Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin

  • rojane
  • 11:30 2 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Derbarê kesên li dijî aktîvîteya li navçeya Cizîrê di sponsoriya qeyûm de pêk hat, derketin de lêpirsîn hate destpêkirin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, wiha got: “Em li pey gotinên xwe ne, em ê destûr nedin ku êrişî nirxên me bikin.”
 
Li navçeya Cizîra Şirnexê di 30’ê cotmehê de di sponsoriya qeyûm de organizasyona “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî” hate lidarxistin. Lidarxistina aktîvîteyê ya li Parka Mem û Zînê ya di salvegera tayînkirina qeyûman a Şaredariya Cizîrê de bû sedemê bertekan. Di heman demê de Ciziriyan aktîvîte weke ‘qirkirina çandî’ nirxand û bang kirin ku rê nedin polîtîkayên pişaftinê.
 
Hevşardarê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê Zîlan Ecevît û Guler Tûnç a di qedexeyên derketina derve de hevjînê xwe Orhan Tûnç û tiyê xwe  Mehmet Tûnç winda kirin ji ber div ê mijarê de hesasiyeta gelê Cizîrê anîn ziman û ji çapemeniyê re axivîn derbarê wan de bi sûcdariya “Gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kirine” lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Zirig, Ecevît û Tûnc ên di çarçoveya lêpirsîna derbarê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê daye destpêkirin de Miduriyeta Polîsan a Cizîrê gazî wan kir, ji wan pirsa çima têkildarî mîhrîcanê daxuyanî dane pirs kir. 
 
‘ÊRIŞEKE PSÎKOLOJÎK E’
 
Zirig, ê derbarê lêpirsînê de axivî, diyar kir ku naveroka mîhrîcanê, dîrok û cihê lê hate kirin li dijî gel heqaret e û wiha got: “Ev êrişeke psîkolojîk e. Ev mîhrîcan parçeyekî polîtîkayekî şerê taybet ê hikumeta AKP’ê û MHP’ê ye. Ji ber cihê ku ev mîhrîcan lê hatiye lidarxistin û dîroka wê gelek girîng e. 30’ê mehê salvegera tayînkirina qeyûman a Şaredariya Cizîrê ye. Roja ku hikumeta AKP’ê vîna gel tune hesiband ev mîhrîcan tê kirin. Dîsa cihê mîhrîcan lê hate kirin, cihê ku kavilên xaniyên ku di salên 2015-2016’an de di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de ji aliyê tank û topan ve hatine xerakirin, lê hatiye veguhestin. Li vir cihê herî girîng jî ew e ku cenazeyên gelek mirovên di dema wan qedexeyan de jiyana xwe ji dest dane lê hatine veşartin.”
 
‘NE MORAL E, ŞERÊ TAYBET E’
 
Zirig, bal kişand ser pereyê ji bo aktivîteya di bin navê “mîhrîcanê” de hatine xerckirin jî û wiha berdewam kir: “Ev mîhrîcan qeyûmê Cizîrê di bin sponsoriya şaredariyê de kir. Rewşa aboriyê ya Şaredariya Cizîrê gelek xerab e. Nikarin kevirên parkeyan jî deynin. Ji bo gel nikarin xizmetekê bikin lê bi milyonan lîreyan dikarin mîhrîcanê bikin. Ji ber van hemûyan em li dijî derketin. Ev mîhrîcan ne ji bo ku gelê Cizîrê pê moral bigire ye, weke perçeyekî polîtîkayên şerê taybet hate lidarxistin.”
 
‘KESÊN MÎHRÎCAN LI DAR XISTIN BI KÎN IN’
 
Zirig, bi lêv kir ku di bangên têkildarî aktîveteyê de acizbûna ciziriyan a ji mîhrîcanê û ji bo mîhrîcan bê betalkirin hesasiyeta gel vegotine û wiha pê de çû: “Tiştên me gotin hesasiyetên gelê cizîrê ne. Ez di vê çarçoveyê de bi çapemeniyê re axivîm. Piştî vê yekê derbarê min de lêpirsîn dane destpêkirin. Armanca bingehîn a vê lêpirsînê ew e ku bilêvkirina acizbûna mirovan û derketina rastiyan a li holê asteng bikin e. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê bi sûcê ‘Gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kirine’ lêpirsîn daye destpêkirin. Lê esas kesên ku gel teşwîqî kîn û dijminatiyê dikin ev kesên ku mîhrîcan pêk anîne. Heke armanca wan ne kîn û nefreta li dijî Cizîr û gelê kurd bûya, ev mîhrîcan li wê derê di wê dîrokê de pêk nedianîn.”
 
‘EM Ê DESTÛR NEDIN’
 
Zirig, ê têkildarî aktîvîteyê gotinên xwe dubare kirin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li pişt gotinên xwe ne. Em li cem gelê xwe ne. Berpirsyartiya ku gelê me daye me em ê heta dawiyê bi cih bînin. Em ê hemû neheqiyên li vir pêk tên bînin ziman. Dema li dijî nirxên vî gelî êrişek pêk hat kî bibe bila bibe em ê li dijî wî bisekinin. Em ê destûr nedin ku êrişî nirxên gelê me bikin. Em ê her tim rastiyan ji gelê xwe re bêjin.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

30/11/2022
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike