* Ferît Şenyaşar diyar kir ku îdianameya ku piştî 4 sal û 4 mehan hatiye amadekirin kêm e û got ku divê Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz wekî bersûc bê darizandin.
* Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk û Serokê Giştî yê Haber-Senê Mesût Balkan destnîşan kirin ku dê li dijî "Qanûna Sansurê" mafê nûçeçêkirinê yê rojnamevanan biparêzin.
* Endama HDP'î ya Meclîsa Şarederiya Farqînê Pinar Memîş kirine endama AKP'ê. Memîşê bertek nîşanî vê yekê da û got ku ya hatiye kirin bêexlaqîtî ye.
* Rojnameger Hakki Boltan bal kişand ser astengiyên li ber Rojnameya Xwebûne û wiha got: “Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin."
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 589’emîn de berdewam dike.
* Danişîna doza derbarê endama Meclisa Ciwanên HDP’ê Esengul Kiliç de hatiye vekirin wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin berdewam dikin. (11.00-16.00) ZINDÎ
* Şaxa ÇHD’a Stenbolê têkildarî karesata madene ya li Bartinê ku 41 karkeran jiyana xwe ji dest dane wê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniyê bide. (12.00)
* HDP wê li Meclisê komcivîna xwe li dar bixe. (12.45)
* Danişîna doza derbarê Ammar Hasan, Beşşar Elalî û Mahmût Kendîrcî yên êrişî avahiya navçeya HDP’ê ya Yuregîrê kiribûn de hatiye vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giranê bê dîtin. (14.00-17.00)