BARTIN - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Fatîh Donmez destnîşan kir ku şewata li kana madenê ya Amasrayê derketî hêj nehatiye vemirandin û wiha got: "Me biryar da ku qadê bigirin.”
Li kana madenê ya girêdayî Midûriyeta Mueseseya Amasrayê ya Saziya Komirê ya Tirkiyeyê ji ber negirtina tevdîran teqîn çêbû û di encamê de 41 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Fatîh Donmez û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag çûn cihê bûyerê. Wezîr Donmez li qadê daxuyanî da û wiha got: “Hewldanên me yên ji bo vemirandina şewata li kanê derketî didomin. Me biryar da ku qadê bigirin.”