MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire

  • rojane
  • 11:36 29 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê piştî civîna xwe bang li hikûmeta nû ya Iraqê kir ku xweseriya Şengalê nas bike. 
 
Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXŞD) duh bi kombûna tevahî endam û saziyên xwe li Şehîtgeha Şehît Dilgeş û Şehît Berxwedan encamnameya civîna xwe bi daxuyaniyekeê ragihand raya giştî û hikumeta Iraqê. Daxuyanî ji aliyê Serokê Desteya Eşaîrî Nayif Şemo ve hat xwendin.
 
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê, bi tevlîbûna hemû pêkhate û saziyên xwe civîna xwe ya berfireh li dar xist. Rêveberiya Xweser a Şengalê di civîna xwe de rewşa dawî ya siyasî ya herêmê, bi taybet jî ya Iraqê û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi berfirehî nirxand. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê pêvajoya niha wiha pênase kir: “Me civîna xwe di pêvajoyeke hesas de li dar xist. Di vê pêvajoyê de li herêma me şerekî dijwar dimeşe. Di vî şerî de yên herî zêde xisarê dibînin; gelên ku heta niha mafê xwe bi dest nexistine, ji aliyê hêzên serdest ve hatine perçiqandin, jin û zarok in. Ev gelên ku heta niha bêmaf hatine hiştin, komên olî û baweriyên li Rojhilata Navîn in û di seri de civaka û êzidî û gelên Kurdistanê ne.”
 
MXDŞ’yê diyar kir ku li hemberî vî şerî hêzeke berxwedaniyê jî heye ku xwe di ber parastina tevahiya komên olî û gelên bindest de berpirsiyar dibîne û got: “Ew jî Tevgera Azadiyê ye.”
 
MXDŞ’yê di civîna xwe de bal kişandin ser şerê niha tê meşandin û wiha nirxand: “Di vî şerî de bi taybet gerîllayên azadiyê yên ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hewara civaka êzidî ve hatin, dibin hedef û çekên kîmyewî yên ku di cîhanê de hatine qedexekirin li hemberî wan tê bikaranîn.” MXDŞ’yê da diyarkirin ku di asta cihanê de bêdengiyek li dijî van êrişan heye û got ku ew gelê êzidî vê bêdengiyê wekî hevkariyê dibînin û got: “Civîna me hêzên ku van êrişên dijmirovî pêk tînin bi tundî şermezar dike û berxwedana dîrokî ya gerîla silav dike.”
 
BANG LI HIKÛMETA IRAQÊ KIR
 
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê diyar kir ku di civîna xwe de bal kişandiye ser rewşa hikumeta Iraqê û ev tişt gotin: “Iraq ev demeke dirêj e di nava qeyraneke siyasî, civakî û aborî de ye. Hewldanên avakirina hikûmetê jî berdewam in. Niha serokkomarê Iraqê hatiye hilbijartin û hewldana avakirina hikumetê bi encam bû û hikumet hate avakirin. Bi avakirina vê hikûmetê pêwîst e berjewendiyên gelan esas werin girtin û divê hedefa vê hikumetê avakirina Iraqeke yekgirtî û demokratîk be.”
 
‘JI BO ŞENGALEKE XWESER'
 
Her wiha MXDŞ’yê ragihand ku ku divê hikûmeta Iraqê rêzê li xwestekên gelên Şengalê bigire û mafê wan ê rewa di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de mîsoger bike û got: “Em Rêveberiya Xweser a Şengalê em ê di nava hewldanan de bin û têbikoşin. Li ser esasê ji bo Iraqeke demokratîk û Şengaleke xweser, wê danûstandinên me bi hikumeta nû re û bi hemû aliyên siyasî yên Iraqî re berdewam bikin.”
 
PÊNGAVA VEGERA ŞENGALÊ
 
Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê hikumeta nû ya Iraqê li beramberî êrişên hewayî yên dewleta tirk ya bi hevkariya PDK’ê ku bi armanca valakirina axa Şengalê tê kirin, helwesta xwe nîşan bide. MXDŞ’yê diyar kir ku di çaçroveya pêngava ku ji bo vegera Şengalê daye destpêkirin de beşeke mezin ji gel vegeriyaye ser axa xwe û got: “Niha Şengal ji her derê zêdetir di ewlehî û aramiyê de ye.”
 
MXŞD'ê pêşniyar û plansaziyên di civînê de hatine kirin jî bi raya giştî re parve kirin. Pêşniyar û plansaziya hatiye kirin bi vî awayî ye: 
 
"* Şengal parçeyekî Iraqê ye lê xwedî çand û baweriyeke wisa ye ku her tim rastî qirkirinan hatiye û nehatiye parastin. Ji ber wê jî em ji bo Şengalê, Xweseriya Demokratîk wekî çareseriya bingehîn dibînin.
 
* Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser Şengalê hatiyê çêkirin, pêwîst e demildest bê betalkirin. Divê ji niha û pê ve bêyî îradeya civaka Êzidî û gelên Şengalê, tu peymanek neyê çêkirin û li ser Şengalê neyê ferzkirin.
 
* Ji bo yekîtî û aramiya Iraqê û Şengalê em Rêveberiya Xweser a Şengalê amade ne, bi serokkomarê nû yê Iraqê û bi hikûmetê re danûstandinan bikin û li ser esasê çareseriyê demokratîk em hevkariya xwe kûr bikin.
 
* Em daxwaz ji Parlamena Iraqê dikin ku temsîliyeta civaka êzidî ya li parlemenê were zêdekirin.
 
* Em bang li hemû gelê xwe yê êzidî yên ji ber fermanê koçber bûne dikin ku vegerin ser xaka me ya pîroz Şengalê.
 
* Ji bo Xweseriya Şengalê, em bang li hemû Êzidiyên ku li seranserê cîhanê berbelav bûne û bi taybet jî civaka me ya êzidî ya li Ewropayê dikin ku di qada navnetewî de alikariya pêwîst bidin û têkoşînê bilind bikin.
 
* Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û Iraqê dikin ku bi giştî ji bo Iraqê û bi taybet jî ji bo Şengalê li beramberî êrişên hewayî yên dewleta tirk, qada hewayî were qedexekirin. Û bi taybet em bang li dewletên ku fermana 2014’an weke jenosîd qebûl kirine dikin ku di vê mijarê de xwedî helwest û hewldanek taybet bin.”

Sernavên din

30/10/2022
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin