104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide

  • rojane
  • 15:38 10 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, xwest ku Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû tiştên di navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdarê de qewimîn vebêje û wiha got: “Bila vebêje û hesab bide.”
 
Di 10’ê cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî “Mîtînga Aştî û Demokrasiyê” ya li Qada Garê kiribû û di êrişê de 104 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Qurbaniyên komkujiyê li gelek navendan bi hin aktîvîteyan hatin bibîranîn. 
 
ÎZMÎR 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li ber Bîrdariya 10’ê Cotmehê ya li ber Gara Trenê ya Alsancakê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bi sedan kesên tev li bîranînê bûn derdora bîrdariyê bi wêneyan xemiland. Di bîranîna pankarta ku wêneyên qurbaniyan û nivîsa “Me ji bîr nekirin, em nadin jibîrkirin” li ser bûn de her tim dirûşmeyên “Me soz daye wan wê aştî pêk were” , “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” , “Kedkar wê hesabê ji kujeran bipirsin” û “Bijî biratiya gelan” hatin berzkirin. Ji bilî nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî tev li bernameya bîranînê bû. Piştî rêzgirtinê navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek hatin xwendin. Dû re hevjîna Mesût Mak ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Evrîm Mak axivî. 
 
Mak, diyar kir ku beriya 7 salan di mîtîngê de bi hevjînê xwe re bû û wiha got: “Wê demê li welatê me aloziyek hebû. Keça min a 7 salî bê bav ma û ez êşa wê tu carî ji bîr nakim. Her roj nûçeyên mirinan dihatin. Dayikekê perçeyên keça xwe ya perçebûyî di hembêza xwe de kom kir. Ji bo ev careke din neqewime em çûn wê derê. Mesût ji bo edaletê û ji bo mirin çênebin çû. Min texmîn nedikir ku bihayê gotina aştiyê dê ewqasî giran be.”
 
Dû re Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Herêma Egeyê Memîş Sari, diyar kir kul i Tirkiyeyê berdele aştiyê giran e û da zanîn ku bedelê vê bi qetilkirina 104 kesan dan. Sari, da zanîn ku kesên ev komkujiya hovanê pêk anîn wê hesaba wê bidin.
 
RIHA
 
Nîlgul Çevîk, Başak Sîdar Çevîk û Yilmaz Elmascan ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe yên li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin bi bîr anîn. Ji bo Nîlgul Çevîk û Başak Sîdar Çevîk li gundê Midep yê girêdayî navçeya Pirsûsê bîranîn hate kirin. Dayika Başak Sîdar Çevîk, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Beriya bîranînê dora goristanê ji aliyê bi sedan cendermeyan ve hate dorpêçkirin. Cendermeyan destûr da ku parlamenter Surucu û malbat bikevin goristanê û nehiştin girse bikeve goristanê. 
 
Kesên tevî astengkirinê di nav heriya ji ber qenalên drenajê çêbûye re derbas bûn û ketin goristanê, ewilî rêz girtin. Parlamentera HDP’ê Surucu bertek nîşanî astengkirina cendermeyan da û wiha got: “Di 10’ê cotmeha 2015’an de heke bergirî hatibûna girtin ev mirov nedihatin qetilkirin. Ew bergiriyên ku wê rojê nehatin girtin îro ji bo bîranîna tên girtin.” Dû re Surucu wêneyê leşkerên ku goristan dorpêç kirin kişand. Dema fermandarê cendermeyan Surucuyê asteng bike, dayika Çevîk, Hatîce Çevîk bi gotina “Heke ev bergirî li Enqereyê hatibûya wergirtin, keça min nedimir” bertek nîşanî fermandar da. 
 
Piştî bîranîna vê derê girse derbasî Goristana Asrî ya navçeya Pirsûsê bû û Yilmaz Elmascan bi bîr anî. Polîsan goristan dorpêçkirin û hem ketina malbatê hem jî ya girseyê ya goristanê bi hinceta “îro rojeke taybet e, bîranîna li ser gorê qedexe ye” astengkir. Li ser vê yekê li ber dorpêça polîsan daxuyanî hate dayîn. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu ya di daxuyaniyê de axivî xwest ku Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû tiştên di navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdarê de qewimîn vebêje û wiha got: “Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide. Em ê heta dawiyê hesaba van komkujiyan bipirsin. Em ê hesaba 10’ê cotmehê bipirsin.”
 
Piştî axaftinê bîranîn bi dirûşmeya “şehîd namirin” bi dawî bû.
 
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî jî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên qurbaniyên komkujiyê hatin hilgirtin. Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê axivî, diyar kir ku di dosyaya dozê de polîtîkaya bêcezatiyê tê sepandin û destnîşan kir ku kesên kujerên komkujiyê nedarizandin faîlên komkujiyê ne.
 
Bîranîn bi dirûşmeyên “10’ê cotmehê ji bîr neke nede jibîrkirin”, “Şehîd namirin” û “Kujer wê hesabê bidin gel” bi dawî bû. 
 
STENBOL 
 
Qurbaniyên komkujiyê li Stenbolê jî li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê û endama parlamenteriyê Meltem Kubra Mollaoglû li ser gora xwe ya li Goristana Karacaahmet a li navçeya Uskudarê hat bibîranîn. Malbata Mollaoglû û siyasetmedar tev li merasîma bîranînê bûn. Ji bo Mollaoglû dua hatin kirin û li ser gora wê kulîlk hatin çandin. Dayika Mollaoglû diyar kir ku di serî de faîlên keça wê faîlên 104 kesan bi awayekî baş nehatin darizandin. 
 
Hevserokê HDP’a Kadikoyê Koray Turkay jî wiha got: “Em baş dizanin ku faîlên Komkujiya Pirsûs û Enqereyê ew kesên bi gotinên ‘400 kursiyan bidin me bila ev kar çareser be’ gef dixwarin in.” Dîcle Delî ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî li ser gora xwe ya li Goristana Sîlîvrîkapi ya navçeya Zeytînbûrnûyê hate bibîranîn. 
 
Vahdettîn Ozgan, Selîm Ors, Azîze Onat, Ahmet Katûrlû, Cemal Avşar, Ayhan Kaya, Ramazan Tûnç û Fatma Karabûlût jî li Goristana Ihlamûrkûyû ya Umraniyeyê, Tayfûn Benol li Goristana Başibuyuk a Maltepeyê, Bînalî Korkmaz li Goristana Kanarya ya Kuçukçekmeceyê, Sarıgul Tuylu li Goristana Ayazaga a Sariyerê, Serdar Ben û Fatma Esen li Goristana Sultangaziyê hatin bibîranîn.
 
HATAY
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê jî qurbaniyên komkujiyê li Bazara Bît a Kevin bi daxuyaniyekê bibîranîn. Hêzên ked û demokrasiyê piştgirî da çalakiyê. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk diyar kir ku berpirsyariya peywîrdarên cemaweriyê ya di komkujiyê de li holê ye û da zanîn ku heta ev yek ji aliyê dadgehê ve were tespîtkirin wê şopdarên dozê bin.”
 
EDENE
 
Li navçeya Seyhan a Edeneyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li ber Bîrdariya Aştiyê bîranîn hat lidarxistin. Tevî Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê DÎSK, KESK, Baroya Edeneyê, Odeya Tabîban a Edeneyê û TMMOB, HDP, EMEP, ESP, SYKP, Partiya Çep, TÎP, TOP, Halkevlerî, CHP û gelek malbat tev li bîranînê bûn. Dayika Dîlan Sarıkaya ya hat qetilkirin Neslîgul Sarıkaya, kesên jiyana xwe ji dest dane bi stranên ku bi girseyê re gotin bi bîr anî.
 
Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê Fatma Sariogûz Guney, diyar kir ku heta ku faîlên komkujiyê derkevin holê wê têbikoşin û wiha got: “Kesên ku faîlan vedişêrin hevkarên vî sûcî ne. Em ê kesên ji bo desthilata xwe biparêze alozî derxistin tu car ji bîr nekin.”
 
Nesligul Sarikaya, nameya ji keça xwe Dîlan Sarikaya re nivîsandî xwend. Bîranîn bi firandina kevokên aştiyê û danîna qûrnefîlan a li ser bîrdariyê bi dawî bû. 
 
MELETΠ
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Meletiyê jî li ber Bîrdariya 10’ê Cotmehê ya li Parka Aştiyê qurbaniyên komkujiyê bibîranî. Di bîranînê de endamên gelek partiyên siyasî, rêxistinên ked û pîşeyî û welatiyên li bajêr amade bûn. Daxuyaniya hevpar Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanînstê (Egîtîm-Sen) ya Meletiyê Kazim Albayrak xwend. Dûre Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya axivî û wiha got: “Duh parlamenterê me yê Îdirê Habîp Eksîk hate derbkirin û lingê wî hate şikandin û ew rakirin nexweşxaneyê. Jîna Mahsa Amînî ji ber ku porê wê diyar bû ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Akademîsyen Nagîhan Akarsel hat qetilkirin. Dibe ku navê wan cuda be, lê hemû ji aliyê heman zîhniyetê ve hatin qetilkirin û îşkence kirin.”
 
Piştî axaftinan û daxuyaniyê beşdarvanan qûrnefîl danîn li ber bîrdariyê û balonên spî firandin. 
 
AGIRΠ
 
Rêxistina HDP’a Bazîdê jî li ber avahiya xwe komkujî şermezar kir. Di daxuyaniya gelek welatî tev li bûn de Hevserokê HDP’a Navçeyê Serhat Ceylan xwend. Ceylan, bal kişand ku 7 sal in hêj faîlên komkujiyê nehatine girtin û destnîşan kir ku heta sûcdaran derxînin pêşberî hiqûqê wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
ÎDIR
 
Rêxistina HDP’a Îdirê jî têkildarî komkujiyê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniya gelek welatî tev li bûn de Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Suleyman Serhat bi lêv kir ku êrîşa ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin êrîşeke li dijî edalet, wekhevî û azadiyê ye û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

10/10/2022
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN