'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'

  • jin
  • 09:02 21 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Jinên endamên Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin: "Tirkiye ji bo hêrsa xwe ya têkçûnê berê xwe dide van êrişan. Divê gel pêşî li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bigirin."
 
Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 17’ê Nîsanê de êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe dike. Dewleta tirk di van êrişan de heya niha 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) dewleta tirkî di van êrişan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosforê bi kar tîne. Dîsa li gorî daxuyaniyê, di tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên endamên HPG'ê tesîr ji çekên kîmyewî girtibûn jî hatin belavkirin. 
 
Jinên endamên Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê, bertek nîşanî êrişên bi çekên kîmyewî dan. 
 
‘SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ NAYÊ EFÛKIRIN'
 
Yeşîm Tûna Kiziltoprak diyar kir ku şer ewilî bandorê li jin û zarokan dike û wiha got: "Awayê şer çi dibe bila bibe, sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Lewma ez bi nefret qetilkirina mirovan a bi êrişên kîmyewî şermezar dikim. Tu sûcekî bi qasî ku zilma mirova li mirov dike, mirov naêşîne. Lê dîrokê tu carî sûcê li hemberî mirovahiyê efû nekiriye, dê neke. Çendî kesên ku bûn sedeam Hîroşîmayê û gelek şeran nehatibin darizandin jî, lê li bara wijdanê gelan hatine darizandin."
 
Kiziltoprak destnîşan kir ku ji bo rabûna li ber şer divê ji bo ciwanan hin xebat bên kirin û wiha got: "Wekî Aram Tîgran gotiye, ez hêvî dikim ku hemû çek bibin def, zirne û cumbuş. Aştî jiyan e, şer mirin e. Navê din ê şer wêranî û feqîrî ye. Ez careke din êrişa bi çekên kîmyewî şermezar dikim. Dilê min diêşe." 
 
YA DIPERPITE MIROVAHÎ YE!
 
Endama 3İnîsiyatîfê Dîdar Gul jî diyar kir ku şerê herî giran li erdnîgariya kurdan tê kirin û got ku mînaka herî dawî jî êrîşên bi çekên kîmyewî ye. Gul destnîşan kir ku çekên kîmyewî hem sûcê şer e hem jî sûcê li hemberî mirovahiyê ye û wiha got: "Em hemû mecbûr man li wan dîmenan temaşe bikin. Me li wir perpitînek dît. Heqê tu kesî tune ye tiştekî wiha li hin kesên din bike. Em wiha difikirin ku li beramberî vê bilindkirina soza aştiyê watedar e. Gava înîsiyatîfa hat avakirin, em ji bo li dijî hemû awayên şer bitêkoşin bi rê ketin. Niha pir eşkere ye ku bê daxwaza ji bo aştiyê çi qas girîng e û têkoşîneke bibandor e." 
 
Gul destnîşan kir ku divê kesên çekên kîmyewî bikar tînin bên darizandin û hesab bidin kesên ku ji şer bandor girtine û wiha got: "Em ji bo aştiyê têdikoşin. Polîtîkayên koledar û asîmîlasyonê yên li ser gelê kurd, em di hewldanên ji bo kuştina Aysel Tûglûkê û çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn de dibînin. Em ê li dijî vê têkoşîna jinan û ya aştiyê xurttir bikin."
 
'HÊZÊN EMPERYAL JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BÊDENG IN'
 
Berfîn Buyukertaş jî diyar kir ku ev operasyon û êriş ne ji bo "bekaya gelan" in û got ku desthilat ji bo qoltixa xwe tekûz bike û li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe ava bike van êrişan pêk tîne. Buyukertaş wiha got: "Kuştina mirovan a bi çekên kîmyewî şerekî dijmirovahiyê ye. Bêguman ne li ser zemîna şer e. Niha ji bo wan nîşan dide ku şer hatiye kîjan sînorî. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji bo qoltix ji dest neçe hem li derve hem jî li hundir pêngavine dijmirovahî dike. Niha li Kurdistanê vê yekê bi çekên kîmyewî nîşan dide." 
 
Buyukertaş destnîşan kir ku di van êrişan de berjwendiyên emperyal hene û wiha got: "Ji Rûsyayê heta Amerîkayê gelek welat çav berdane çavkaniyên xwezayî yên herêmê. Ji ber vê yekê cîhan li hemberî vî sûcê dijmirovahiyê yên bi çekên kîmyewî tê kirin xwe li bêdengiyê datîne. Li dijî vê, pêwîst e ku derdorên demokratîk û hemû dengê xwe bilind bikin."
 
Endama Înîsiyatîfê Sîbel Orkmen jî diyar kir ku şer û sûcên şer ên ji aliyê mêran ve tên kirin ne nû ne. Orkmen wiha got: "Lê di vê sedsalê de pêkanîna tiştekî wiha şerm e. Min nikaribû li wan dîmenan temaşe bikim. Divê êdî em pêşî li ber vê bigirin. Divê şer xwedî hiqûq û exlaqê be. Tirkiye bi salan e vî şerî dike. Çendî xwedî artêşeke mezin e jî, lê bi ser nakeve. Ji bo hêrsa xwe ya têkçûnê berê xwe dide van êrişan. Her ku têk diçe bêtir qeterehmî dibe Divê tevahiya gelê Tirkiyeyê pêşî li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bigirin."

Sernavên din

23/10/2022
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan