* Agahî û belgeyên di îdianameyê doza malbata Şenyaşarê de nîşan didin ku dîmenên kamerayên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi awayekî organîzekirî hatine dizîn.
* Rêxistinên elewiyan anîn ziman ku desthilat wekî meseleyeke ewlehiyê li elewiyan mêze dike û Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşiyan jî wekî tayinkirina qeyûm pênase kirin.
* Cotkar Abdûrrahman Kiliçarslan ku piştî 23 salan li Deşta Îdirê pembû çandiye diyar kir ku ji ber mesrefan poşman bûye û got ku berpirsê vê yekê desthilata AKP'ê ye.
* Mûrat Şen ku kurê wî Xemgîn Cizîr (Yahya Şen) li herêma Zapê bi bi çekên kîmyewî hatiye qetilkirin, got: "Kî dibe bila bibe, ew kesê ku çekên kîmyewî bi kar tîne ne wijdan pê re heye ne jî exlaq. Çi li DMME'yê çi jî di qada navneteweyî de, em ê doza heqê zarokên xwe bikin."
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da destnîşan kir ku hovîtiya hatiye kirin li dijî hemû mirovahiy hatiye kirin û rûmeta mirovahiyê bin pê kiriye. Bayindir bang li raya cîhanê kir ku li hember vê yekê rabe.
* Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê ye û got ku dibe ku Tirkiye ji ber van kiryarên xwe bê darizandin.
* Amediyan bi tundî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û wiha gotin: "Çekên ku li cîhanê hatine qedexekirin, çima gava li hember kurdan tên bikaranîn kes deng ji xwe dernaxe? Divê her kes li hemberî vê rabe."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 591'emîn de berdewam bike.
* Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay dê li Navenda Giştî ya partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Komîsyona Destûra Bingehîn û Têkil a Edaletê dê têkildarî Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku ji Meclisê hatiye qûtkirin hevdîtinê bike. (11.00)
* Endamên Komîsyona HDP’ê ya Aboriyê dê li gundên Demîroz, Buyukkonak û Çeltîklî yên bi ser navçeya Haymanayê ve bi cotkaran re bên gel hev. (11.00-15.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê dê di serî de li Amedê û bajarên bakurê Kurdistanê û Stenbolê li dijî Tirkiyeyê ku çekên kîmyewî ya li dijî herêmên başûrê Kurdistanê bikar tîne were şermezarkirin. (12.00-18.30)
* TÎHV wê li gelek bajaran têkildarî xebatkarê xwe yê girtî Bîlal Yildiz civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* Danişîna doza têkildarî Qetlîama Vartînîsê ku hatiye vekirin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê bê lidarxistin. (15.00)
* Festîvala Şanoya Bajêr a Amedê ya 8’emîn dê bi nîşandana lîstika “Hema Hema Jin Elizabeth” li Şanoya Bajêr dest pê bike. (20.30)