Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne

  • rojane
  • 09:03 21 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî qetlîama bi çekên kîmyewî dan û gotin ku ev kiryar li dijî mirovahiyê ye û Barzanî jî şirîk e. 
 
Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe de çekên kîmyewî bi kar tîne. Herî dawî Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) ên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî dîmenên 2 encamên HPG'ê ku ji çekên kîmyewî bibandor bûbûn belav kirin. Piştî van dîmenan gelek derdor, rêxistin, sazî û partiyên siyasî bertek nîşan dan û hêrsa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didome. Dayikên Aştiyê jî bertek nîşanê vê yekê dan û gotin ku bila her kes li dijî vê kiryarê deng derxe.
 
‘ÎRO EM ŞÎV BIN, EW JÎ DÊ PAŞÎV BIN'
 
Dayika Aştiyê Sebîha Tamdîş da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Tamdîş diyar kir ku dibêjin mafên mirovan heye û wiha pirsî: "Ma qey kes kurdan mirov nahesibîne?" Tamdîşê wiha got: “Zarokên me tev bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Ma tu kes vê yekê nabîne û kezeba wan naşewite. Ewropa li ku ye, çima serê xwe ranakin û nabînin? Ma ev tişt ne sûc e?”
 
BANGAWAZÎ
 
Tamdîş li dijî vê yekê bang kir û wiha got: “Pêşiyê bang li Barzanî dikim. Heke Barzanî alîkariya wan nekira, ew nikaribûn bikevin wir. Îro em şîv in, lê ew jî paşîv in. Sibê dê bizîvirin wan jî. Bila hêşê xwe bîne serê xwe. Pêwîste kurd tev rabin ser pêyan û bibêjin êdî bes e. Em wan tevan şermezar dikin.”
 
Dayika Aştiyê Qiymet Çoreşoglû jî diyar kir ku tişta hatiye kirin li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Çawa ev qas mirovan qetil dikin û xwe mirov dihesibînin. Kes vî tiştî qebûl nake. Bila Mafên Mirovan ya Ewropayê berpirsiyariya xwe bi cîh bîne û gelê kurd jî rabe ser pêyan. Em vê kiryarê şermezar dikin.”
 
‘HEKE PDK DESTÛR NEDE, EW NIKARIN VÎ TIŞTÎ BIKIN’
 
Dayika Aştiyê Mevlûde Atsiz jî destnîşan kir ku êrişa bi çekên kimyewî û kesên ev êriş kirine tevde şermezar dikin û vê yekê qebûl nakin. Atsiz wiha got: “Em dayik in û hetanî em hebin em ê li pey zarokên xwe bin. Hêvîdar im agir li mala wan kesên ku van tiştên li dijî mirovahiyê dike bikeve. Çawa kezeba me dayikan dişewite, kezeba wan jî wisa bişewite. Xwedê bela PDK’ê bide. Ev tişt giş bi destê PDK’ê bûn. Heke PDK destûr nede ew nikarin vî tiştî bikin. Em qebûl nakin û heya ku em hebin em ê li ser vê yekê bisekinin. Bila kurd tev li hemberî van tiştan rabin û bêdeng nemînin. Çi dikeve ser milê kê bila bike û li ber xwe bidin.”
 
BARZANÎ ŞERMEZAR KIRIN
 
Dayika Aştiyê Emîne Denîz jî diyar kir ku ew tevahiya dewletên Ewropayê şermezar dikin û got ku ev yek di destê dewletan de ye. Denîz wiha pê de çû: “Çekên kîmyewî li her derê cîhanê qedexe ne. Ma ji bo kurdan tenê serbest e? Heke dewlet nede, ew nikarin bi kar bînin. Her wiha Barzanî jî hevkarê vê kiryarê ye. Ez Barzanî şermezar dikim. Sed heyf ku navê kurdîtiyê li ser e û xwîna kurdan pê re ye. Ji ber van bûyerên ku diqewimin xew nakeve çavên me. Kesê ku xwedî wijdan be nikare li wan dîmenan binêre. Tu dayik nikarin vê yekê rakin. Em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin.” 
 
Denîz axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: “Em bang li hemû kesên ku dibêje em mirov in dikin. Kurd, tirk, ereb, çerkez, laz kî dibe bila bibe pêwîst e li dijî vê wehşetê serê xwe bilind bike û çi ji destê kê tê bike. Tu dayik vê wehşetê qebûl nakin û tu dayîk nikarin vê wehşetê rakin. Bila her kurd serferber bibe û çi ji destê wan tê bikein. Em careke din wan şermezar dikin û lanet dikin.”
 

Sernavên din

23/10/2022
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan