ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz û xwest bê tedawîkirin.
Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne û nebe şirîkê sûc” hat vekirin. Rêveberên HDP’ê û rêveberên saziyên sivîl û hin welatiyan destek da çalakiyê. Di çalakiya ket hefteya 262’yemîn de bale kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz ê li Girtîgeha Kirkilara Îzmîrê ya Tîpa F’yê ya Jimara 2’yan dimîne.
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û got ew destpêkê ji malbata Suphan Çabûk ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê hat qetilkirin re sersaxiyê dixwazin û zext û îşkenceya li girtîgehan rê li ber mirina girtiyan vedike.
JI GURÇIKA XWE NEXWEŞ E
Çîçek bi bîr xist ku Abdullah Yilmaz 28 sal in girtî ye û 28 sal berê ew di şerekî de bi awyek ji gurçika xwe birîndar hat girtin û ji wê rojê ve ji gurçika xwe nexweş e. Çîçek anî ziman ku li gel Yilmaz nexweş e jî nayê berdan û tedawiya wî nayê kirin û xwest demildest tedawiya wî bê kirin.