ENQERE - Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Bartinê bi dawî bûn. Hat îdiakirin ku di xebatên rizgarkirinê de karkerê dawî ji bo hatina Serokkomarê AKP'î Erdogan 5 saetan hatiye sekinandin.
Di karesata madenê ya li navçeya Amasra ya Bartinê de 41 karker jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li qadê bi dawî bûn. PIştî derxistina cenazeyê karkerê dawî yên liq adê çûn nexweşxaneyê.
Hat îdiakirin ku di xebata lêgerîn û rizgarkirinê de karkerê dawî ji bo hatina Serokkomarê AKP'î Erdogan 5 saetan hatiye sekinandin.