Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî

  • rojane
  • 09:02 21 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzvana mafên mirovan Kîraz Bîçîcî bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî rexne kir û li aqûbeta raporên otopsiya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane pirsî. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê nîsanê ve didomin. Di êrîşên ku bi piştgiriya PDK'ê pêk tên de, çekên ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve hatine qedexekirin tên bikaranîn. Navenda Parastina Gel (NPG) di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku dewleta tirk di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku di mehên tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karker 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn jî hatibûn belavkirin. 
 
Tirkiyeyê di 12'ê Gulana 2001'ê de jî li Tepeyê Bejê yê navçeya Çêrmê ya Çewligê bi çekên kîmyewî 20 gerîlayên PKK'ê qetil kiribûn. Wê demê şandeyeke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çûbû li cihê bûyerê lêkolîn kiribûn. Ji kesên di wê şandeyê de yek jê Kîraz Bîçîcî bû. Bîçîçî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve û helwesta saziyên navneteweyî nirxand. 
 
SIYASETA ÎNKAR Û QIRKIRINÊ
 
Biçîcî anî ziman ku Tirkiyeyê gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye û got ku çekên kîmyewî cara yekem di sala 1938'an de li Dêrsimê hatine bikaranîn. Bîçîciyê diyar kir ku Tirkiye bi aramnca "înkar û qirkirinê" serî li bikaranîna çekên kîmyewî dide û got: “Tu sedemeke din nîn e. Ji ber ku nikare serî pê re derxe înkar dike. Tiştekî hûn hebûna wê înkar bikin, hûn ê bi hêsanî çawa serî pê re derxin? Hûn ê bi qirkirinê serî pê re derxin." 
 
Bîçîciyê destnîşan kir ku Tirkiye guh li tu astengiyan nake û wiha got: "Tenê astengiyek heye ew jî têkoşîna gel e."
 
NIKARIN XWE BIGIHÎNIN RAPORÊN OTOPSIYÊ 
 
Bîçîcî bal kişand ser rapora ku der barê çekên kîmyewî de belav kirine û got ku berê dikaribûn xwe bigihînin raporên otopsiyê yên gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dane, lê niha na. Bîçîcî bilêv kir ku lewma dewlet dixwaze êrişên bi çekên kîmyewî "rewa" bike û wiha got: "Me wê demê xwe gihandibû raporan. Encamên êrişên bi çekên kîmyewî, raporên otopsiyê yên gerîlayên ku wê demê bi çekên kîmyewî re rû bi rû mabûn di dest me de bûn. Lê niha ji van kîjan did est me de ne? Em dikarin xwe bigihînin kîjanî ji wan?"
 
FIKAR ZÊDE DIBIN
 
Bîçîcî diyar kir ku 17 endamên HPG'ê yên ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane fikar zêde kirine û bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên navneteweyî da. Bîçîcî ev tişt gotin: “Her kes xwe li kor û kerîtiyê datîne. Gava berjewnediyên dewletan li hev derneyên, li ber çekên kîmyewî radibin, lê gava bi hev re bin piştgiriya hev dikin. Dewleta Tirkiyeyê jî vê yekê baş bi kar tîne. Lewma ev yekê dê bi 17 gerîlayan sînrodarkirî nemîne û wis axuya dike bikaranîna çekên kîmyewî dê zêde bibe. Bi taybetî ji ber ku dewleta Tirkiyeyê di olîtîkaya navxweyî de xitimiye vî şerî gurtir dike." 
 
PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ
 
Bîçîcî destnîşan kir ku îmzeya Tirkiyeyê li binî gelek peymanên navneteweyî heye û wiha got: "Lê li gorî kîjanê tevdigere? Ji îşkenceyê bigire heya binpêkirina mafê azadiya fikr û ramanê... li gorî kîjanî tevdigere? Li gorî dilê xwe hereket dike. Di polîtîkaya navxweyî de pêdivî bi polîtîkayeke şer heye. Pêdivî bi rageşiyekê, bi pevçûneke navxweyî heye. Lewma çi zilm hebe dê bike." 
 
TÊKOŞÎNA GELAN
 
Bîçîcî bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî ya ji bo êrişan jî rexne kir û wiha got: "Xuya ye bê daxwazên me, serlêdanên me bi tiştine çi qasî sûkî di ser guhê xwe re davêjin. Naxwazin qîrînên me bibihîsin. Lê gel dikarin bi hêza xwe ya cewherî serî bi vê re derxin. Yan na xêra tu dewletan nagihê kesî." 
 
MA / Rukiye Adiguzel
 

Sernavên din

23/10/2022
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan