Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin

  • jin
  • 09:01 2 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş ku li Amedê di 16'ê Hezîranê de hatibû girtin, diyar kir ku feraseta ku Nagîhan Akarselê qetil kiriye û feraseta êrişî rojnamevanên kurd dike heman feraset e û got: "Em ê hêzê ji kenê Nagîhanê û têkoşîna wê bigirin û rêya xwe bidomînin." 
 
Li Amedê di 8'ê Hezîranê de 20 rojnamevan hatibûn binçavkirin û ji wan 16 jê di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin. Îdianameya der barê rojnamevanan de hê nehatiye amadekirin. Her wiha di 25'ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîneke bi navenda xwe Enqere jî rojnamevanên kurd hatibûn binçavkirin û ji rojnamevanên binçavkirî 9 jê di 29'ê cotmehê de hatibûn girtin. 
 
Ji rojnamevanên di 16'ê hezîranê de hatibûn girtin Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş ji Girtîgeha Amedê ya Jinan nameyek şand. Alagaşê di nameya xwe de diyar kiriye ku zext û çewisandin nikarin rojnamevanan çavtirsandî bikin. 
 
JI BO ROJNAMEVANÊN JIN HÊZ BÛYE
 
Alagaşê di nameya xwe de behsa Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê kiriye ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin. Alagaşê diyar kiriye ku di sala 2010'an de li Enqereyê Akarselê nas kiriye û demekê bi hev re xebitîne û wiha gotiye: "Gava min ew nas kir, hê ez nûçegihaneke çend salan bûm. Li ber me jineke ku dixwest hemû zanyariya xwe bi kelecan bi ciwanan re parve bike hebû. Gava pêwendî bi jinan re datanî teqez tiştekî hîn dibû û dida hînkirin. Nagîhan ku min hêz ji jiyana wê û têkoşîna wê girtiye, li dû xwe têkoşîneke ku ji bo rojnamevanên jin ên kurd hişt." Alagaşê bilêv kiriye ku Nagîhan Akarselê kedeke mezin daye rojnamevaniya kurd û wiha domandiye: "Gava em li têkoşîna Nagîhanê mêze dikin, em fêm dikin ku bê çima hedef hatiye girtin. Bi salan xebatên Jineolojiyê kiriye. Jineolojî ji bo têkoşîna jinên kurd û arkeolojiya jinê xwedî cihekî pir girîng e. Jineolojiyê bi esas girtina dîroka jinê, têkoşîn û estetîka jinê tekariyeke mezin li rojnamevaniya jinê ya kurd û li jinan dike. Lewma bi qetilkirina Nagîhanê re têkoşîna jina kurd û têkoşîna rojnamevaniya jinê û Jineolojî hedef hatiye girtin. Têkoşîna Nagîhanê feraseta mêrsalarî tirsandiye ku hedef hatiye girtin. Heman feraset êrişî rojnamevanan jî dike." 
 
ÇIMA EM HEDEF TÊN GIRTIN?
 
Alagaş ku di nameya xwe de gotiye "Desthilat êrişê dibe ser rojnamevanên jin, wan binçav dike û digire. Nexwe rojnamevanên kurd têkoşîneke rast dikin" destnîşan kiriye ku feraseta baviksalarî ya li hemberî têkoşîna jinê qels bûye êrişên xwe zêde kirine. 
 
EM Ê BIDOMÎNIN
 
Alagaşê di dewama nameya xwe de ev tişt gotine: "Feraseta baviksalarî ji bo bibe asteng li ber jinên nêzî azadiyê bûne, bi awayekî hovane êriş dike. Êrişî rojnamevanên jin û Jineolojiyê dikin. Em ji xweliya xwe jinûve welidîne. Ev êriş û perpitîn bêhûde ne. Ji lew re jinan carekê tahma azadiyê kiriye. Dê dest ji rêya azadiyê bernedin. Em ê xwe radestî feraseta baviksalarî nekin. Ji ber ku qetilkirina Nagîhanê li dijî têkoşîna jina ye, beriya her kesî divê jin vê êrişê qebûl nekin. Divê hîn bêtir li dor xebatên Jineolojiyê bibin xelek. Em rojnamevanên jin em ê têkoşîna jinê mezintir bikin. Em ê hêzê ji kenê Nagîhanê û têkoşîna wê bigirin û rêya xwe bidomînin." 

Sernavên din

02/11/2022
12:38 Polîsan zerar da gora Bariştiran
12:35 Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin
12:09 Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin
11:30 Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin
11:20 Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir
10:43 Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir
10:36 Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin
10:12 Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin
09:36 Şanoger Sadeghî: Tevî hemû pirsgirêk û zextan jî pêwîst e em dest ji armanca xwe bernedin
09:02 Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin
09:02 'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin