ENQERE - Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, têkildarî çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên HPG’ê hatin bikaranîn li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku wê mijarê bibe rojeva Meclîsê.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, têkildarî çekên kîmyewî ku dewleta tirk li dijî gerîlayên HPG’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê bikaranîn, li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî da.
SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
Tanrikûlû, bi bîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Min dîmenên têkildarî îdiayên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn temaşe kirin. Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji sibê û şunde ez ê pêşniyazpirsa xwe ya li ser rastiya dîmenên ku bûne palpiştên îdiayan pêşkeşî rojeva Meclisê bikim. Ecebê ku li dijî van îdiayan daxuyaniyek nehatiye kirin.”