AMED - Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kilinç a ku 6 meh bû girtîbû, hat berdan.
Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kilinç beriya niha bi 6 mehan li ser îfadeyên Kezban Kuday ku bûbû îtîrafkar hatibû girtin. Danişîna doza derbarê Esengul Kilinç de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hat lidarxistin. Kilinç ji girtîgehê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û parêzerê wê Mehmet Oner di danişînê de amade bû. Kezban Kuday a ku bûbû îtîrafkar tev li danişînê nebû.
Kilinç di danişînê de axivî û bersiva sûcdariyên li ser xwe da û destnîşan kir ku îtîrafkar Kezban Kuday a ku derbarê wê de îfade daye bêbingeh in. Kilinç xwest were tehliyekirin.
Parêzer Mehmet Oner jî parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî bê berdan.
BIRYARA BERDANÊ
Dadgehê xwest ku Kuday danişînek din li danişînê bê amadekirin û bi şertê kontrola edlî beriyara berdana Kilinç da û danişînek din taloqî 29’ê mijdarê kir.