Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin

img
ENQERE – Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî nîqaşên makeqanûna nû axivî û wiha got: “Hûn neçarin ku makeqanûneke wisa binivîsin ku hemû bawerî, çand, nasname û zimanê dayikê bi têgehên herî xurt tê de hatine nivîsandin.” 
 
Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclisê civîn li dar xist. Di rojeva Olûç de nîqaşên têkildarî makeqanûnê û krîza aborî hebû. Olûç, ji ewil bal kişand ser çalakiya berdana kar a kedkarên perwerdeyê û da zanîn ku ew bi kedkaran re ne. 
 
ENFLASYONÊ REKORA 27 SALÊN DAWÎ DERBAS KIR
 
Bi domdarî Olûç anî ziman ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya Meclisê de qala modêla aboriyê ya nû kiriye û ev nirxandin kir: “A yekemîn; ÎTO’yê duh daneyên enflasyonê yên cotmehê parve kirin û rêjeya enflasyonê weke ji sedî 109 ragihand. TUÎK jî dê sibe aşkera bike lê ji bo meha din weke ji sedî 83 aşkera kiribû. Lê daneyên ÎTO’yê her tim ji yên TUÎK’ê jêbawertir in. Bi rêjeya ji sedî 109’ê re rekora 27 salan hat derbaskirin. Li gel ku hewl didin rêjeya enflasyonê daxînin lê tevî vê yekê jî li ser hev rekoran derbas dike. Gotineke wan gotina din nagire. Nûrettîn Nebatî dibêje; ‘em enflasyonê mîna yên cîhanê fêm nakin.’ Erê rast e ji ber ku enflasyona welêt 10 qat ji ya nîvekiya cîhanê zêdetir e. 
 
MODÊLA ABORIYÊ YA ÎBRET 
 
Nûrettîn Nebatî dibêje ‘modêla aboriyê ya Tirkiyeyê di rojeva cîhanê de ye.’ Bi rastî jî ev modêla îbret di rojeva cîhanê de ye. Yanî hemû kes ji bo ku modêla aboriya wan neşibe ya Tirkiyeyê xistine rojeva xwe. Xuyaye ku Nebatî bandor li Serokê Giştî yê AKP’ê jî kiriye. Wî jî gavek berê digot modêla wan a aboriyê bi serkeftî didome. Gelo birêz Erdogan tu qala çi dikî? Hûn gel dixapînin. 
 
ZÊDETIRÎ 30 MILYON KES BIRÇÎ YE
 
Kêmatiya bûdçeyê, kêmatiya carî û kêmatiya bazirganiya derve li ser hev rekoran dişikîne lê hûn modêla aboriyê ya xwe dispêrê vê gelek serkeftî dibînin. Ev rast nîne, hûn reqemên xelet bi gel re parve dikin û gel dixapînin. Anku ev bû demekî zû ku modêla aboriyê têk çûye. Mîna çîroka we ya mezinbûnê ye. Xuya dibe bê ka kî dewlemend dibe. Karker, kedkar û hwd. dewlemend nabin. Demekî nêz berê TURK-ÎŞ’ê ragihand ku sînorê birçîtiyê yê malbateke ji 4 kesan pêk tê 7 hezar û 425 lîre ye. Hûn nikarin xwe bigihînin vî sînorî jî. Zêdetirî 10 milyon kes bi mûçeyê kêmane debara xwe dikin. Li gel 10 milyon kesên teqawidbûyî û bêkaran, niha li Tirkiyeyê zêdetirî 30 milyon kes birçî dijî. 
 
DEWLETA HERÎ ZÊDE OTORÎTER BÛYÎ TIRKIYE YE
 
Tenê çîrokên aboriyê nayên vegotin, her wiha yên demokrasiyê jî hene. Enstîtûya V-DEM’ê rapora Zanîngeha Göteborg û Notre Dame yên Swîsreyê parve kir ku li zêdetirî 200 welatan lêkolîn hatiye kirin. Li gorî vê rapora sala 2022’yan, yek ji 5 dewletên herî zêde otorîter bûyî yek jî Tirkiye ye. Di lîga demokrasiyê ya cîhanê de Ruanda û Bangladeşê jî Tirkiye derbas kir û di nava 10 salên dawî de yek ji dewletên herî antîdemokratîk e. 
 
DIVÊ HEMÛ NASNAME, ÇAND Û BAWERÎ WEKHEV BIN 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê di civîna koma partiya xwe de qala makeqanûnê kir û got ku amadekariyên wan ber bi dawiyê ve diçin. Dema nîqaşa vê ji ewil hatî kirin, me helwesta xwe aşkera kiribû. Heke ji bo rakirina qanûnên ku laçikan qedexe dike de be, tu gazincên me nînin. Heke hûn bixwazin vê mijarê ne bi guhertina di qanûnê de lê bi guhertina makeqanûnê pêk bînin, wê demê hûn neçarin ku têgehên herî xurt ên ku hemû nasname, bawerî û çandan di makeqanûnê de qebûl dike bi kar bînin. Nexwe dê kêm bimîne. Heta ku ev nebe jî tu bawerî bi wê makeqanûnê nabe. Anku bila hemû nasname, çand û bawerî wekî hev bin. Nêzikatiya me ev e. Ji bo ku ev hewldan pêbawer be, divê li ser esasê wekheviya jin û mêran be. Nexweş hemû hewldan vala ne û jênebawerin.” 
 

Sernavên din

04/11/2022
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin