Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne

ÎDIR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, êrişa li dijî parlamenteran weke dijminatiya li kurdan pênase kir û wiha got: “Ev welêt, neçarî AKP û MHP’ê nîne. Li vî welatî hêzên demokrasiyê hene, Tifaqa Ked û Azadiyê heye.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan beşdarî civîna Rêxistina HDP’a Îdirê ya bi gel re bû. Civîn, li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Îdirê hat kirin. Buldan, di civînê de têkildarî rojevên heyî axivî. Buldan, di serî de bal kişand ser qezaya trafîkê ya serê sibehê li Enqereyê û wiha got: “Dema parlamenterên me û hevalên me yên jin ên Jineolojiyê diçûn balafirgehê, wesayîta wan û texsiyekê qeza kir. Di qezayê de ajokarê texsiyê jiyana xwe ji dest da. Xwedê rehma xwe li ajokar bike û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazim. Her wiha rêwiyeke jin a di texsiyê de jî bi giranî birîndar bû. Ji bo wê jî şîfaya xêrê dixwazim. Parlamenterên me jî niha di muşahedeyê de ne. Bo wan jî şîfaya xêrê dixwazim.” 
 
Pervîn Buldan, bal kişand ser êrişa polîsan a di “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” ya li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Me xwest nîşan bidin ku parlamenterê me yê hêja Habîp Eksîk bi tenê nîne, vîna gelê Îdirê ye û ji bo xwedîderketinê em hatin vê derê. Em silavên xwe bo Habîp Eksîk dişînin. Hevalên me Habîp Eksîk û Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê hatibûn Geverê. Lê belê hêzên ewlekariyê bi astengkirina protestoyê bisînor neman, tevî parlamenterên me bi hezaran kes dorpêç kirin û bi zanebûn û bi awayekî plankirî êrişî parlamenterên me kirin. Di encamê de jî lingê Habîp Eksîk ji sê cihan re şikandin. 
 
ÊRIŞEKE LI DIJÎ GELÊ KURD E 
 
Ev êriş, di şexsê Habîp Eksîk de li dijî HDP’ê û gelê kurd hatiye kirin. Di heman demê de dijminatiya li dijî kurdan e. Em mecbûr nînin ku ji bo protestoyê ji wan destûrê bixwazin. Ji ber ku em li her devera Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê, ji bo aştî û siyaseta demokratîk van çalakiyan dikin. Ji bo bi kar anîna mafê xwe yê siyaseta demokratîk, partiyeke siyasî neçar nîne ku ji waliyê bajar destûrê bixwaze. Lê dema em li daxuyaniyên piştî êrişê dinihêrin, dibînin ku di serî de wezîrê karên hundir, waliyê bajar, qeymeqam û kesên li Enqereyê rûdinin, xwedî li êrişê derketine. 
 
MECLIS XWEDÎ LI ÊRIŞÊ DERKET
 
Bêguman ev êrişa li dijî nûnerê gel hatiye kirin, nayê qebûlkirin. Tevî vê yekê jî hêjta TBMM’ê dengê xwe dernexistiye. Ev jî tê wateya xwedîderketina li êrişê. Her roj wêneyên wezîrê karên hundir bi sûcdaran re û bi mafyayan re tên parvekirin. Ev kes dibêje; ‘em nahêlin hûn mafê siyaseta demokratîk bi vî awayî bi kar bînin.’ Ez li vir dibêjim, peyva siyaseta demokratîk herî zêde jî li te nayê. Kesê herî dawî qala siyaseta demokratîk bike, wezîrê karên hundir e. 
 
HDP DESTÛRÊ JI KESEKÎ NAXWAZ E 
 
Her wiha waliyê Colemêrgê ji bo hevalê me Habîp Eksîk got; ‘xwe avêtiye erdê.’ Em van gotinan bi tundî şermezar dikin. Em tenê bi têkoşîna li dijî van rêveberan re dikarin vî welatî demokratîk bikin û aştî û azadiya bînin vî welatî. Em ne partiyeke wisa ne ku ji te destûrê bixwazin. Em partiyeke wisa nînin ku siyaseta xwe li gorî fermanên te bikin. Em sêyemîn mezintirîn partiya siyasî ne û xwe ji bo desthilatdariya pêşerojê amade dikin. Vê jî wisa bizanin. 
 
HILBIJARTIN NÊZ DIBIN, HÛN DÊ BIÇIN
 
Ez dixwazim ji wezîrê karên hundir re ku dibêje; ‘em nahêlin hûn yek gavê pêşde biçin’ vê bibêjim; ji bo demokrasiyê dev ji gavekî berde em ê bi kîlomîtroyan bimeşin. Û em ê vî welatî demokratîk bikin. Partiya me ne mîna partiya te ye ku ji bo raye û pereyan tevdigerin. Vaye dema we tije bû. Hilbijartin nêz dibin. Hûn dê têk biçin. Sedema van êrişên we jî ev têkçûna we ye. 
 
DUYEMÎN SEDSALA KOMARÊ
 
Serokkmarê vî welatî got ku ev sedsal xelas kiriye. Dibêje ku dê ev sedsal bibe duyemîn sedsala Tirkiyeyê. Ez dixwazim vê pirsê ji wî bikim; gelo hûn dê duyemîn sedsala komarê bi şikandina hestiyên kurdan pêk bînin? Hûn dê bi înkarkirina kurdan pêk bînin? Bi destwerdana li siyaseta demokratîk dê pêk bînin? Na. Sedsala duyemîn dê bibe sedsala pêkvejiyana gelên kurd, ermen, suryan, elewî û ciwanan. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Ji ber ku dê di vê sedsalê de partiyeke bi navê AKP’ê nemîne. Dê partiyeke bi navê MHP’ê nemîne. Di encama ewqas zilm, zext, kîn û nefretê de gelên vî welatî dê biryara xwe li ser sindoqê bidin. 
 
GELÊN ME NEÇARÎ AKP’Ê NÎNIN
 
Gelên vî welatî neçarî AKP û MHP’ê nînin. Ji ber ku hêzên demokrasiyê li vî welatî hene. Li vî welatî Tifaqa Ked û Azadiyê hene. Pêşeroja Tirkiyeyê di destê Tifaqa Ked û Azadiyê de ye. Dê her ku diçe mezintir bibe û bibe hêviya gelên Tirkiyeyê. Heke hûn bibêjin dê bi êrişên li dijî HDP’ê, bi fezlekeyên derheqê parlamenterên de û operasyonên rojane yên li dijî navend û navçeyên me HDP’ê bêdeng bikin, hûn xwe dixapînin. HDP bêdeng nabe û bêdeng namîne. Bila her kes vê baş bizane.” 
 
Buldan, piştre jî çû serdana esnafan.  Di dema serdana Buldan de bi hezaran kes kom bûn û serdan veguherî mitîngê. Welatiyan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “HDP gel e, gel vir e” û “Bimre faşîzm” berz kirin. Ji ber qelebalixiyê, Budan nekarî serdana xwe temam bike û vegeriya avahiya HDP’ê ya bajar.  

Sernavên din

15/10/2022
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin