NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ANF’ê dewleta tirk duh jî 16 caran çek û bombeyên kîmyewî bikaranîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Di nûçeyê de hate ragihandin ku di 19’ê cotmehê de 16 caran çek û bombeyên kîmyewî yên qedexe avêtine tunelan.