NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî baregeha leşkerî ya rejîma Sûriyeyê kir.
Tirkiyeyê bi Balefira Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişî baregeha leşkerî ya rejîma Şamê ya li nêzî gundê Minix a Şehbayê kir. Li gor agahiyên ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); êriş duh bi şev saet di 23.00’yan de pêk hat. Piştî êrişê li baregehê ziyanên madî çêbûn.
Tirkiyeyê 2 meh berê jî baregeha rejîma Şamê ya li Kobanê hedef girtibû.