HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin

  • rojane
  • 10:22 4 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek meşa ku dê di 6’ê mijdarê de li Taksîmê bê lidarxistin weke “meşa rûmetê” pênase kir û wiha got: “Li dijî faşîzmê, dem dema xwedîderketina li keleha demokratîk a gelê kurd e. Heke ev kelehe bikeve dê hemû keleh yek bi yek bikevin.” 
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, dê di 6’ê mijdarê de li Silopiya ya Şirnexê û li Taksîm a Stenbolê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş bên lidarxistin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDK) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) pêşengtiya meşa li Stenbolê dikin. 
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek têkildarî meşê bi ajansa me re axivî û bang li hemû gelên kedkar kir ku tev li meşê bibin. 
 
Cengîz Çîçek
 
DEMA MIJARA BEHSA XEBERÊ BÛ KURD... 
 
Cengîz Çîçek, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve û wiha got: “Ev bêdengiya wan, têkiliya xwe bi polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd re heye. Ev bêdengî û lihevkirina qismî, nîşaneya nêzikatiya wan li dijî pirgirêka kurd e. Dema mijara behsa xeberê bû kurd û Kurdistanê, ev bêdengiya serdest dibe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze li Zap, Metîna û Avaşînê qirkirina kurdan temam bikin. Ji bo vê jî her derfetan bi kar tînin. Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê bi heman armancê tên kirin. Piştî ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin parvekirin, desthilatdarî êdî ji rexneyeke herî biçûk jî ditirse. Peyama ‘tenê ji tiştên ez parve dikim bawer bikin’ dide. Tu kesekê xwedî wijdan û yê ji xwe re dibêje insan, dîmenên hatine parvekirin qebûl nake.” 
 
‘AKP LI SER SÛC HAT GIRTIN’
 
Bi domdarî Çîçek got ku di demekî ku Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar digot; “em çekên kîmyewî bi kar nayînin lê xaza îsotê bi kar tînin” de rojnamegerên derheqê çekên kîmyewî de nûçe çêkirin hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de bi van gotinan li xwe mikûr hatin. Desthilatdarî êdî nikare derewên xwe bidomîne jî. Dema mijar bû kurd, tenê înkar û derewan li civak û siyasetê ferz dikin. Di mijara pirsgirêka kurd de tevek jî tenê gotinên fermî yên dewletê dubare dikin. Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ji ber gotinên xwe yên derheqê çekên kîmyewî de hate girtin. Fîncanci û 9 rojnameger ji ber ku heqîqet vegotin lewma hatin girtin. Qirêjiyên desthilatdariyê teşhîr kirin lewma hatin girtin. Anku AKP li ser sûc hat girtin. Bi van binçavkirin û girtinan re li xwe mikûr tên ku sûc in.” 
 
'MEŞA RÛMETÊ’
 
Çîçek, anî ziman ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê saziyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatine avakirin û wiha derbirî: “Divê bikevin nava liv û tevgerê ku ev berpirsyartiya wan e. Di serî de gelên Tirkiye û Kurdistanê, divê hemû gelên Rojhilata Navîn li dijî bikaranîna çekên kîmyewî birêxistin bike. Lewma jî meşa me ya ku dê di 6’ê mijdarê de li Taksîmê bê lidarxistin, meşa rûmetê ye. Ev meş, meşa xwedîderketina li nirx, rûmet û pêşeroja xwe ye. Çi dibe bila bibe em ê ji rastî û rêgezên xwe tawîz nedin. Mîna mirina 41 madenvanên li Amasrayê, dixwazin bikaranîna çekên kîmyewî jî bidin jibîrkirin. Banga me ji bo hemû gelên kedkar, jin, parastvanên mafên mirovan û hemû kesên ji desthilatdariyê aciz ew e ku tev li meşê bibin. Li dijî faşîzmê, dem dema xwedîderketina li keleha berxwedanê ya demokratîk a gelê kurd e. Heke ev kelehe bikeve, dê kelehên din jî yek bi yek bikevin. Lewma banga me li her kesî ew e ku mil bidin milê gelê kurd.” 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

04/11/2022
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin