Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê

  • rojane
  • 20:48 29 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewropayê bi mitîng û meşên hatin lidarxistin bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk a li dijî HPG'iyan hatin şermezarkirin û bertek nîşanî bêdengiya NY'yê hate dayîn. 
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin bi bikaranîna çekên kîmyewî didomin. Bandora dîmenên du endamên HPG'ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûbûn jî didome. Li gelek navendên Ewropayê bikaranîna çekên kîmyewî bi meş û mitîngên hatin lidarxistin hate şermezarkirin. 
 
HAMBÛRG
 
Meclîsa Gel a Hambûrg a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kar û xebat dimeşîne, êrîşên bi çekên kîmyewî ya dewleta tirk ên li dijî endamên HPG'ê pêk tîne, bi meşa ku li Harbûrg Bahnhofê li dar xistî protesto kir. Meclîsa Jinan a Rojbîn, hêzên enternasyonalîst û ciwanên welatparêz piştgirî dan çalakiyê û pankartên “17 Şervanên Azadiyê ji aliyê dewleta tirk ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin”, “Çekên kîmyewî yên Erdogan bikartîne, rawestînin” vekirin.
 
Çalakgeran ji bo bal bikêşînin ser êrîşên bi çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û wêneyên endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, alên YPG’ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hilgirtin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, hatin berzkirin.
 
Anja Flach li ser navê Meclîsa Gel a Hambûrgê daxuyanî da û destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo ewlehiya pêşeroja xwe, êrîşên bi çekên kîmyewî li pêş çavê cîhanê pêk tîne. Flach got ku divê xwedî li berxwedana gerîla bê derketin û wiha pêde çû: “NY û saziyên rayedar jî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên van êrîşên dewleta Tirk. Em bang li gelên Kurdistanê dikin ku li dijî van sûcên şer dakevin qadan. Ev êrîşên bi çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîla ye, qirkirinek e ku li dijî hemû Kurdistanê tê kirin. Em li dora zarokên kurd kom bibin û berxwedanê mezin bikin.”
 
Polîsên Elman hewl dan ku hilgirtina wêneyên endamên HPG'ê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan asteng bikin, lê girseyê bi berzkirina dirûşmeya “PKK” bersiva wan da. Bi berxwedana ciwanan wêne hatin hildan û dest bi meşê kirin. Polîsên Elman tevahiya meşê astengî derxistin, guzergahiya kortejê girt û derbasbûna kortejê asteng kir.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşme û stranên berxwedanê bi dawî bû.
 
GÎESSEN
 
Bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve bêdengiya OPCW’ê li bajarê Gîssen ê Elmanyayê bi meşekê hat protestokirin.
 
RENNES
 
Li bajarê Rennes ê Fransayê Kurdistanî û dostên wan ji bo 17 endamên HPG'ê ku di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, li qadan bûn.
 
Meş di saet 17.00’an de li Place dû Colombîerê destpê kir û heta qada Repûblîqûeyê dom kir. Di meşê de belavkok hatin belavkirin.
 
Kurdistanî û dostên wan dirûşmeyên li dijî dewleta tirk berz kirin û bêdengiya welatên Rojavayî jî şermezar kirin.
 
Çalakgerên ku gihiştin qada Repûblûeyê li vir mîtîng li dar xistin. Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Dewleta tirk tevî teknolojî û hêza xwe ya şer ji meha Nîsanê û vir ve di şerê xwe yê dagirkeriyê de, hem siyasî û hem leşkerî têk diçe û li ser vê yekê bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û dermirovî dike. Ne tenê dewleta tirk ji vî şerî hovane berpisyar e, PDK jî berpirsyar e. Divê bersiva gelê kurd jî li dijî xiyaneta PDK’ê dîrokî be, divê em li dijî vî sûcê dermirovî dest bi berxwedanê bikin.”
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê saziyên civakî yên sivîl û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan bêdengiya xwe xira bikin, banga helwestgirtina li hemberî sûcên dewleta tirk hat kirin û peyama wê li dijî hovîtiya dewleta tirk a qirker, li her qadê li berxwe bidin dan.
 
Di çalakiyê de dirûşmeyên  “Bimre xiyanet” û “Erdogan ji Kurdistanê bicehime” hatin berzkirin.
 
CENEVRE
 
Kurdên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo protestokirin êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ku ji bêdengiya saziyên navneteweyî hêz digire, hatin ba hev û banga “Nebe hevkarê sûcê mirovahiyê” li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.
 
Kurdistaniyan ji bo protestokirina bêdengiya dewleta û saziyên navneteweyî yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr, li ber avahiya NY’ê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.
 
Çalakiya rûniştinê îro bi meşekê bi dawî bû.
 
Kurdistanî ji her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsre (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li ber Bîrdariy Mirovahiyê ya li ber avahiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatin ba hev û ji vir ber bi Place de Natîonsê ku ofîsa NY’ê lê ye, meşiyan.
 
Beriya meşê deqeyek rêz hat girtin.
 
Hevseroka CDK’ê ya Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev axivî û anî ziman ku dewleta tirk ji welatên Ewropayê hêz digire, li dijî endamên HPG'ê çekên kîmyewî bikar tîne û got: “Em bi rojan e li ser pêyan e. Eger em ne rehet bin, em ê rehetiya we jî xira bikin. Dewleta tirk a dagirker ku çekên kîmyewî bi kar tîne, vê cesaretê ji welatên Ewropa, OPCW û NY’ê digire. Li gorî peymana navneteweyî tevbigerin. Bangek me jî ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye. Li Helepçeyê Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Îro hûn bi wan re ne. Ev şermezariyek e.”
 
Çalakger ji bal bikêşînin ser êrîşên bi çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û wêneyên endamên HPG'ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan, hildan û dest bi meşê kirin. Girse bi berzkirina dirûşmeyan heya qada Places des Natîon a Ofîsa NY’ê lê ye, meşiyan û li vir mîtîng li dar xistin.
 
Di mîtîngê de metina bi Fransî hatî amadekirin, hate xwendin. Pişt re Hevseroka rêxistinên sîwanê ya Navendên Civaka Kurd a Swîsreyê Selma Surer axivî. Surer destnîşan kir ku gerîla zarokên gelê kurd e û got. “Dewleta tirk a dagirker li dijî van zarokên gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelê kurd wê zarokên xwe di her şert û mercan de biparêze. Heta ku ev êrîş bi dawî dibin, em ê li qadan bin.”
 
Ergun Ortak jî li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekgirtî axivî û diyar kir ku dewleta tirk li dijî endamên HPG'ê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê qet sernakeve. Ortak ev tişt gotin: “Dewleta tirk li hemberî gerîla têk çûye. Ji bo nixumandina vê têkçûna xwe, dixwaze serkeftinek sixte bi dest bixe. Lê berxwedan gerîla van hemû êrîşan, vale derdixîne.”
 
Li ser navê Konfederasyona Karkerên Koçber a Ewropayê (AVEG-KON) Alî Orak jî got ku divê xwedî li berxwedana gerîla bê derketin.
 
Siyasetmedarê Kurd Necdet Atalay herî dawî xîtabî girseyê kir û ragihand ku divê hemû kes li dijî van sûcên dermirovî bibe yek û got: “Divê em kurd û dostên wan li dijî van sûcan têkoşînê mezin bikin. Ji dervey têkoşînê, çareseriyek din nîne.” Atalay qala girtina Seroka Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TBB) Şebnem Korûr Fîncanci ya derbarê êrîşên kîmyewî daxuyanî da û rojnamevanên ku bikaranîna çekên kîmyewî kirin nûçe kir û destnîşan kir ev girtin tenê ji bo nixumandina sûcên şer e.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên xwedî derketina li berxwedana gerîla, bi dawî bû.
 
HEÎLBRONN
 
Êrîşên dewleta tirk a bi çekên kîmyewî, li Heîlbronnê bi mîtîngekê hat protestokirin.
 
Bi dehan Kurdistanî û dostên wan tev li çalakiya ku ji aliyê Komeleya Civaka Kurd ve hat lidarxistin, bûn.
 
Çalakî li Kîlîanzplatzê hat lidarxistin û wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn hatin hildan.
 
Di çalakiyê de axaftinên bi Elmanî hatin kirin û wiha hate gotin: “Dewleta tirk bi çekên kîmyewî û qedexe, li dijî kurdan êrîşên qirkirinê pêk tîne, hemû kes li dijî vê yekê bêdeng e.” Di serî de Elmanya bang li dewletên Ewropa hat kirin ku dest ji polîtîkayên xwe yên du ru yên li hemberî Kurdan, ber din.
 

Sernavên din

30/10/2022
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin