
 
 Ev cara yekê ye ku komara îslamî di dirêjahiya temenê xwe yê 43 salî de bi bûyereke wiha re rû bi rû dimîne. Dengvedaneke wiha mezin hemû hêz û berpirsên dewletê gêj û mêj kirine.
 
Destdirêjiyên cinsî ji hêla rayedar û berpirsên ku kincên sîstemê di ber dane û xwe wekî parazvanên asayîşa civak û malbatê dibînin, nikarin bên veşartin. Rastî û derewên wan li ber çavê gel winda nabin. Em hêşta jî nizanin di wan çend saetan de ku Jîna ji birayê wê cuda kirin û di bin çavdêriya polîsên exlaqê de bûye, çi anîne serê wê. Çawa kuştine û gelo destdirêjî kirine yan na? An jî bi lêxistin û derbeyên giran ên li ser ser û laşê wê bûne sedema mirina wê? Hêzên îstixbarata Îranê her tişt bi awayekî veşartî dane meşandin û gumanên zêde li ser awayê mirina Jînayê di civakê de çêkirin. Bersiva van pirs û gelek pirsên din nehatine dayîn û nayên zanîn. Ev bû sedema nerazîbûnên malbatê û ji Tehranê heya Seqizê wan kire qêrîn û hawar. Dema zextên malbatê zêde bûn û Jîna Emînî bi awayekî nediyar ket xewa mirinê, êdî berpirsên îstixbaratê ketin lepelepê. Piştre bi darê zorê xwestin termê wê di tarîtiya şevê de li goristana bajarê lê jidayîk bûye veşêrin. Lê di serî da endamên malbatê û piştre jî gelê ku dîsa bi kiryarên wan yên kirêt û hovane hesiyabûn, îzna veşartina termê Jînayê nedan. Wan careke din bi awayên nemirovane kîna xwe ya li dijî kurdan dabûn diyarkirin. Gava cenaze biroj hat veşartin û li ser mezarê wê gelek kes kom bûn û dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî” û “Mirin ji dîktator re” berz kirin, ev dirûşme pêşî li Tehranê belav bûn û hêdî hêdî li ser destê qêrîn û hawarên kurdan li bajarê Seqizê, li hemû bajar û qesebeyên 28 wilayetên Îranê belav bûn. 
 
Vê dijberiya bi kiryarên rejîmê re rêberê Îranê Ayetulah Xaminêyî û rayedarên pilebilind ên rejîmê xistin nava bêdengî û tirseke mezin. Tirsa ku hêşta jî ji dilê wan derneketiye, hemû Îran xist bin bandora xwe.  
 
Çalakî wiha destpêkirin û ji bajarên wekî Sine, Urmiye, Serdeşt, Mehabad, Bûkan, Dîwandere û Seqizê gihîştin hemû bajarên Îranê. Piştre jî belavî 150 bajarên cihanê bûn. Ev cara yekê ye ku komara îslamî di dirêjahiya temenê xwe yê 43 salî de bi bûyereke wiha re rû bi rû dimîne. Dengvedaneke wiha mezin hemû hêz û berpirsên dewletê gêj û mêj kirine.
 
Beriya niha jî li Rojhilatê rewşên bi vî rengî derketibûn holê, lê piştre hatibûn tepisandin. Taybetmendiya serhildanên niha çi ye, çendî rejîm tundiyek dijwar dike jî didomin?
 
Belê li Rojhilatê Kurdistanê ji sala 1978'an heya roja îro pirî caran kurd pêşengên serhildanên li dijî sîstema îslamî bûne. Kurd ji ber ku ji serhildanên li Kurdistanê zû bi cewher û naveroka wê hikûmetê hesiyan û referandûma hatina sîstema komara îslamî boykot kirin. Ev yek bû sedema bedêlên giran û sala 1989'an Dr. Qasimlo wekî mîmarê wê boykotê li Ewropayê hat terorkirin. Beriya wê Fûad Sultanî li Merîwan hatibû terorkirin û piş tre Dr. Sadiq Şerefkendî jî di sala 1991'ê de tevî çend hevalên xwe li Berlînê hat terorkirin. Pêwîst e vê rastiyê jî bi bîra we bînim ku ji serdema Sefewîyan bigire heya roja îro rêberekî doza Kurdistanê bi emirê Xwedê nemiriye, belkî hemû bi rêbazên xapandinkarîyê ji hêla dewletên dema xwe, di dema muzekere û hevdîtinên siyasî de hatine kuştin û windakirin. Gelek taybetmendî hene ku vê carê tên dîtin û ketin jiyanê ku salên berê li Îranê tunebûn, lê li rojhilatê Kurdistanê hebûn. Ez taybetmendîyên vê carê dikarim wiha rêz bikim: 
 
Li dijî kar û kiryarên hejmonîxwazî ên komara meleyan kurd tim di rêza pêşîn de bûne. Nav û nasnameya vê şoreş ê "serhildana jinê” ye. Bi awayekî pir insanî û daxwazên demokratîk berê bi sê peyvên sade dijberî li bajarê Seqizê dest pêkirin: "Jin, Jiyan, Azadî”. 
 
Ji hêlekê ve dirûşmeyên di meş û mîtîngan de tên bihîstin, ji hêla din jî xwenîşandanên têne organîzekirin rengekî giştî yê wekhev li hemû Îran û cihanê girtine ber xwe. Dirûşmeyên wekî: "Ji Stenbol heya Tehranê, canê min fedayê Îran”, "Kurdistan, Kurdistan çav û roniya Îran”, "Ev peyama dawiyê ye, hemû armanc sîsteme”, “Mirin ji Xaminêyiyê Zehak re,” "Ji Kurdistanê heya Tebrêzê feqîrî, fesad û ferq-cudatî," "Mirin ji dîktator re” û hwd. li her derî ketin ser zimanê wan keç û xortan ku temenê wan di navbera 16 heya 30 salan de ye. Yanî du sê nifşên nû ku piştî desthilata Wilayeta Feqîh hatine dinê, daxwazên wan jî nû û kêmbihîstî ne.   
 
 
 "Jin, Jiyan, Azadî” mafên mirovan ên civakî, wekhevî û cinsî beyan dike. Îtiraz û nerazîbûnên vê carê ne tenê li Îranê, belkî li hemû cihanê bêmînak in. Her wiha îtiraz berdewam in û êdî gel li ser pişta banên malan jî be dengê gel nayê fetisandin. 
 
Gel pirî caran bi xwîneke pir zêde û malwêraniyên giran rastî tepeseriyê hatine, lê vê carê di bin pêşengiya jinê de wisa xuyay e ku êdî “hêvîyên şikestî” bûne hêvîyên mezin ku pêwîste guherandinên girîng bi xwe re bîne. 
 
Êdî ne tenê jin serê xwe natewînin, belkî ev rastî dan selmandin ku di gelek waran de him tabû şikandin, him jî di warê sewiya têgehiştin, xwendin û pisporiyê û gelek mijarên zanistî de ji mêran pêştir û pêşengtir in. Di îtrazên salên berê de tenê xwendevanên zanîngehan diyar bûn, lê vê carê zarokên dibistanên xwendinê jî li dijî rejîmê hestane. Êdî ji ber alogorên tekinîkî li cihanê mesafe di navbera du nifşan de, ji 15 salan gihaye 5 salan. Nifşên nû li Îranê xwedî daxwazên xwe yên modern in û bêtirs li hemberî berpirsên dewletê disekinin û bi ser serê wan de dikin qêrîn û feryad. 
 
Sê pirsên esasî û aktûel ku nûciwan û ciwanên keç û xort ji raydarên Îranê dipirsin ev in: "Yek, gelo me ew maf nîn e ku heta daxwazên xwe bi rêya stranekê jî beyan bikin? Dudu, aya ji bo beyankirina hesretên nava dilê xwe em nifş ên nû gere ker, kor û lal bin?! Anku hunermend û rewşenbîrên roja me ya îro wekî nifşên beriya xwe bêdeng û reng bin?! Sê, gelo Îran ji welatên din yên cihanê cuda ye ku nikare di civakê de rê li ber guherandinên bingehîn veke û daxwazên ciwanan bipejirîne?” 
 
Di îtrazên vê carê de ku piştî 18 rojan hê jî berdewam in navê mijaran naveroka şoreş û daxwazên gel jî eşkere dike. Mijarên; "Jin, Jiyan, Azadî” mafên mirovan ên civakî, wekhevî û cinsî beyan dike.  Îtiraz û nerazîbûnên vê carê ne tenê li Îranê belkî li hemû cihanê bêmînak in. Her wiha îtiraz berdewam in û êdî gel li ser pişta banên malan jî be, dengê gel nayê fetisandin. 
 
Dengê jinê li Kurdistanê belavî hemû Îranê û ji wir jî gihaşt hemû deverên cihanê. Yanî hevahengiyek di navbera jinên kurd û Îranê de bû sedem ku gelek rêxistinên jinên cihanê jî reaksyonê li hemberî dewleta Îranê bidin xuyakirin. Ji hunermend û nivîskarên navdar bigire heya endamên parlementoya Ewropayê û rêberên siyasî bi dengekî bilind hevdengiya xwe a bi jinên Îranî re dane xuyakirin. Li rex van mînakên jor, mirov dikare îşaret bi gelek xalên din jî bike, lê xala esasî, dîrokî û girîng ewe ku “vemirandina mûmika temenê komara îslamî a li Îranê” li Kurdistanê hat vêxistin û agirê wê li her derê germ û gur dibe.
 
Rejîma Îranê serhildanan wekî nerazîbûna li dijî xwe nahesibîne. Berovajî vê yekê, wekî lîstikeke Amerîkayê û hêzên derve dihesibîne. Rejîm serî li senaryoyên cuda dide û tê gotin ku hêzên rejîma Îranê kincên gerîla û pêşmergeyan li xwe dikin û bi vê rêbazê mirovan binçav dikin. Ji bo tepisandina berxwedanê rejîm serî li lîstikên bi çi rengî dide?
 
Pirseke pir girîng a rojeva kurdan, li hemû Kurdistana mezin ev pirsa we ye. Dema mirov bixwaze bersiva vê pirsê bide nizane gotinên rayedarên Îranî çawa şirove bike: bikene an bigirî!! Rejîma Îranê dema ku nerazîbûnan li dijî xwe nehesibîne, lê ev li dijî kê ne? Ma bi bihîstina dirûşmeyên heyî jî yê hisabekê ji xelkê re nekin û dengê daxwazên gel yên meşrû nebihîsin? Ev mentalîteya wan ya dûrî aqil û hişê mirovan dîsa vê rastiyê bi bîra me tîne: sîstemên dîktator heya dawiyê li ber xwe didin, xwe ker û kor dikin û naxwazin dengê tu çînên gel di civakê de bibihîsin. Sedem jî ew e ku çimkî tiştek tune ye ku berpirs û rêberên dewletê ji dest bidin. Bi navê dînê îslamê û sedan mizgîniyên derew raya giştî xapandin û hatin ser kursiya îqtidarê. Îcar meleyên ku wiha rihet hatine ser kar, dê wiha zû û rihet jî berçêla gel berneden. Êdî ticaret bi mal û dewlemendiyên gel bes nebûn, niha êdî rijandina xwîna wan jî dîsa ji xwe re helal dizanin!! Di vê rewşê de beriya her kesî, partî û rêxistinên siyasî gere “partiyên xwedî hêza gel û mezin” ji daxwazên gel re bibin bersiv. Bi dehan sal e ku gelê kurd hêza wekî bombeya atomê li pişta wan partiyan bûye. Hingî partî û hizbên “Kurdistana mezin” jî bi hêza gel re xwedî meşrûyeta xwe a dîrokî ne. Stratejiya partiyan bi daxwazên gel yên demê re ava dibin û dikevin jiyanê. Ger ew jî dengê hêza gel nebihîsin yê pêşerojê bikevin ser rêya dewletên dîktator û dagîrker. Dewleta Îranê xwedî “xwendineke kûr û piralî” li ser bizava siyasî-rizgarîxwaziya kurdan li Îranê û parên din yên welatê me ye. Ew bi rêya hinek aliyên kurd yên xwefiroş baş agahdar in ku li rojhilatê Kurdistanê partiyên wekî PDK-Îran, Komele, PJAK, PAK, rixistina Xebat û rêxistinên din yên serxwebûnxwaz çi qas bi hêza gel ve girêdayî ne. Di hemû salên temenê tije tevkujî, îdam û kuştinê yê komara îslamî de rêxistinên kurdan bi rêya şervanên xwe (pêşmerge û gerîla) şerekî bêrawestan li dijî wan kirine. Şehîdên wan partiyan hejmara herî zêde li hemû Îranê ye. Endamên girtî yên wan partiyan ji hemû girtiyên siyasî yên li Îranê zêdetir in. Yanî kurd bi hêza xwe a sivîl û siyasî, li rex hêza şerkerî li ber xwe daye. Îcar di vê rewşa tevlîhev de îstixbarata Îranê yê hemû hewlên xwe bide ku bikarîbe navê pîroz "pêşmerge û gerîla” li ber çavê kurdan û gelên din yên Îranê reş bike. Ew ê wekî salên berê dîsa xwe biavêjin ber pêyê endamên malbatên mezin û xwedî rêzdarî di nava kurdan de, lê pêwîst e kesayetiyên wan malbatan nekevin dafika wê siyaseta qirêj. 
 
 
Pêwîst e ragihandina kurdî bi awayê herî baş bibe dengê sereke yê gel û rola xwe ya giran û girîng bilîze, eniyeke yekgirtî ji hemû partiyên rojhilatê Kurdistan pêk were û dema wê jî hatiye ku partiyên siyasî li hemû Kurdistanê pêdaçûnekê bi stratejî û taktîkên xwe bikin.
 
Ji hêla din jî, li rex wê siyasetê dîsa dê ji faktora “mezheb û kurdbûnê” sûdê bistîne û îraniyên bawermend bi mezhebê şiîtiyê wekî salên 1978-79 û 1980'an li dijî hêzên kurdan di hundir û derveyî sinorên xwe de bi kar bîne. Yê wekî hêzên taybetî-kontrayên dijgerîla ên dewleta Tirkiyeyê hemû rêbazên hovane bi kar bînin. Hêzên siyasî ên li derveyî Kurdistanê bi kar û xebata xwe “girêdana gel” bi xwe ve dîtine û îspatkirin e. Bi vê rastiyê ve girêdayî, xayîn û caş-belaşên kurd jî li gel dewletê hene ku di rojên wiha tengav de ji rejîmê re bûne ava aşê wan yê hêrandina hestiyên doza Kurdistanê. Di vê der barê de gelek hewlên wan hene, lê êdî kurd şiyar bûne û nayêe lîstikên wan yên xapandinê. Pêwîst e di van şertên hesas û rojên dîrokî de, ragihandina kurdî bi awayê herî baş bibe dengê sereke yê gel û rola xwe ya giran û girîng bilîze. Pêwîst eniyeke yekgirtî ji hemû partiyên rojhilatê Kurdistan pêk were. Dema wê jî hatiye ku partiyên siyasî li hemû Kurdistanê pêdaçûnekê bi stratejî û taktîkên xwe bikin.
 
Çendî ku rejîm serî li astengî, zext û lîstikan dide jî, lê xuya ye ev li û tevgerên wê pere nakin û serhildan didomin. Tişta ku vê yekê dide kirin û lîstikên rejîmê bêbandor dike çi ye? 
 
Kuştina keçeke ciwan û 22 salî a kurd li xerîbiyê berî her kesî jin û keçên kurd û pê re jî hestên ciwanên îranî birîndar kirin. Ji ber ku êdî gelên nava sinorên Îranê ji gotinên wan yên bê kiryar û praktîk westiyane. Ji hêla din jî êdî komara îslamî wekî rêberê xwe yê 83 salî pîr û bêkêr bûye. Bi pêşkeftina teknolojiyê û berfirehbûna amûrên ragehandinê re “nasnameya demokrasiyê” jî hatiye gûherandin. Daxwaz bi awayê rojane zêde dibin, lê ew îmkan tune ne ku nifşên rojê bi dest bixên. Yasayên îslamî jî pir kevin bûne; ew û xwezî-daxwazên sedsala 21ê hev nagirin. Êdî ew nikarin bi siyaseta zext û zorê heta li hemberî zarok û neviyên xwe jî bibine asteng. Ji hêla din jî daxwazên komên etnîkî ji bo serxwebûn û azadiyê gihane asteke din. Bandora berxwedana li Kobanî, Efrîn, Amed û Mûsilê hêza jinê baştir da xuyanîkirin. Şoreşeke modern û hemû alî, li cihanê çêbûye ku meleyên Îranê naxwazin bibînin. Daxwazên serxwebûnxwezî li hemû Kurdistanê xwedî rengekî diyartirin. Bi dehan sal in kurd li çar aliyên welêt dengê xwe li dijî dîktatorên Tehran, Enqerê, Şamê û Bexdayê bilind dikin û ji bo standina mafên xwe yên rewa bedêlên giran dane. Heta roja îro jî em li rojhilatê Kurdistanê vê rastiyê dibînîn; dema ku wekî mînak vê rastiyê bi bîra we bînim ku hejmara jinên xwende ji hejmara mêran zêdetir e. Bertek ji 1978'an û sinordarkirina kar û kiryarên jiyane wiha hat nîşandan. Her carê tiştek li Îranê diqewime. Kampên şoreşgerên kurd di kûrahiya axa başûrê Kurdistanê de tên bombaran kirin. Kesayetî û rêberên kurd bi rêyên cur bi cur tên terorkirin. Terora fîzîkî û şikandina şexsiyeta wan bi rêya medyayê berdewam e. Vê carê berevajî salên berê rejîm zêdetir di navbera “nal û bizmarê” de maye û neçar an yê reforman bipejirîne an jî yê bigihê dawiya temenê xwe ku ev îhtimal ji hemû îhtimalên din zêdetir nêzî rastiyê ye. Îran jî cihanê cuda nîn e û nedîtina mîtîng û nebihîstina dengê sed hezaran kesî li 150 bajarên cihanê cudatiyên şoreşa vê carê eşkere dikin. Tawanbarkirina ragihandina cihanê û bi çavê dijmin propagande li dijî hinek welatên wekî Amerîka û Îsraîl êdî alîgir nîn e. Zimanê wan zimanê kuştinê ye. Xwîn û mirin bûne heval û gola fetisandinê ji hêla wan kesên ku bi dehan sal in dengê daxwazên gel nabihîsin. Vê carê berevajî car û salên berê şoreşa jinê û nifşê nûxwaz li hemberî hêzeke mezin a hejmonîxwaziyê hatine hemberî hev. Ji sala 1978'an heya roja îro bersiva pirsên meşrû ên gel tenê kuştin û nebihîstina dengê gel bûye. Êdî xelk ji van lîstikên bêwate mandî bûye.  
 
 
 Vê carê berevajî salên berê rejîm zêdetir di navbera “nal û bizmarê” de maye û neçar an yê reforman bipejirîne an jî yê bigihê dawiya temenê xwe ku ev îhtimal ji hemû îhtimalên din zêdetir nêzî rastiyê ye.
 
Li rex şoreş û dijberiyên bi naveroka sîstemê re vê carê grevên çîna karkeran di kompanî û fabrîkên hilbirînê de jî hatin ser. Zanîngeh ji hêlekê û ji hêla din jî daxistina xanên ekonomî bûne sedema têkçûna rejîma 50 salî a malbata Pehlewî. Li gelek bajarên mezin xwendevanên zanîngehan xwendin boykot kirin.  Ez bi nêrîneke xweşbînane (optemîst) di wê baweriyê de me ku ger ev şoreş bi ser nekeve jî, lê stûnên komara meleyan hejandin û sist kirin. Dema ku daxwazên gel neyên cî bi cîkirin, dîsa Jîna Emînî, Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhûlî, Zeyneb Celaliyan û gelek kesên din yê peyda bibin û bibin rêberên serkêş ji koma miletên nava sinorên Îranê re.
 
Cara yekemîn e ku jinên rojhilatê Kurdistanê pêşengiya berxwedanekê dikin. Bi vê pêşengiyê re dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” li seranserê cîhanê belav bû. Bandora paradîgmaya ekolojîk û azadiya jinê ya Rêberê PPK’ê Abdullah Ocalan a di vê yekê de bi çi rengî ye? 
 
Serok Ocalan fîlosof û rêberekî serdema me ye. Wî li gor daxwazên demê pênûsa xwe xistiye gerê. Di berhemên xwe de bi nêrînên kûr û dûr li ser dîroka dêrîn a Rohilata Navîn, kevneşopiyên kulturî û welatê xwe Kurdistanê sekiniye. Zimanê wî xweş û di analîza mijar û îdeyên xwe de kesekî bi sebir û tolerans e. Divê em nehêlin îde û ramanên serokekî wiha zana di ber çareseriya pirsgirêkên heyî li Rojhilata Navîn û welatên cihanê ji hêla kesî ve bên dizîn.  
Di parastina xweza û nirxên demokarasiyê de Ocalan xwedî nêrînên gerdûnî ye. Herêmên parastina Medya di warê paqijiyê de mînaka ber çavan e. Rewşa li Rojavayê Kurdistanê û şerê Kurdan li hemberî berbelavbûna desthilat û îdeyên DAÎŞ'ê û hevalbendên wan li herêmê hemû serûkaniya xwe ji bîr-ramanên serok Ocalan digirin. Kurdan ji bo serkeftina şoreşa jinê di bin pêşengiya PKK'ê de kedeke mezin û pê re jî şoreşa zîhniyetê pêk anîne. Di civakeke feodal û mêrsalarî de pêngavên wiha di 40-50 salên bihûrî de kêm nîn e. Hunera siyasetê li wir rûçikê xwe yê rastîn daye der. Bandora paradîgmaya ekolojîk û azadiya jinan a Rêber Apo li ber çavan e. Yanî ji berxwedana Kobanî û Efrînê bigire heya berxwedana qehremanên di girtîha Amedê de şopa nêrîn û kiryarên wî ji bîra dîrokê naçin. Keç û jinên fedakar bi bîr-ramanên wî re cewherê kesayetiya xwe jinûve peyda kirin. Karekî bihagiran e ku hêdî hêdî ber digire û berê ji hêla jinan û piştre jî ji hêla hemû kesên demokrat ve dest bi meşa xwe kir û pêşengê wê jî rêzdar Ocalan û xwendevanên xwendingeha wî ne. Kesên ku dixwazin dîroka dirûşimeya “ Jin, Jiyan, Azadî” bizanîbin bila li belgefilma jêr temaşe bikin: 
 
Ramanên serok Ocalan berevajî gelek civaknas û rêberên berê di dema ku ew bixwe heye kirasê piraktîkê kirin ber xwe. Ev serbilindî û şanziyeke mezin him ji kurdan re ye û him jî mirov pir şad û bextewer e ku li erdê dêrîn yê Mezopotamiyayê rêberek heye ku ji bajarê pêxemberan di demeke kurt de peyamên xweş û serdemyane di nava çend civakan de belav kirine. Hevîrê ku aveke zêde ji xwîna keç û xortên kurd ên qehreman dixwest û rê û rêbazên Ocalan di demeke kurt de ew rastî bi gelek kesên serhişk re dane pejirandin. Rêberên ku îro li herêmê xwedî îqtidar in, dikarin ji îdeyên rêzdar Ocalan sûdê bistînin û nehêlin gel di warê aborî-siyasî de rastî nexweştirîn rewşa jiyanê werin. Adresa Ocalan diyar û ew li girtîgeha Îmralî ye. 
 
Herî dawiyê em li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dibînin ka li ser mezarê Jîna Emînî çawa: "Jin, Jiyan, Azadî” dikeve hereketê û wekî bayê tofaneke nerim her derê digire bin bandora xwe. Ji rêberên kilasîk ên Rojhilata Navîn re ev rastî sabit bû ku êdî tu kes li gel wan nîn e. Encamên baş li pey van serhildanên niha li Kurdistan û Îranê hene. Partiyên ku berpirsên wan xwedî maeş û erebên şasî bilind in yê nikaribin wiha rihet li kêleka van bûyeran derbas bibin. Teorîsyen û civaknas didin diyarkirin ku ev hereketa han yê nesekine.  
 
 
 Rêberên ku îro li herêmê xwedî îqtidar in, dikarin ji îdeyên rêzdar Ocalan sûdê bistînin û nehêlin gel di warê aborî-siyasî de rastî nexweştirîn rewşa jiyanê werin. Ji lew re şoreşa jinê ya di bin serweriya Ocalanî de mehkûmî serkeftinê ye.
 
Li Îranê ji mêj daye ku dijberî bi şoreşa jinê re hene. Ji kuştina Zehra Kazimî bigire heya îdama Şirîn Elemhûlî û awayê danûstandina bi Zeyneb Celaliyan re me şahidî li gelek cinayetên komara îslamî kiriye. Êdî rastî nayên veşartin, dema ku komên Hekerî bi şerê saybirî û teknolojiyê re dikevin nava mal û girtîgehên dewletên dagîrker li Tehranê. Bi vê yekê re roja hisabpirsînê nêzîk e. Mandêla der barê nirxê azadiyê de wiha dibêje: "Ji bo azadiyê pêwîst nake erd û esmanan bikirin, tenê bes e ku xwe nefiroşin.”
 
Divê dîktator bizanîbin ku îde û raman nikarin bên bombarankirin. Ew dikarin bi fuzeyên xwe ji Urmiyê bajarên başûrê Kurdistanê bikene hedef, lê dengê berxwdanê di kûrahiya zindanên tarî de, înkara heq û hiqûqa mezlûm, jin û keçan nayên veşartin. Dewlemendiyên civakekê keç û xort in. Ger kes qîmeta wan nizanibe mehkûm bi tunebûnê ye. Şoreşa jinê a di bin serweriya rêberên wekî Ocalan de jî mehkûmî serkeftinê ye. Bi kurtî û kirmancî ger hin alî manîfestoya Ocalan jî nebînin lê dema ku pirî caran bi wijdana xwe bi tenê dimînin, dikarin vê pirsê ji xwe bikin:” Heya kengî yê bihayê jiyanê li ser axa herî dêrîn anku Kurdistanê wiha erzan be?!” Ez pirî caran rastî hinek kesan têm ku ne kurd in lê bi serbilindî behsa hinek rêberên Kurdan yên wekî Serok Apo û nemir Dr. Qasimlo dikin. Ji min re behsa aliyê demokratîk yê nivîs û axaftinên wan dikin, hingî ez ji xwe dipirsim: "Ka gelo me çi qas sembolên xwe yên navdar naskirine û divê ji bo nasandina wan em çi bikin?" Sedemek ku ez bernameya Navdarên Kurd jî çêdikim, ev yeka ye.
 
Li seranserê cîhanê jin ji bo piştevaniya jinên Rojhilat û Îranê li qadan e û çalakiyan li dar dixin. Ev piştevaniya li seranserê cîhamê li Rojhilat û Îranê çawa tê xwendin?  
 
Navê Jîna Emîniyê bû remza serhildan û tevgereke spontan e ku tê de hizûra piralî a ne tenê jinên Îranê, belkî hebûn û hizûra jinên piraniya welatên îslamî jî tê de berbiçav û rengîne. Êdî kes ji mirinê natirse. Ji her kesî re: A girîng tenê serkeftin e û hew.  
 
Dema li welatekî îslamî jin dijberî yasayên li dijî mafên xwe bin, hingî naveroka dijmirovahiyê ya wê sîstemê jî baştir tê xuyanê. “Wilayeta Feqîh li Îranê” li dijî rewşenbîrên reformxwaz e û heya niha gelek hewlên hovane û kuştinê li dijî nivîskar, rojnamevan û aktîvîstan kirine. Ev jî bûye sedem ku ew nikarîbin li welatê xwe bimînin, reviyane û teva jî penaberiya siyasî li welatên ewropî standine. Niha li derve ew jî hêzeke mezin in ku rêxistinên emniyetê li Îranê gelek ji axaftin, daxuyanî û nivîsên wan ditirsin. Encam ev e ku; Ji dewletên tê de penaber in dawa dikin ku zextên li dijî rejîma Îranê zêdetir bikin û ger alîgirên mafê mirovan in, pêwîst e binpêkirina wan mafan jî bibînin. Dorpêçên aborî-siyasî zêdetir li dijî meleyan bi kar bînin. Tenê bi vê rêyê dikarin alîgiriya azadîxwazên Îranî û kurd bikin dema ku Îran bê îzolekirin. Ger di warê parastina mafên mirovan de hinek guherandin çênebin, dîsa yê girtîgeh tije bibin û kuştinên veşartî jî yê bidomin. Welatên Rojavayî bi vî awayî dikarin hevkariya gelên Îran û bitaybetî jî bi çavekî vekirîtir daxwazên kurdan bibînin. Gel zêdetir bi bêhêzî û îradeya sist a rêberên Îranê hesiyaye û ji xwe erkekî insanî dizanin ku êdî rejîm nefesên xwe yên dawiyê dikişîne. 
 
 
 Rejîmek dema bi ser “kêmasî û cinayetên xwe” yên heta dijî azadîyên takekesî dubare nêrînekê neke an jî kiryarên gel yên ji bo xweştirkirina jiyanê bixe stûyê welatên wekî Amerîka û Îsraîlê, tenê rêya li ber dimîne tunebûn û dawîpêhatina temenê wê ye.  
 
Helwêsta Amerîka û welatên Ewropî li dijî Îranê zêdetir li ser bernameyên wan yên nuklerî ne û ji wan re kar û kiryarên din zêde girîng nebûne û nîn in. Îsraîl bi hemû awayî dixwaze ku ew projeyên Îranê yên li ser hêza nuklerî bên sekinandin. Ger Îran di çêkirina bombeya atomê de bi ser bikeve, hingî welatên Tirkiye, Misir, Sûriye û Erebistana Siûdî jî yê xwedî hewldanên wiha bin. Yanî Rojhilata Navîn yê bibe agirê bin xulîdankê. Îsraîl hest bi metirsiyên mezin dike û ji mêj de ye ku hêzên alîgirên Îranê li welatên wê yê cîran û dûr dikuje û baregehên wan bombaran dike. 
 
Bandora serhildanên vê carê li ser raya giştî a cihanê zêdetirî ya ji salên berê ye û TV û navendinên din ên ragihandinê zanînên nûtir li ser rewşa siyasî-civakî a Îranê belav dikin. Guh û çavên xelkê nikarin bên girtin û rastî jî wekî xwe neyên dîtin. Rejîmek dema bi ser “kêmasî û cinayetên xwe” yên heta dijî azadîyên takekesî dubare nêrînekê neke an jî kiryarên gel yên ji bo xweştirkirina jiyanê bixe stûyê welatên wekî Amerîka û Îsraîlê, tenê rêya li ber dimîne tunebûn û dawîpêhatina temenê wê ye.  
 
Têgeheke nû der barê Îranê de, li cihana rojava û Amerîka durist bûye. Gotinên ku rêberên komara îslamî dibêjin cewherê kesayetiya wan a tevlîhev didin xuyakirin. Heta hevlabendên wekî Çîn û Rusiyê jî li dijî çêkirina bombeya atomê li Îranê ne. Cihana derve  ji “du rêyên dîplomasî û şer” zêdetir dixwazên bi rêbazên dîplomasiyê birêveberên Îranê razî bikin ku dest ji programên xwe yên nuklerî berde. Her tişt girêdayî biryar û helwesta rêberên Îranê yên egoîst e ka yê li ser kîjan rêyê bi cihanê re li hev werin. Ger pêngavekê di qada dîplomasiyê de neavêjin, zû an hinek dereng yê qedera Sedam Husên bê serê wan jî.
 
Serhildan bi pêşengiya jinên kurd hat destpêkirin û piştre hemû derdor û civakên din ên Îranê piştgirî dan serhildanê. Li gel rejîmê hêzên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr kirin hedef û êrişine dijwar birin ser wan. Armanca rejîmê ya bi van êrişan çi ye? 
 
Dema nexweşek êşên nava laşê xwe nebîne û li pey dermanê wan yên esasî nebe, hingî gotinên rêberên Îran û Tirkiyeyê bînin bîra xwe. Nemayîna meşrûyeta siyasî di nava civakê de wan neçar dike ku bala xelkê ber bi derveyê qada kirîzê bibin, lê bi karekî wiha re tenûra serhildanê di nava bajar û cadeyên Kurdistan û Îranê de venemirî. Êdî xelkê bawerî bi gotinên Ayetulah Xaminêyî jî nemaye. Dema daxwazên gel nehatin cîbicîkirin, êdî qehremanên wekî Jîna Emîniyê ji nava dilê civakê peyda dibin û dibin rêberên serkêş. Her wiha êdî gelek ji hêz û organên dewletê jî fermanên berpirsên xwe ên li dijî xwepêşanderan cîbicî nakin. Mebest û armancên komara meleyan ji bombarana kamp û qirargehên penaber û hêzên pêşmergeyên HDK, PAK û Komelê di kûrahiya axa başûr Kurdistanê de ev xal in: Çêkirina dubendî û bêtifaqiyê di navbera refên şoreşa seranserî li hemû Îranê. Baştir eşkerekirina aliyê cudaxwazî û daxwazên kurdan yên dîrokî ji bo serxwebûna Kurdistanê li Îranê û welatên din yên dagîrker. Tolhildana ji kurdan ku wekî destpêkerên vê serhildana nû li cihanê hatine naskirin. Hemû kîna xwe bi fuze û bombaranên li ser serê gundî û penaberên siyasî ên rojhilatê Kurdistanê didin diyarkirin. Ne rehmê bi zarok û xwezayê dikin û ne jî yasayên navneteweyî ên mafê mirovan bi bîra xwe tînin. Întiqam ji wan partî û rêxistinên siyasî ku ji serdema Simkoyê Şikak û Pêşewa Qazî Mihemed heya serdema Dr. Qasimlo û Fûad Sultanî di nava gel de xwedî pêgeh, îtibar û mîratekî giranbûha pêşkêşî dîroka azadîxwaziyê li Kurdistana mezin kirine. Serkûtkirin û bêdengkirina çînên civakê û dûrxistina wan ji partiyên siyasî ku li Îran û Kurdistanê xwedî karnameya şerê çekdarî û pêşkeftinên siyasî-civakî li ser destê wan çêbûne. Zext û zorên ji bo teslîmiyeta hikûmeta başûrê Kurdistanê ku guhdarî siyasetên rayedarên îranî bikin û ji gotina wan dernekevin. Salên direj e ku ew tedaxulê di kar û xebatên hundirê Îraq û başûrê Kurdistanê de dikin. Daxûyanîkirina hêza xwe a leşkerî û çekdarî û pê re jî peyamên ku dixwaze bide welatên Rojhilata Navîn, Amerîka û bi taybetî jî Îsraîlê.  
 
 
Axa kuçe û kolanên Seqiz, Urmiye, Dîwandere, Sine, Kirmaşan û Meşhedê berê bi xwîna ciwanên kurd hat avdan. Em di nava koma miletên cîran de tim pêşengên guherandin û fedakariyên bêmînak bûne.    
 
Di hemû temenê komara meleyan de herî zêde kurd di qadên dijberiyê de sekinîne û rêberên wekî Dr Qasimlo, Şêx Izedîn Husêynî û Fûad Sultanî bi vê rastiyê hesiyan ku ti cudatiyek di navbera rejîma îslamî û seltenetî de nebe dema ku ji komên neteweyî re mafên wan yê rewa neyên dayîn. Êdî eniya dijberiyê li tax û kolanên bajarên Îran û Kurdistanê bihêztir in ji yên salên berê. Navê şoreşa wan bi tenê îtiraz nîne, belkî bizaveke nû a seranserî ye ku Kurdistan di diyarkirina stratejiya xwe ya rast û durist de xwedî ked û rolekî mezin e. Ji zanîngehên seranserî Îranê heya xwendingehên navendî û dibistanên destpêkê xwendevan bi dirûşmeyên “mirin ji dîktator re, girtiyên siyasî gere bên berdan, bêşeref... bêşeref, êdî em we naxwazin” bi awayekî şefaf daxwaza sernixûnkirina komara îslamî dikin. Ji hunermend û karkeran bigire heya dewlemend û siyasetmedarên naskirî li hundir û derveyî welêt xwe dane pişta gelê serhildêr. Êdî gel bi bawer e ku pîrozî nêz e û çi li derve îtirazê bikin an jî li ser karê xwe grevê bikin, gere rejîm daxwazên wan bipejirîne. Mentalîteyeke bihêz tevî serhildanên vê carê tê dîtin. Rejîm dixwaze, rûpelên salnameya temenê wan wekî berê bimîne, lê xwîna Jîna Emîniyê ew rûpel wergerand û êdî serdemeke nû an jî baştire, bêjim ronesansek çêbûye. Divê em tim vê rastiyê bînin bîra xwe ku ev hereketa dawiyê bi nasnav û nasnameya xwe a gerdûnî li ser destê kurdan belavî hemû Îran û cihanê bûye. Axa kuçe û kolanên Seqiz, Urmiye, Dîwandere, Sine, Kirmaşan û Meşhedê berê bi xwîna ciwanên kurd hat avdan. Em di nava koma miletên cîran de tim pêşengên guherandin û fedakariyên bêmînak bûne.
 
Heke ev serhildan bi serkeftî bi dawî bibin wê li Rojhilata Navîn bibin cihê guhertineke çawa? Berovajî vê, wê çi bandorê li herêmê bike? 
 
Ger serhildan bi ser bikevin, hingî yê rewşa siyasî, civakî û aborî bê guherandin. Serdemeke nû yê bê ku êdî dîn û mezheb yê wekî salên berê ne xwedî roleke sereke bin. Belkî ev guherandin yê mezintirîn bandorê li raya giştî a wan welatan bike ku ol wekî rukneke esasî ya girêdayî bi nirxên jiyana xwe ve didîtin û dizanîn. Lê “îslama siyasî” salên dirêj e ev heqîqet îspat kiriye ku di vê “cihana nû û modern” de gotineke teze ji bo gotin û kirinê di yasayên wê yên 1500 salî de tune ye. Divê wekî xirîstaniyên cihanê reformeke bingehîn di rûpelên Qûranê de were çêkirin. Bi wateyeke din çawa di Încîlê de li gor dem û derfetên sedsalên bihûrî reform çêbûn, di Qûranê de jî ew reform hebin yê wiha nifşên nû ji mizgeft û bargehên olî-mezhebî dûr nemînin. Alîgirên mezhebê şiîgeriyê salên dirêj e ku ji bo desthilata siyasî xwînê didin û dirijînin. Hikûmeta herî îdeal ku bi yasayên wî mezhebî tê îdarkirin dewleta Îranê ye ku ji sala 1978'an li ser kar e. Ji wê salê û şûn de zêdetir ji rejîmên beriya xwe li Îranê em şahidiyê li van tawanên berbiçav ên hikûmeteke îslamî dibînîn: tevkujî, binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî zelal, girtîgehên tije girtî, li ser gelek mijarên olî, civakî û siyasî, desttêwerdan di kar û barên welatên din yên herêm, terora rêber, siyasetmedar, çalakvan û dijberên hundir û derveyî welat û hwd. Dewleteke wiha ku “pere û îmkanên din yên gel” li Lubnan, Sûriye, Îraq, Tirkiyê û hinek welatên ewropî xerc dike ku “îslama radîkal” pêş bikeve, dawiya wê yê bibe ev ku em îro li Îran û gelek welatên Rojhilata Navîn dibînin. Li dijî vê yekê kurdan di du eniyên “başûr û rojavayê Kurdistanê” de şerê DAÎŞ'ê û komên din yên selefî kirin. Prestîja wan kom û rêxistinên îslamî bi hêza kurdan rastî şikesteke giran hat. Dîsa li Îranê jî tenê kurd in ku di hemû salên desthilata hikûmeta şiiyê de bedelên giran dane.      
Ger hêza gel li dijî desthilata dîktator biser nekeve, hingî: Hebûna kurd û Kurdistanê û kêmbûna bihayê jiyana mirovan yê zêdetir bikevin nava metirsiyan; bombebaran qirargehên leşkerî ên partiyên siyasî, zêdetir kuştina şoreşger, gerîla û pêşmergeyên qehreman; em û mayîna termê ciwanên me yên şehîdbûyî, yê ew dîmen bin ku dawî bi dîtina wan nayê; windakirina axa ku termê ciwanên me di dilê wê de veşartîne; hukimê îdamê ji ciwanên me yên hatine girtin re; fîltêrînga înternetê û cudakirina gelên Îranê ji hemû cihanê, fetisandina dengê me, zêdebûna feqîrî û nedariyê, pê re bêqîmet û sedan derdên din yên bêderman, zêdebûna zehmetiyên reva ji welêt û terkandina malbatê, mayîn û berdewamiya jiyanê tevî dunyayek hesret ji bona gihîştin, bi hesretên nedîtî; nexweşî û nesaxiyên ruhî-rewanî di jiyanê de; salên temen û jiyanê ku êdî vala derbas dibin. û hwd... lê li rex hemû van mijarên jor bila di bîra we de bimîne ku em mehkûmî serkeftinê ne. Çimkî dîktator vê rastiyê ji bîr dikin ku “heza gel” ji hemû hêzan mezintir e. 
 
Her kurde xwedî keramet ku şehrezayî dîroka azadîxwaziya Kurdistanê ye divê di rojeke wiha de karekî bike ku raya giştî a cihanê baştir dengê qêrînên fetisyayî ên girtîgehên dîktatorên Enqere, Bexda, Tehran û Şamê bibihîse. Min ji bo vê yekê peyameke wiha ji heval, mamosta û hevpîşeyên xwe yên rojhilatê Kurdistanê re şand: "Di vê rewşa hesas a dîrokî de ku jin pêşengiyê ji serhildan û şoreşeke hemdemî re dikin, nabe rewşenbîr bêhelwest û bêdeng bin. Dîrok yê baş û xiraba ji nava hev derxîne, bêjing bike û nahêle 'kes û kesayetî' bi wijdaneke rihet serî deynin ser balgê nerm û germ. Tika û bi dilekî tije êş temenayê li we û hevpîşeyên we yên rewşenbîr, doktor, hunermend û hwd. dikim ku li dora hev kom bibin û tevîhev daxûyaniyekê binivîsin û di nava raya giştî de belav bikin. Piştgîriyeke aştîxwazane ji gelên di nava sinorên Îranê de bikin ku wan dîktatoran bi rastiyên gelê kurd jî li bajarên wekî Ûrmiye, Maku, Qûçan, Meşhed, Şêrwan, Kirmaşan û hemû Kurdistanê jî bihesîne. Ma di temenê nikbetbarê 43 salan de kurdan ji 'Xorasanê heya Kurdistanê' kêm bedêl dane? Di vê rewşê de ye ku 'jiyan û hebûn' cewherê xwe yê rastîn didin diyarkirin. Rica dikim hûn jî karekî bikin ku dilê me jî li xerîbiyê bêcan û rihtir nebe. Hûn hêzeke mezin in û divê qîmeta hebûna dengê xwe bizanin û li dijî dijminê azadiyê wî dengî bilindtir bikin. Bi rêya kesayetiyên xwedî prestîj di nava gel de hinek tabû gere bên şikandin. Dem ew dem e ku zêdetir ji salên berê kurd nêzî hev bibin. Nivîs an jî peyameke we yê xwedî roleke mezin be di vê rewşa ku em tê de ne. Cansaxî û serkeftinê ji we re dixwazim û ji bîr nekin ku dirûşmeya; 'Jin, Jiyan, Azadî' ji ku derê û nêrînên kîjan fîlosof û rêberê navdar in ku îro li hemû welatên îslamî û welatên din yên cihanê tê bihîstin. Rica dikim bêdeng nebin û xwedîtiyê li destkeftiyên vê şoreşa zîhniyetê bikin.”   
 
Wekî hûn jî dizanin li Başûr çalakiyên piştgirî û piştevaniya ji bo serhildanan tê astengkirin. Li gorî çavdêrîkirina we piştgirî û piştevaniya hêzên parçeyên din ên Kurdistanê û dîasporayê ya ji bo van serhildanan bi çi rengî ye? 
 
Li başûrê Kurdistanê penaberên ji perçeyên din yên Kurdistanê gelek hene û hêzeke mezin in. Di rastiyê de ew li ser axa xwe a parvekirî ne û nabe wekî penaber bên dîtin. Rayedarên desthilata başûr û saziyên Neteweyên Yekbûyî nabe û nikarin wê hêza mezin nebînin. Kurdên bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê tim di rojên herî tengav û dijwar de hevkarî dane Kurdên başûrê welatê xwe yê parvekirî. Di vê rewşê de divê ew jî deriyê xwe ji hemwlatiyên xwe re vekirî bihêlin. Deriyê malê û deriyê dil. Ger wiha nebe bêtifaqî yê di navbera kurdan de kûrtir bibe û zextên dijmin jî yê bigihên encamê. Astengkirina çalakîyên li dijî dewletên dagîrker bi tu awayî nayên qebûlkirin û biryareke dûr ji mentalîteya hizrî, siyasî û civakî ye. 
 
 
 Kurd dikarin karekî bikin ku li welatên rojavayî bibine dengê gelê xwe li Kurdistana mezin. Kurd xwedî daxwazên rejîmeke sekular û demokrat in. Mînaka herî berçav: "Jin, Jiyan, Azadî” ye ku bi dengê jinên Kurd belavî hemû Îran û cihanê bû.
 
Li diasporayê bi milyonan kurd hene ku dikarin xwedî roleke pir baş li dijî kiryarên dewletên dagîrker bin. Çend rêyên li jêr dikarin bandora wê hêzê li dûrî Kurdistanê zêdetir bikin: 
 
Kurd dikarin karekî bikin ku li welatên rojavayî bibine dengê gelê xwe li Kurdistana mezin. Kurd xwedî daxwazên rejîmeke sekular û demokrat in. Mînaka herî berçav: "Jin, Jiyan, Azadî” ye ku bi dengê jinên Kurd belavî hemû Îran û cihanê bû. Di yasayên rejîmên îdeolojîk û antîdemokratîk de dirûşmeyên wiha qet nayên hezimkirin. Heya niha pirî caran welatên Ewropî bi axaftinê destek dane daxwazên gel, lê praktîka wan bêhêz bûye û kiryarên wan di sînorê gotinê de mane. Gotin li dijî kiryarên rejîmeke wiha xedar têr nakin ku ew ji siyaseta xwe şovenîstî poşman bibin. Dewletên ku peywendiyên xwe yên siyasî bi dewleta Îranê re hene divê wekî yekemîn pêngav sefîrên xwe ji Îranê derxînin. Piştre ew peywendî ji sewiya sefaretê bînin sewiya konsolgeriyê. Kurd xwedî wê hêzê ne ku vê daxwazê ji siyasetmedar û dewltên ewropî, Kanada û Amerîka bikin. Li dijî sansûra ku li Îranê bi rêya satalît û parazîtê pir bihêz e û dengê gel hatiye fetisandin, zext li ser welatên ewropî hebe ku nehêlin bi rêya teknîka wan ya ragihandinê qêrînên gel bên bihîstin. Yanî bi alavên ragihandina xwe wê sansûrê bidin rakirin. Hêza hemû partiyên siyasî ên Kurdistanî li Ewropa heye. Ger bi qasî mehekê karekî kolektîv bikin, anku her roj ji alîgirên hemû partiyan dehhezar kes li ber deriyê “rêxistina UN" û "mafê mirovan” dest bi çalakî û grevê bikin, hingî birêveberên wan saziyan jî yê li ser rêyên çareserkirina “Pirsa Kurd” hewldanên cidî bidin meşandin.
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

10/10/2022
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN