Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin

  • jin
  • 11:01 3 Mijdar 2022
  • |
AMED - Jina bi navê S.S. ku polîsê bi navê Enes Aydemîr destdirêjî lê kiribû da zanîn ku hêj niha jî polîsê tecawizkar gefan li wê dixwe û wiha got: “Heke faîl peywirdarê cemaweriyê be, dozger û dadger hewl didin bûyerê bigirin.” 
 
Polîsê bi navê Enes Aydemîr ku parastvaniya Amirê Asayîşê yê Midûriyeta Emniyeta Cizîra Şirnexê dikir, di 8’ê nîsana 2021’an de jina bi navê S.S. bi darê zorê li mala xwe ragirt, derb kir û destdirêjî lê kir. S.S’ê, di 12’ê nîsanê de li Navenda Polîsan a Şehîd Mûrat Akancay a Cizîrê giliyê polîsê tecawizkar Enes Aydemîr kir. S.S., sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Doktor Selahattîn Cîzrelîoglû hat kirin. Lê ji ber ku S.S. li gorî “Protokola Stenbolê” nehat miayenekirin, nûveyên derb û destdirêjiya behsa xeberê nehatin tespîtkirin. Li ser vê yekê, di 21’ê nîsanê de derheqê dosyayê de hat gotin ku hewcehî bi teqîbatê nîne û biryara bêteqîbatê hat dayîn. 
 
Parêzerên S.S., di 20’ê çileya 2022’yan de li dijî biryara bêteqîbatê îtîraz kirin lê ev îtîraz di 9’ê sibata 2022’yan de hatin redkirin. Li ser vê yekê jî S.S.’yê di 1’ê nîsana 2022’yan de serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. 
 
Di demekî ku S.S. ji bo darizandina faîlê tecawizê têkoşîna hiqûqê dida, derheqê wê de 3 caran lêpirsîn hat destpêkirin. S.S. ku rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hat, diyar kir ku polîsê tecawizkar hêj niha jî gefan li wê dixwe û xwest ku were girtin. 
 
REVAND Û DESTDIRÊJÎ LÊ KIR
 
S.S.’yê da zanîn ku li ser medyaya civakî bi polîs Enes Aydemîr re hevnas bûne û Aydemîr ew bi darê zorê 2 rojan li mala xwe ya li Cizîrê ragirtiye. S., diyar kir ku di van rojan de polîs Aydemîr bi darê zorê destdirêjî li wê kiriye. S., bi domdarî ev agahî dan: “Di vê navberê de li min xist. Di şeva roja duyemîn de piştî ku raketî min bang li komên polîsan kir. Polîs bêyî ku werin malê, agahî dan wî. Gef li min xwar. Ji ber ku xetere li ser min hebû, min nekarî wê kêliyê tiştekî bikim.” 
 
Piştî ku hatiye berdan, S.S.’yê li Navenda Polîsan a Şehîd Mûrat Akancay a Cizîrê giliyê polîsê tecawizkar kir. Lê belê tu encam ji vî giliyê wê derneket. S.’yê diyar kir ku ji bo gilî gelek caran çûye heman navenda polîsan lê li wir jî rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatiye. S’ê got ku Komîsertiya Buroya Nava Malê jî li wê geriyaye û heqaret lê kirine. 
 
Bi domdarî S.S. wiha qala pêvajoya piştî tecawizê kir: “Ez ji bo gilî çûm qereqolê lê li wir jî hatim derbkirin. Min xwest xwe biparêzim. Îcar jî derheqê min de girtek amade kirin. Wan jî giliyê min kir. Tevî ku mexdûr bûm, derheqê min de 3 lêpirsîn hatin destpêkirin. Min jî giliyê polîsên li qereqolê kir.”
 
GEFÊN TECAWIZKAR DIDOMIN
 
Di berdewamê de S.S. bi lêv kir ku hêj niha jî polîsê tecawizkar Aydemîr gefan li wê dixwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku min li ser hesaba xwe ya Youtube’yê bi rojnamegerekî re hevpeyvîn dikir, Enes Aydemîr şîroveyek kir û heqareta ‘dolê Yezîd’ li min kir û gef xwarin. Her ku ez têkildarî mijarê bi çapemeniyê re diaxivim, ew jî heqaretan dike. Ev bû sal û nîvek ez têkokoşîna hiqûqê didim. Ji ber vê bûyerê ez neçar mam ku navberê bidim zanîngehê. Ji hêla psîkolojîk ve gelek bêserûber bûm. Dema faîl dibe peywirdarê cemaweriyê, dozger û dadger hewl didin bi ser bûyerê bigirin. Anku dewlet dewletê diparêze. Di doza Mûsa Orhan de 10 sal hatin dayîn lê bi şertê kontrola edlî hat berdan. Li pişta wan hêz heye û tên berdan. Îpek Er mir lê Mûsa Orhan li derve ye. Ma edaleteke wiha dibe? Ez dixwazim ku polîsê destdirêjî li min kirî were girtin. Polîs û leşker her tim li Deriyê Çiyê û Ofîs ên Amedê hewl didin jinên ciwan têxin xefika xwe. Gelek jinên ku tiştên bi serê min hatine dijîn hene. Banga min ji bo jinan ew e ku nekevin xefika leşker û polîsan. Ew çi sûcan bikin jî bi ser sûcên wan tê girtin.”

Sernavên din

30/11/2022
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike