WAN - Zarokê bi navê H.A. ê 13 salî ku li Geverê wesayîta polîsan lê dabû, piştî ku ji serê xwe hat emeliyatkirin, derbasî derxistin beşa lênihêrîna awarte.
Di 14’ê cotmehê de li Gever a Colemêrgê wesayîta polîsan a bi cureya Ranger li zarokê bi navê H.A. yê 13 salî da. H.A. bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê û ji mejiyê xwe emeliyat bû. Piştî emeliyatê jî H.A. derbasî beşa lênihêrîna awarte. Hat zanîn ku H.A. dê vêcarê jî ji ber dest û lingên xwe yên şikestî emeliyat bibe.