NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Gokay Akbûlût serî li OPCW’ê da û xwest derbarê Tirkiye ya ku sûcên şer ên bi çekên kîmyewî dike, lêpirsînek were destpêkirin.
Tevî ku gelê kurd û saziyên civakî yên sivîl bang dikin ku OPCW’ê derbarê dewleta tirk a ku li dijî gerîlayên PKK'ê çekên kîmyewî bi kar aniye jî lêpirsîn nedaye destpêkirin. Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Gokay Akbûlût ji bo ku OPCW gavekê biavêje nameyek nivîsand.
Endama Meclîsa Federal Akbûlût name ji Thomas Schîeb ê ku nûnerê Elmanyayê yê li OPCW’ê re şand û bal kişand ser rapora Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) û dîmenê gerîlayên ku bi çekên kîmyewî êrişî wan hatiye kirin.
DIVÊ LÊPIRSÎNEKE SERBIXWE PÊK WERE
Gokay Akbûlût diyar kir gelek agahî û delîl hene ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û bal kişand ser vî tiştî ku lêpirsîneke serbixwe hewce ye. Akbûlût diyar kir ji sala 1997’an û vir ve Tirkiye îmze daye Peymana Çekên Kîmyewî û ji ber vê jî saziya mûxatab OPCW ye.
Akbûlût di dewama nameyê de bang li balyozê Elmanyayê Schîeb kir ku bila gavan biavêje û bila ji bo lêpirsîn li Tirkiyeyê were vekirin serlêdanê bike.
Tevî Fransa û Îngîltereyê, Elmanya jî di nav OPCW’ê de cih digire. Lê wekî welatên din ên rojava, Elmanya jî li hemberî bangên gelê kurd û dostên gelê kurd û rêxistinên sivîl hê tu gav neavêtiye.