'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'

  • rojane
  • 11:12 28 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Çima dewletên navnetewî ku Peymana Cenevreyê ya li dijî çekên qedexe, îmza kirine bêdeng dimînin. Dema mijar dibin kurd ev dewlet ji nedîve tên. Ev nayê qebûl kirin.”
 
Dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin. Dewleta tirkan di van êrişan de heya niha 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) dewleta tirkan di van êrişan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosforê bi kar tîne. Dîsa li gorî daxuyaniyê, di tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. HPG'ê dîmenên du endamên xwe yên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe dest dayî parve kirin.
 
Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên dewlata tirk li her parçeyê Kurdistan, li Tirkyeyê û cîhanê her diçe sazî û gel bertekên xwe mezintir dikin. Yêk saziya ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dide jî Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ye. Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji ajansa me re axivî. 
 
BANDORA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Karadag, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên di dîrokê de û wiha got: “Mirov dema li dîrokê dinêre, weke li Hîroşîma li Helebçeyê bikaranîna çekên kîmyewî hem li ser mirovan hem li ser xwezayê bandoreke çawan mezin dike. Dîsa li van deran mirov seqet man û koçber bûn. Her çiqas dem derbas bibe jî li wan derên çekên kîmyewî hatin bikar anîn hêj jî şopa wan çekan xuya dike.”
 
‘YÊN KU PEYMANA ÇEKÊN QEDEXE ÎMZE KIRINE BÊDENG DIMÎNIN’
 
Karadag, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Çêkirin û bikaranîna çekên kîmyewî bi Peymana Cenevreyê hatiye qedexekirin. Ev peyman ji aliyê gelek dewletên navnetewî ve hatiye îmzekirin. Lê belê ev bi salan e li pêş çavên cîhanê li dijî PKK'ê çekên kîmyewî tên kar anîn û beriya çend rojan jî 17 endamên PKK'ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe dest dan. Dîmenên wan jî derketin holê. Gelo çima ev dewletên li dijî çekên qedexe imzeyên wan hene bêdeng dimînin?”
 
‘PDK DIJMINITIYA BIRATIYÊ DIKE’
 
Karadag, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê û MHP'ê re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qaşo Barzanî dibêje kurd im û birayê kurdan im lê mixabin hevpariya AKP'ê û MHP'ê dike. Rêya çekên qedexe vedike. Ji ber kursiya xwe di hemû tiştî de alikariya wan dike. Birayê xwe yê kurd dikûje. Gelek endamên PKK'ê bi bikaranîna çekên qedexe jiyana xwe ji dest da. Ev tişt nayên qebûlkirin. Ev xetereyek herî mezin e. Divê ji vê xeteriyê vegerin. Ew ê sibê hesaba wê bidin. Divê şandeke bê ali bê avakirin û li ser vê lekolînê bike. Êdî rê nedin çekên kîmyewî û li dijî vê jî bisekinin.”
 
‘DEMA MIJAR DIBIN KURD BÊDENGÎ HEYE’
 
Karadag, anî ziman ku heke zarokên wan bi çekên kîmyewî hatibûna qetilkirin dê çiqas bêdeng bimana û wiha pê de çû: “Şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de dibe rojeva hemû devletan. Lê mixabin dema mijar dibin kurd ne dibînin nê jî dibihîsin. Weke gelê kurd tûne dihesibînin û di qirkirinê re derbas dike. Ev nayê qebûlkirin.”
 
‘DIVÊ XWEDÎ DERKETIN MEZIN BIBE’
 
Karadag, destnîşan kir ku desthilata AKP'ê û MHP'ê li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo astengiyan çi ji destê wan bê dike wiha domand: “Divê hemû gel û saziyên me bi awayekî baş xwedî derkevin. Saziyên mafên mirovan diparêzin  divê bi malbatên zarokên wan bi çekên qedexe hatîne qetil kirin re di têkiliyê de bin û bi malbatan re bibin alikar. Dîsa em hemû li PDK'ê ne razîbûnên xwe nîşan bidîn.”
 
‘DUH HELEBÇE ÎRO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’
 
Karadag, bang li Barzanî kir û wiha got: “Qaşo PDK behsa biratiyê dike, divê demildest pêşiya erîşên dewlata tirk bisekinîne. Divê li dijî vê zilma dewleta tirk a li ser kurdan ne razîbûna xwe bide nîşandan. An jî her dilopek xwîna dirijîne berpirsyar PDK ye. Malbat wê rojekê wê hesabê ji wan bipirse. Te Helebçe ji bîr kir, mirov ewqes jî kor nabe. Duh Helepce îro li Başûrê Kurdistanê li Zap Avaşîn û Metînayê çekên kîmyewî tên bikaranîn. Wijdana we çawa rihete. Dema ku tu xwişk û birayê me qetil dikî wekî tu me qetil bikî. Ev nayê qebûl kirin.”
 
Karadag, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê saziyên cihanê yên tekildar ên weke OPCW'yê demil dest şandeyek bê alî bê avakirin, lekolînek bê kirin. Ew ên ku wan çekan bikartînin derxînin holê bê darizandin û cezakirin. Heta ku berpirsên van çekên kîmyewî yên tên bikaranîn bên darizandin, em ê şopdarên wê bin.”
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

30/10/2022
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin