ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû da zanîn ku dê ji bo betalkirina xala 29’an a Qanûna Sansûrê bibin AYM’ê.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû di civîna koma partiya xwe de axivî. Kiliçdaroglû, di axaftina xwe de bal kişand ser qanûna sansûrê û wiha got: “Em ê xala 29’an a Qanûna Sansûrê bibin Dadgeha Makeqanûnê (AYM).”