Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê

  • rojane
  • 09:04 22 Cotmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku divê li çar perçeyên Kurdistanê kurd seferber bibin û îşaret bi çalakiya mertalên zindî kir. Karamûs got: "Bêguman ev erk ne tenê ya kurdan e, ev erke ya hemû mirovahiyê ye, erka hêzên demokrasîxwaz û hêzên navneteweyî û OPWC'yê ye jî." 

Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê êrîş dabûn destpêkirin. Tirkiyeyê heta niha ji êrîşên ku ji hewa û bêjahiyê ve bi hevkariya PDK'ê dike tu encameke berbiçav negirtiye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG), Tirkiyeyê di 6 mehan de 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî êrîş pêk anîne û di meha Îlon û Cotmehê de 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkîldarî bikaranîna çekên kîmyewî axivî.
 
'EV TENÊ NE ERKA KURDAn, ERKA HER KESÎ YE'
 
Hevserokê KNK'ê Karamûs anî ziman ku dewleta tirkî peymana ku îmzeya wê li binî binpê dike. Karamûs dîmenên 2 endamên HPG'ê yên tesîr ji çekên kîmyewî girtibûn bibîr xistin û wiha got: "Li gorî peymana 1994'an saziyeke bi navê OPWC'ê hat avakirin. Ev sazî jî çekên kîmyewî yên qedexe lêkolîn dike û li gorî vê peymanê helwestê nîşanî dewletên ku çekên kîmyewî yê qedexe bi kar tîne dide. Bêguman dewleta tirk jî yek ji van dewletan e ku tevî 198 dewletan ev peyman îmze kiriye. Li gorî peymanê çêkirina çekên kîmyewî, stokkirina wan û bikaranîna wan qedexe ye. Lê ew peymana ku dewleta tirkî bi xwe jî îmze daniye binî û endameke OPWC'yê ye, van qanûn û peymanan binpê dike. Dewleta tirkî îro qanûnên şer jî bînpê dike. Ev erkek e ku li hemberî van dewletan yan jî ew hêzên ku çekên kîmyewî bikar anîne seferberiyek bê îlankirin. Bêguman ev erk ne tenê ya kurdan e, ev erk ya hemû mirovahiyê ye, erka hêzên demokrasîxwaz û hêzên navneteweyî û OPWC'yê ye jî."
 
'DÊ TIM DI ROJEVA ME DE BE'
 
Karamûs destnîşan kir ku dewletên ku îmze danîne bin vê peymanê pêwîst e li gor wê tevbigerin û lêkolînê bikin û wiha got: "Bila biçin cihê ku dewleta tirkî çekên kîmyewî bi kar tîne lêkolînê bikin. Li gorî wê jî li hemberî dewleta tirkî biryarê bigirin. Ew şervanên azadiyê zarokên gelê kurd in. Demeke dirêje ku bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva me de ye. Em bi tu awayî wê ji rojeva xwe jî dernaxin. Dewleta tirkî bi awayekî berfireh êrîşên bi çekên kîmyewî dike. Çimkî êdî li hemberî berxwedanê tu çareya dewleta tirkî nemaye. Lewma her cure çekên kîmyewî yê qedexekirî bikar tîne."
 
'ZAGONÊN PEYMANÊ BINPÊ DIKE'
 
Karamûs diyar kir ku dewleta tirkî li dijî gelê kurd serî li her cureyê komkujiyê dide. Karamûs bibîr xist ku raporên ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatine amadekirin ji OPWC, Konseya Yekitiya Ewropayö û gelek welatên cuda re hatine şandin û got ku li dijî van pêkanînan plansaziyeke wan heye. KAramûs wiha domand: "Plansiziyek me heye ku li tevahiya Ewropayê gelê kurd li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirkî ya dagirker seferber bibe û dakeve kolanan. Erkeke mezin dikeve ser milên saziyên Kurdistanî. Divê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Divê li hemberî dewleta tirkî helwest bê girtin."
 
Karamûs destnîşan kir ku dewleta tirkî ku bi xwe îmze daniye binî peymanê bi tu awayî qanûnên hatine qebûlkirin qebûl nake û wan binpê dike. Karamûs bilêv kir ku dema mesele tê ser kurdan, dewleta tirkî bi tu awayî qanûn û peymanên navneteweyî esas nagire û ev tişt gotin: "Hevdîtin û ziyaretên me yên bi hêzên navneteweyî re didomin. Ji xwe têra xwe delîl û îspat di destê me de hene. Em van delîlan jî wê ji herkesî re bişinin. Ev demeke seferberiyê ye. Ew dewletên di bin sîwana NATO'yê de ne jî bila erka xwe pêk bînin. Em ê vê bişopînin. Çi bi rêya hevdîtinan û çi jî bi xwepêşandanan em ê bidomînin."
 
OPWC XWE LI NEDÎTINÊ DATÎNE
 
Karamûs bal kişand ser bêdengiya OPWC'yê jî û got ku OPWC bi tu awayî peywira xwe pêk nayne. Karamûs bibîr xist ku heya niha saziyên Kurdistanî gelek caran serî li OPWC'yê dane da ku biçe herêmê lêkolînan bike û wiha got: "Lê mixabin OPWC saziyeke wekî pêkhateyên dewletan e. Tirkiye jî yek ji endamê vê rêxistinê ye. Dema ku serlêdan tê kirin rêveberiya OPWC'yê dibêje, 'tenê dewlet dikarin serlêdanê bikin.'" Karamüs destnîşan kir ku ev helwesta OPWC'yê bêexlaqîtî ye û wiha got: "Di peyman û zagonên wan de ev nayê qebûlkirin. Ne pêwîst e ku dewletek serlêdanê bike. Peywira te ew e ku tu wan delîlên bikaranîna çekên kîmyewî îspat bikî. Ji xwe delîl û îspat li ber destê te hene. Aşkere ye ku OPWC ji bo dewleta tirkî xwe li nedîtinê datîne. Ev bi serê xwe durîtî ye û bêwîjdanî ye. Bi cidiyet nakeve nav lîv û tevgerê. Ew delîlên li ber destê xwe lêkolîn nake. Prensîb û erka xwe pêk nayne. Em ê di 1'ê Mijdarê de Denhayê xwepêşandaneke navendî li dar bixin li hemberî OPWC'yê. Di vî warî de dosya, delîl û rapor di destê me de hene. Em ê wan deynin ber deriyê OPWC'yê. Li ber destê me delîl û îspat zêde dibin. Em ê wan ji cihê pêwendîdar re bişinin."
 
'TIRKIYE JI BÊDENGIYÊ CESARETÊ DIGIRE'
 
Karamûs bi lêv kir ku tevî hemû delîl û îspatan jî OPWC bêcidiyet nêzî meseleyê dibe û got ku gava berjwendiyên hin dewletan tê de hebin demildest dest bi lêkolînan dikin û wiha domand: "Mînak, çend sal beriya niha li Sûriye û Îraqê û çend deverên din, ji ber ku berjwendiyên wan tê de hebûn yekser ketin nava liv û tevgerê û dest bi lêkolînan kirin. Em saziyên bi vî rengî baş nas dikin û dizanîn. OPWC li gorî peyman û qanûnên xwe tevnagere. Ew berjewendiyên dewletan esas digire."
 
Karamûs destnîşan kir ku li gor tiştên heta niha hatine îspatkirin dewleta tirkî 6-7 cureyên çekên kîmyewî bi kar anîne û ji bo vê got: "Me li ser vê raporek berfireh amade kir û bi raya giştî re parve kir. Dewleta tirkî ji bêdengiyê cesaret distîne. Bêdengî doza bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir dike. Di demên dawî de taktîk nûkleer jî bi kar tîne. Taktîk nukleer bombeya atomî ye. Her cureyê çekan bi kar tîne. Lê diyar e ku OPWC dizane û li gorî berjewendiyên xwe helwestê diyar dike."
 
Karamûs anî ziman ku divê dostên kurdan li dijî van pêkanînan têkevin nava liv û tevgerê û zextê li saziyên wekî OPWC'yê bikin ku ev sazî karê xwe bikin. Karamûs wiha got: "Heke wisa nebe wê metirsiyeke mezin wê rû bide. Êdî tu qanûn, prensîb ji dewleta tirki re ne girîng in. Ji ber wê jî ji wan re gelek hêsan e ku van çekan bi kar bînin. Wezîrê wan Hûlûsî Akar bi xwe dibêje, 'em çekên kîmyewî bi kar tînin.' Generalê wan derdikevin û dibêjin, 'em her cureyê çekên ku taktîk nukleer jî di nav de li hemberî terorîstan bi kar tînin.' Ew bi xwe dibêjin. Gelo ji bo OPWC ev daxuyanî ne bes in ku rabe lêkolînê bike? Lê ji ber berjewendiyên  xwe, xwe bêdeng dikin." 
 
'PDK ASTENG DIKE'
 
Karamûs da zanîn ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ew ê di asta navneteweyî de hewledanên xwe bidomînin û wiha berdewam kir: "Ji bo parastina azadiyê û aştiyê ku divê çalakiyên wekî mertalên zindî bên kirin û bi vî awayî biçin herêmê. Lê çûna wê herêmê bi hêsanî pêk nayê. Pirsgirêkek me kurdan heye. Desthilatdariya Başûr di wê hêlê de xwe bêdeng dike. Ew sucdar in ku rê li çalakvanên aştîxwaz digirin û rê nade ku kesek jî biçe herêmê û lêkolînan bike. PDK rê nade. Gelek şandeyan xwestin ku lêkolînê bikin lê hêzên PDK'ê astengî dan ber wan. Heta ku kesên mexdûrê çekên kîmyewî jî hatin astengkirin. Lê gelê kurd ne bêçare ye. Gelê kurd wê çalakiyên xwe bi şêwazên cuda pêk bîne."
 
BANGAWAZÎ
 
Karamûs xwest ku her kes erka xwe ya însanî pêk bîne û bang li bijîşkên kurd kir ku di asta navneteweyî de rola ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Karamûs di dawiyê de got: "Ji bo ku em raya giştî ya navneteweyî bixin nava liv û tevgerê divê em dengê xwe derxin. Divê her kurd xwedî wijdan be. Kî xwedî wijdan û exleq be divê bi awayekî çalak li hemberî vê derkeve. Bikaranîna çekên kîmyewî bêexlaqî ye. Bi hezaran bijîşkên kurd hene. Divê her bijîşkek kurd destê xwe deyne ser wijdana xwe û rabe ser pêyan û bikin ku saziyên navdewletî, saziya Tendûristiym ya Cîhanî tevbigere. Heta ew nexweşxaneyên ku qurbaniyên çekên kîmyewî diçin wan, dikarin raporên li ber destê xwe belav bikin. Banga min ji kurdê 7 salî heta yê 70 saliyan, divê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Ji ber ku ev kesên dibin hedefa çekên kîmyewî zarokên gelê kurd in. Ew cangoriyên azadiya welatê xwe ne. Ew kesên ku di vê pêvajoyê de bêdeng dimînin divê ji xwe pirs bikin. Divê kurd ji xwe vê pirsê bikin, 'Dema li Hîroşîmayê ev çek hatin bikaranîn dinya rabû ser pêyan, lê ji bo çi niha li hemberî gelê kurd bêdeng e?' Divê her kes bi wijdanî tevbigere. Ji destê welatparezan çi bê divê bikin."
 

Sernavên din

23/10/2022
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan