Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin

  • rojane
  • 12:52 10 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Malbatên girtiyan ên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin bên berdan cara duyemîn hatin Enqereyê wiha bang kirin: “Bila partiyên siyasî gavan biavêjin.”
 
Çalkiyên Nobeta Edaletê yên malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatin şewitandin bên berdan li Amed, Îzmîr, Stenbol û Wanê dane destpêkirin didomin. Malbatên girtiyan ên di 15 çileyê de ji Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Êlih û Sêrtê hatibûn, piştî daxuyaniya li Meclisê dan bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin û bal kişandin ser rewşa girtiyan. Piştî ku 9 meh bi ser vê hevdîtinê re derbas bûn û tu gav nehatin avêtin malbatên girtiyan di 2’yê cotmehê de careke din hatin Enqereyê û dest bi hevdîtinan kirin. 
 
Malbatên girtiyan ên di 2’yê cotmehê de ji Stenbol, Îzmîr, Amed û Wanê hatin bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokrasî û Pêşvebirinê (DEVA), Partiya Saadetê (SP), Partiya Pêşerojê (Gelecek) û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) re hevdîtin kirin. Rayedarên Partiya Gel a Komarê (CHP) ku malbatên girtiyan ji wan daxwaza hevdîtinê kirin, randevû nedan malbatan. Malbatan raporên têkildarî girtiyên nexweşên giran amadekirî jî radestî partiyên ku bi wan re hevdîtin kirin, kirin.
 
Malbatên girtiyan ên cara duyemîn ji bo girtiyên xwe li Enqereyê serdana partiyên siyasî kirin, hevdîtin û daxwazên xwe vegotin. 
 
‘PIRSGIRÊKÊN ERDAL ÊN TENDURISTIYÊ HER KU DIÇE GIRAN DIBIN’
 
Xwişka Erdal Ozel ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin, Kûmrû Akgul, diyar kir ku hefteya borî roja pêncşemê çûye hevdîtina birayê xwe û wiha got: “Birayê min got ku her roja diçe pirsgirêkên wî yên tenduristiyê girantir dibin. Nexweşiya wî ya demansê hêdî hêdî pêş ve diçe. Ez dixwazim Erdal demildest bê dermankirin. Bi hezaran girtiyên me yên nexweş hene û girtiyên me yên nexweş derman nakin.”
 
‘BILA PARTIYÊN SIYASÎ GAVAN BIAVÊJIN’
 
Akgul, bi bîr xist ku cara duyemîn e tên Enqereyê û wiha berdewam kir: “Weke malbatên ku ji bo edaletê li Stenbol, Îzmîr, Amed û Wanê nobetê digirin, em çûn serdana partiyên siyasî. Me diyar kir ku rewşa zarokên me her ku diçe girantir dibe û êdî em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Em axaftina ‘psîkolojiya wan xerabû, întihar kirin’ a ji bo zarokên me yên li girtîgehan qebûl nakin, rastî îşkenceyê tên. Hêviya me ew e ku aliyên siyasî di zûtirîn demê de di vê mijarê de gavan biavêjin. Em her hefte li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê nobetê digirin, em rastî îşkenceya polîsan tên û tevî hemû îşkenceyan jî em ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin.”
 
‘ME TENÊ NEHÊLIN’
 
Akgul, bal kişand ser girîngiya hatina ba hev a dayikan a ji bo hemû girtiyan û got: “Hemû dayikên li Stenbolê ne em werin cem hev, zarokên me dimirin, heke em îro neyên ba hev, wê zarokên me bimirin. Divê rêxistinên girseyî yên demokratîk me bi tenê nehêlin.”
 
‘BILA JI GIRTÎGEHAN DARBEST DERNEKEVIN’
 
Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin û li Stenbolê Nobeta EdaletÊ digire Fînce Akman jî bi lêv kir ku divê kurê wê demildest emeliyat bibe lê wî nabin nexweşxaneyê jî wiha got: “Dewleta tirk bi salan e li ser gelê kurd zextan dike. Bi salan e hewl dide gelê kurd biqedîne, lê nake. Ev pirsgirêk bi kuştin û şeran çareser nabe, yekane çareserî bi lezgînî pêkanîna aştiyê ye. Em dayik naxwazin xwîna kesê birije, ji ber vê yekê me çalakiya nobetê ya ji bo edaletê daye destpêkirin. Bi salan e em vê dibêjin; bila ji girtîgehan darbest dernekevin. Zarokên me nexweş in, bi hezaran girtiyên nexweş hene. Aysel Tûglûk tevî nexweşiya xwe jî nayê berdan. Dewleta tirk ji çi ditirse, ji dayikan ditirse?”
 
‘EM EDALET Û HIQÛQÊ DIXWAZIN’
 
Akman da zanîn ku di dema çalakiya nobetê ya li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê de ew timî rastî îşkenceya polîsan tên û anî ziman ku îşkenceya îro li wan tê kirin heman îşkenceya Îsraîl li gelê Fîlîstînê dike ye. Akman, wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Mafek û hiqûqeke çawa ye ku bi ewqas polîsan dayikan îşkence dikin. Her tim heqaretê li me dikin, ew jî tera wan nake ji ber em edaletê dixwazin dozan li me vedikin. Em vê îşkenceyê qebûl nakin, mafên zarokên xwe dixwazin. Ji ber em li edalet û hiqûqê dixwazin hatin Enqereyê. Me bi DEVA, Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê re hevdîtin kirin lê CHP’ê em qebûl nekirin. CHP’ê îro em qebûl nekirin lê ji bîr dike ku sibê du sibê wê edalet ji wê re jî lazim be. Hewcehiya me ewqas bi CHP’ê nîne, em ewqas ne qels in jî. Ji ber em ne qels in dewlet evqas êrişî me dike. Yekane daxwaza me ew e ku girtiyên nexweşên giran bên berdan, bila ew lê nenêrin, em ê li zarokên xwe binêrin. Li girtîgehan pêkanînên derveyî mirovahiyê tên kirin, em van qebûl nakin.”
 
‘ME XWEST KU GAVAN BIAVÊJIN’
 
Dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirin, Aslihan Tîmûr jî diyar kir ku ji Wanê hatine Enqereyê. Tîmûr, da zanîn ku ji ber edaletê berê xwe dane Enqereyê û wiha got: “Em li Wanê ji bo hemû zarokên xwe 9 meh in nobeta edaletê digirin. Kurê min 7 sal in di girtîgehê de ye, di hucreyê de tê ragirtin. Ji aktîveteyên civakî sûdê nagirin. Di saetên serê sibê de bi ser hucreyên wan de tê girtin, dest deynin ser pirtûkên wan. Cilên wan diavêjin, avên wan dibirin. Pêdiviyên wan ên kantînê pêşwazî nakin. Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan em hatin Enqereyê û bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Her sê partiyên siyasî yên em baş pêşwazî kirin, me rewşa li girtîgehan vegot û ji wan re qala îşkenceyên hatine jiyîn kirin. Me bang kir ku partiyên siyasî ji ber vê yekê gavan biavêjin.”
 
‘ZAROKÊN ME NE BÊXWEDÎ NE’
 
Tîmûr, anî ziman ku di serdanên xwe yên li partiyên siyasî de nûnerên partiyan ji wan re gotine “piştî hilbijartinê em ê çareser bikin” û destnîşan kir ku rewşa li girtîgehan qasî ku ji hilbijartinan re neyê hiştin cidî ye. Tîmûr, bi bîr xist ku girtiyên nexweşên giran hene û wiha berdewam kir: “Zarokên me yên înfazên wan hatine şewitandin hene, em dixwazin demildest ev bêhiqûqî bê bidawîkirin. Heta ku dilopeke xwîna me bimîne em ê têkoşîna xwe bidomînin, zarokên me ne bê xwedî ne. Em ê weke dayikan heta dawiyê li pey zarokên xwe û têkoşîna wan bin. Divê herkes xwedî li girtîgehan derkeve. Dema zarokên me dibin nexweşxaneyê bi kelemçeyan tên muayene kirin, em vê yekê qebûl nakin. Em heqaretê li wan nakin em tenê edaletê dixwazin.”
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

10/10/2022
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN