Eşber Yagmurderelî: Abdullah Ocalan rêbertiyeke civakî ye

  • rojane
  • 10:37 20 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Nivîskar Eşber Yagmurderelî diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tenê bi gotineke xwe bi milyonan mirovan têxe nava liv û tevgerê û wiha got: “Abdullah Ocalan tenê weke rêberekî siyasî nenirxînin. Di heman demê de rêbertiyeke civakî ye.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 25’ê adara 2021’an heta niha tu agahî jê nayên girtin. Gelemperiya serlêdanên malbat û parêzeran bêbersiv tên hiştin û di bersivên bi heman piştre de jî hincetên weke “cezayên disiplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên nîşandan. Têkildarî qedexeyên hevdîtinê û biryarên derheqê binpêkirinên mafan ên derheqê cezayê muebbeta giran ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî ev 8 sal in tu gav neavêtine. Li ser serlêdanan, Tirkiyeyê herî dawî bersiv da Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê û li xwe mikûr hat ku li dijî Îmraliyê “hiqûqeke taybet” heye û Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hiştiye. 
 
Nivîskar Eşber Yagmurderelî têkildarî sepanên li dijî Ocalan û bandora wê ya li ser welêt bo ajansa me nirxand. 
 
'ALIYEKÎ HIQÛQÎ YÊ TECRÎDÊ TUNE YE’ 
 
Yagmurderelî, da zanîn ku li welatên mîna Tirkiyeyê desthilatdariyên siyasî nikarin xweguzarî û pêşketinê pêk bînin lewma jî li dijî hemû derdorên muxalîf ên ji bo hebûna xwe weke gefekê dibînin serî li polîtîkaya tecrîdê didin. Bi domdarî Yagmurderelî anî ziman ku di her serdemê de hiqûqa Tirkiyeyê xwe daye aliyê tecrîdê û wiha got: “Pergala tecrîdê weke alaveke tepisandina muxalîfan tê bikaranîn. Li dijî pergala li Rojhilata Navîn ku bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê re teşe girt, herî zêde kurdan li ber xwe da. Girîngtirîn sedema bingehîn a tecrîdkirina Ocalan jî ev e. Lewma jî tundiya herî dijwar, li dijî ‘rêberê manewî’ yê gelê kurd Abdullah Ocalan tê kirin û ev yek tê fêmkirin. Nexwe tu aliyekî hiqûqî yê vê tecrîdê nîne. Dema em ji hêla hiqûqî ve li mijarê dinihêrin, Ocalan ji hêla hiqûqî ve hemwelatiyê Tirkiyeyê ye. Û weke hikûmxwarekî divê ji hemû mafên hiqûqa înfazê sûd bigire. Tenê yek derfeta ragihandinê ya Ocalan tune ye. Ev tiştên ez qala wan dikim, ew tiştin ku hiqûqa navneteweyî hewce dibîne.” 
 
DI ASTA CÎHANÊ DE MÎNAKA HERÎ ŞÊNBER A TECRÎDÊ
 
Bi domdarî Yagmurderelî bal kişand ser biryara DMME’yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê Tirkiye li gorî van biryaran tevbigere. Lê tevî vê yekê jî bi sala ye nahêlin Abdullah Ocalan bi kesekî/ê re hevdîtinê bike. Di asta cîhanê de ev rewş, yek ji mînakên herî şênber ên tecrîdê ne. Dema em di şexsê Abdullah Ocalan de li mijarê dinihêrin, wê demê dibînin bê ka polîtîkayên tecrîdê yên Tirkiyeyê di kîjan astê de ne.” 
 
TECRÎDA KU PÊL BI PÊL BERBELAV BÛ
 
Di berdewamê de Yagmurderelî anî ziman ku Ocalan di asta cîhanê de tê naskirin û qebûlkirin û wiha pê de çû: “Ji hêlekê ve tecrîda li ser Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê rastî bertekan hat. Ne tenê ji hêla hiqûqa neteweyî û navneteweyî ve lê ji hêla nirxên mirovahiyê ve jî tecrîd nayê qebûlkirin. Tiştekî xwezayî ye ku hemû kes li dijî tecrîdê derbikeve. Her çend ku tecrîda girankirî li Ocalan bê ferzkirin jî, ev tecrîd pêl bi pêl li tevahiya muxalîfan hat ferzkirin. Welatê herî zêde girtiyên siyasî lê heyî, Tirkiye ye. ‘Qanûn Têkoşîna li Dijî Terorê’ di sala 1991’an de ket meriyetê. Ji wê rojê heta niha kesên ku weke girtiyên siyasî tên binavkirin, di şevekê de di çarçoveya ‘terorîst’ de hatin pênasekirin. Piştre jî hucreyên yekkesî li girtîgehan hatin avakirin û di mijara hevdîtin û cezayên li dijî girtiyên siyasî de guhertin çêbûn. Anku gav bi gav ber bi polîtîkaya tecrîdê ve çûn. Abdullah Ocalan, sembola tecrîda li Tirkiyeyê ye. Ev tecrîd pêl bi pêl pêş ket û niha bi hezaran kes tên tecrîdkirin.” 
 
BANDORA OCALAN A LI SER MILYONAN
 
Yagmurderelî, got ku tecrîda li ser Ocalan têkiliya xwe bi bandora wî ya li ser girseyan heye û ev nirxandin kir: “Ocalan, tenê bi gotineke xwe bi milyonan kesan têxe nava liv û tevgerê. Dixwazin bandora Ocalan a li ser girseyan bi rêya tecrîdê tune bikin. Ocalan tecrîd dikin, ji her cureyên peywendîdanînê bêpar hatiye hiştin û heke gotin di cih de be dixwazin mehkûmî neyiyekê û jibîrkirinê bikin. Li ser tecrîdê dixwazin peyameke wiha bidin gelê kurd jî; ‘Li dij dernekevin, muxalefetê nekin, serî bitewînin.’ Anku desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê tiştên ku dixwest li ser Ocalan bi dest bixe hêj bi dest nexistine lewma jî tecrîdê didomîne û hêj girantir dike.” 
 
PEYWIRÊN DIKEVIN SER MILÊ MUXALEFETÊ
 
Nivîskar Eşber Yagmurderelî bal kişand ser bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûbû serdana Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Bêdengiya wan, berdewamiya polîtîkaya tecrîdê ye. Heke li welatekî azadî û demokrasî pêş neketibe, li wî welatî hizra xwedîderketina li azadiyan jî pêş nakeve. Lewma jî tevahiya qanûn, di mijara nirxên mirovahiyê de xwedî tu wateyekî nînin. Ji ber vê yekê, divê muxalefet tevî her tiştî li ser bingeha hiqûqî, nasnameya xwe ya hiqûqî nîşan bide û têkoşîna demokratîk û siyasî bimeşîne. Dîrok, bi vî awayî dikare pêş bikeve. Anku desthilatdariya siyasî tecrîdê ji holê ranake. Bi vî tarzê heyî mimkin nîne ku desthilatdariyê bidin zorê. Dîrok, peywirê li milên her kesî bar dike. Heke desthilatdariya siyasî ji bo ku cihê xwe bernede serî li her rê û rêbazê bide, muxalefet jî neçare ku hemû rêbazên demokratîk bi kar bîne. Divê ji bo vê xwe paşve nede.” 
 
‘ÇARESERÎ TÊKOŞÎN E’ 
 
Eşber Yagmurderelî bi lêv kir ku heta ku desthilatdariya siyasî û feraset neguhere dê polîtîkayên tecrîdê jî neguherin û wiha derbirî: “Îran, bi roja ye li ser pêyan e. Berxwedaneke mezin raber dike. Heke mirov heman tiştan bo Ocalan neke û bi awayekî li benda kirinên Ewropayê be, ev yek gelek bi aqilane nîne. Çareserî, bi têkoşîna siyasî ya mirovên li ser vê xakê dijîn pêkan e. Anku hevnegirtin li hundir e û çareserî ne di hiqûqê de lê di siyasetê de ye. Ji ber ku di vê mijarê de hiqûqê tişta ku dibêje jixwe gotiye. Li hemberî ewqas qeydên hiqûqê, sepanên Tirkiyeyê mîna pêkenokan dimînin.  Anku dadgehên herêmî, biryarên dadgeha makeqanûnê nas nakin û pê nakin. Ev yek di dewleteke hiqûqê de skandal e.” 
 
'OCALAN RÊBERTIYEKE CIVAKÎ YE’
 
Yagmurderelî, destnîşan kir ku di serî de gelê kurd, bandora Ocalan li ser gelên Rojhilata Navîn heye û axaftina xwe wiha qedand: “Otorîteyeke mezin a manewî ya Ocalan li ser kurdan heye. Di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn tu rêbereke gelê kurd bi qasî Abdullah Ocalan xwedî otorîteyeke manewî ya ewqas mezin û mayînde nebû. Têkoşîneke ku 40 salan didome heye. Heta 40 sal berê dinyayê qala kurdan nedikir lê îro qal dikin. Heke îro dinya qala kurdan bike û kurd derketibin ser dika dîrokê, di vê mijarê de aktorê sereke Abdullah Ocalan e. Heke li vî welatî îro jin bi taybet jî jinên kurd azad bin û ji siyasetê heta civak û her qadên civakê de cih girtibin, di vê mijarê de bandora Ocalan zêde ye. Divê kesek tevgera kurd û Abdullah Ocalan weke rêbertiyeke siyasî nebîne, di heman demê de rêbertiyeke civakî ye. Ji ber ku Abdullah Ocalan tevgereke siyasî ya ku civakek bi tevahî guherandî ava kir. Heta niha tu pêşengekî kurdan nekarî vê bike. Her çende ku ji bo Ocalan nekarî destwerdanê li bûyer û siyasetê bike hemû derfet ji dest hatibi girtin jî,  dê bandora wî ya ji demên berê li Tirkiyeyê rê li ber siyasetê veke. Tecrîd dê wê demê rabe.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

21/10/2022
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin
15:04 Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:54 Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
14:10 Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin
13:50 Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne
13:45 TAJÊ’yê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
13:33 50 sal cezayê hefsê dan cerdevanê tecawizkar
13:31 Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî
13:20 Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya
13:18 Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir!
13:16 Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn
13:01 Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin
12:56 Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin
12:31 Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn
11:22 Fakibaba yê AKP’î ji partiya xwe û parlamenteriyê îstîfa kir
11:19 Bûldan û Sancar ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
10:55 Taşdemîr: Bi nêzîkatiya tolhildanê nêzî Aysel Tûglûk dibin
10:37 Eşber Yagmurderelî: Abdullah Ocalan rêbertiyeke civakî ye
10:36 Goksungur: Çalakiyên li dijî tecrîdê dê li ber OPCW berdewam bikin
10:08 Tanrikûlû yê CHP’î bertek nîşanî çekên kîmyewî da: Ez ê pêşkêşî rojeva Meclisê bikim
10:04 'Ker û lalîtiya cîhanê ya ji bo çekên kîmyewî nayê qebûlkirin'
09:03 Parêzer Balsak: Tirkiye peymanan binpê dike, dibe ku bê darizandin
09:03 Bavê Xemgîn ê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:02 Piştî 23 salan pembû danî, lê poşman bû!
09:01 ‘Bi avakirina Serokatiya Cemxaneyê dixwazin qeyûm tayinî elewîtiyê bikin'
09:00 Dîmenên li nexweşxaneyê bi awayekî organîzekirî hatin tunekirin!
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2022'YAN
19/10/2022
20:03 Nameya KCD-E'yê ya ji bo OPCW'yê: Dest ji vê bêdengiya xwe berdin!
19:21 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kirin
17:24 Nobeta Edaletê: Em ê mafên xwe biparêzin
17:16 Ciwanên welatparêz li dijî êrişên çêken kîmyewî meşiyan
17:05 Meclisa Tenduristiyê ya KCD’e: Ev sûc tenê li dijî gelê kurd û gerîlayên wan nayên kirin
17:02 Kesên ku polîsan li Kadikoyê tundî li wan kiribûn wê giliyê bikin
16:37 Turan: Tifaqa AKP-MHP’ê qaseya baronên şer tije dike
16:33 ANYAKAY-DER serdana çalakiya GOÇÎZDER’ê kir
16:11 Komkujiyên kanên madenan ne fitrat ne jî qeder in
16:04 OPCW’ê bersiva pirsa ‘çekên kîmyewî’ da: Heta dewlet nexwazin em nikarin lêkolîn bikin
15:48 Li girtîgehên Egeyê di 6 mehan de herî kêm 572 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:47 Îlham Ehmed: Yên ku li dijî çekên kîmyewî bêdeng dimînin hevkarên sûc in
15:38 SYKP’ê pankarta ‘dewleta tirk sûcê li dijî mirovahiyê dike’ daliqand
15:31 Erdogan li ser hejmara zarokan dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan da
15:22 Şaxa SES’ê ya Amedê: Heke daxwazên me neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe mezintir bikin
15:19 Têkoşîna Emîne Şenyaşar bû belgefîlm
14:55 Dayikên Aştiyê: PDK hevkarê vê komkujiyê ye
14:44 Di Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Ozgur Gundemê de daxwaz redkirina dadger
14:19 RJAK: Divê gel li dijî vê bêwijdaniyê dakeve kolanan
14:13 Danişîna Doza 10’ê Cotmehê ku li Dadgeha Bilind hatibû xerakirin hat dîtin
13:54 Şîrikiya Tirkiyeyê û PDK’ê ya kîmyewî
13:27 Li Girtîgeha Êlihê 3 jinên siyasetmedar hatin sirgunkirin
13:17 Cenazeyê Urper piştî 23 rojan hate veşartin
13:07 Li DTSO’yê cara ewil seroka meclisê ya jin hate hilbijartin
12:50 ‘Heke bi qanûnên xwe bikirana dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan’
12:50 ‘Li Kurdistanê di bin navê ol de li dijî Rêya Sêyemîn pêngavek tê pêşxistin’
11:57 Qeyûm otogara ku bi 2 milyonan çêkir bi bihayê 22 milyon û 550 hezar TL’an da îhaleyê
11:04 KCD, TJA, HDP, DBP: Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê hemû kes bikeve nava tevgerê
11:01 KNK: Rewş awarte ye, roj roja berxwedanê ye
10:45 Li Erdîşê bi ser malan de girtin: Hevseroka HDP’ê hat binçavkirin
10:42 Qeyûmê Cizîrê ji bo mîhrîcanê alavên sporê yên parkê jê kirin
10:40 Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ji sedî 90’î girtiyan hatin sirgunkirin
10:36 Rojnameger Ozdemîr: Li Iraqê her aliyê ku winda kirî xwe serkeftî nîşan da
09:06 Li girtiyên ku kamerayên odeya wan temaşe kirine şikandine ceza hatiye birîn
09:04 Mîhrîcana Şonaya Bajêr a Amedê sibê dest pê dike
09:02 Li girtiyê ku berdana wî 2 caran hatiye taloqkirin cardin 'poşmanîtî' tê ferzkirin!
09:01 Dayika ku 7 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Kesê xwedî wijdan dê tev li mîhrîcanê nebe
09:01 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2022'YAN
18/10/2022
22:39 Li hemberî Asayîşa Êzidxanê êrişek pêk hat: 4 kes birîndar bûn
19:27 HDP'ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bang li raya demokratîk kir
19:10 ESP: Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike
18:35 RSF: Li Îranê 41 rojnamevan hatine girtin
16:48 Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin
16:30 Xwendekara ku sirûda pesnê Hamaney dide nexwend hat qetilkirin
16:19 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de ji bo ku bersûc ‘heqê ziyanê’ bidin dem hat dayîn
16:01 Malbatên girtiyan peyama berxwedana li dijî zilmê dan
15:37 Di ‘Plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê de tiştek neguherî
15:05 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat berdan