Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket

  • rojane
  • 13:30 16 Cotmeh 2022
  • |
img

BARTIN - Di karesata li Amasrayê de yek ji welatiyên jiyana xwe ji dest dayî jî Oner Yildiz bû. Dayika Yildiz ku hêsirên çavan dibarandin, êşa xwe bi vê gotinê tîne ziman: “Agir bi mala min ket.” 

Li navçeya Amasra ya Bartinê li Midûriyeta Mueseseya Amasrayê ya Saziya Komirê ya Tirkiyeyê, ji ber teqîna grîzûyê 41 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Dayik bê zarok, jin bê hevjîn, zarok bê bav man. Ji bo ku nûçeya vê bûyera biêş çêbikin, ez û hevalê xwe yê rojnameger bi hev re çûn Bartinê û pişt re me berê xwe da Amasrayê. Li her deverên rêyê polîs û leşker hebûn. Gelo heke evqas tevdîr ji bo pêşîlêgirtina teqînê bihatina kirin dê dîsa jî ev teqîn pêk bihata? 
 
GEL XEMGÎN Û BIHÊRS E
 
Me dît ku dûya bi jehr a ku li asîman bilind bûye, li ser tevahiya navçeyê berbelav bûye. Polîsan her deverek girtibûn û nedihiştin kesek nêzî cihê teqînê bibe. Welatiyekê ku me pê re hinek sihbet kir jî anî ziman ku ew jî serê sibehê ve hewl dide biçe cihê bûyerê lê ji ber ku trafîk xitimî ye neçar maye ku vegere. Bi domdarî wiha dibêje: “Êşa me mezin e, em ji siyasetmedaran aciz in.” Me bi gelek rojnamegerên ku hatine qadê re hevdîtin kir û gotin ku malbatên li vir ji ber bûyerê gelek bihêrs in û naxwazin bi rojnamegeran re biaxivin.
 
Li qada kanê, ji wesayîtên ku ketine nav heriya toza komirê rayedarên bi cil û bergên paqij li xwe kirin paya dibin û ji bo karkerên jiyana xwe ji dest dane dibêjin ev yek “çarenûs e.” Lêbelê yek rayedar derheqê berpirsytiya faciayê de tiştekî nabêje ku 41 karkeran jiyana xwe ji destdan. Daxuyaniya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot; “Baweriya me bi plana qederê tê” ji aliyê malbatên karkeran, rojnameger û endamên sendîkayan ve wiha tê bersivandin: “Çima ji me re çarenûs e lê ji we re çarenûs nîne.”
 
DAYIKA KURÊ XWE WINDA KIRIYE: AGIR BI MALA MIN KET 
 
Piştî çavdêrî û agahiyên me ji qadê komkirin, em ber bi malbatan ve ketin rê. Dayika Oner Yildiz ku li pey xwe zarokekî 13 û yek jî yê 6 salî hişt, piştî definkirina kurê xwe şîna xwe danîbû û serdan qebûl dikir. Dayika ku hêsir ji çavên wê dibariyan, êşa dilê xwe wiha vegot: “Agir bi mala min ket. 24’ê cotmeh, rojbûna kurê min bû.”
 
 
Me ji malbata Oner ku heya serê sibehê li benda agahiyekê mabû pirsa destpêkirina kar a Oner kir. Malbatê da zanîn ku Oner di sala 2019’an de dest bi kar kiriye. Em ji axaftinê hîn bûn ku bavê Oner jî demeke dirêj di kanê de xebitiye. Dema me ji malbatê pirsa rapora Dadgeha Çavdêriya Darayî kir û birayê Oner mat bû. Birayê Oner, anî ziman ku tu agahiya wan ji raporan tune ye. Li ser vê yekê bavê Oner kete navbera axaftinê û wiha got: “Kes nikare karsazan sûcdar bike. Beriya niha jî ji mirina karkeran, karker bixwe hatibûn sûcdarkirin.” 
 
 ‘JI BO DAYIKÊ DIVÊ XWE LI SER PÊYAN BIGIRIM’ 
 
Piştre me berê xwe da mala Ridvan Acet ê 42 salî ku di faciayê de jiyana xwe ji dest dabû. Di paceyê de kesên ji bo sersaxiyê hatibûn xuya dikirin. Lawê Acet ê li ber derî ji ewil em pêşwazî kirin û wiha got: “41 kes, tê wateya 41 malbatan. Gelek zarok niha êtîm û sêwî man. Dayik û birayê min hene. Ji bo wan divê ez xwe li ser pêyan bigirim. Ez di nav hest û ramanên pir cuda de me.” Acet têkildarî pirsa rapora Dadgeha Çavdêriya Darayî jî ev bersiv da: “Ger ku pirsgirêkeke wiha hebe û ev 4-5 sal e nehatibe çareserkirin, wê demê îhmal heye. Piştî şehîdbûna ewqas mirovan, ma tu vê îhmalê çareser bikî çi ye çareser nekî çi ye. Xweziya ev teqîn pêk nehata.” 
 
GUMANA ‘NECEZAKIRINÊ’
 
Siyasetmedar û hiqûqnas jî tên qadê û piştî her karesatên wiha dibêjin; “Dê hesaba wê were pirsîn û bêceza nemîne.” Lê demên piştre ne têkildarî mijarê daxuyaniyekê didin û ne jî kesek tê binçavkirin. Rayedarên ku bi cil û bergên paqij û utîkirî di daxuyaniyên xwe de van karesatan weke “qeder” pênase dikin, nîşan didin ku dê polîtîkaya bêcezahiştinê bidome. Derdorên muxalîf û hiqûqnas dibêjin ku dê nehêlin îhmala heyî bê veşartin û delîl bên tunekirin. Lê li hêla din ji daxuyaniyên rayedardan xuya dibe ku berpirsyarên vê karesatê jî dê mîna yên din bi “necezakirinê” bên xelatkirin. 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

18/10/2022
15:05 Tirkiyeyê li Başûr di rojekê de 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:57 CHP xala 29’an dibe AYM’ê
14:53 Li Egeyê erdhej çêbû
14:45 Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da
14:34 Sporvana îranî ku agahî jê nedihat girtin daxuyanî da
13:55 KON-MED’ê bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dakevin qadan
13:51 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
13:26 ÎHD: Bila berpirsiyarên karesatê yên rasteqîn bên darizandin
13:14 Emîne Şenyaşar: Ez li benda biryara îstînafê me
13:05 KODAR’ê banga avakirina ‘meclisên bajaran ên xweser’ li çalakvanan kir
12:41 Zarokê ku wesayîta polîsan lê dabû emeliyat bû
12:41 Dadgehê proje betal kiribû lê qeyûm îhaleya hilweşandinê derxist
12:33 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:21 Alayên AKP’ê li bin posterên Erdogan ên derqanûnî hatin daliqandin!
12:18 Nasnameyên HPG’iyên di êrişa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:52 Cenazeyên Urper û Hisên ev 22 roj in li ATK’ê tên sekinandin
11:44 Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin
11:42 Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin
11:17 YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir
11:04 Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire
10:30 Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye
10:07 Erdogan ‘Qanûna Sansurê’ pejirand
09:30 Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin
09:18 Li Xarpêtê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
09:01 Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê!
09:00 'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin'
09:00 Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin