Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin

  • rojane
  • 11:02 4 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Nûnerên partiyên siyasî yên Mêrsînê ji bo meşa ku dê di 6’ê mijdarê de bi dirûşma “Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” bang kirin û wiha gotin: “Bikaranîna çekên kîmyewî tenê pirsgirêka kurdan nîne. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e. Divê hemê gel bên ba hev û pêşî lê bigirin.” 
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dê di 6’ê mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê û Taksîm a Stenbolê bi dirûşma “Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş bên lidarxistin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) pêşengtiya meşa li Taksîmê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), HDP, Meclisa Ciwanan a HDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Platforma Koçberiyê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê pêşengtiya meşa li Silopiyayê dikin. 
 
Kesên ku dê ji Mêrsînê beşdarî meşa li Silopiyayê bibin, banga tevlibûnê li her kesî kirin. 
 
'DIVÊ SÛC BÊ ŞÊNBERKIRIN Û HESAB JÊ WERE PIRSÎN’
 
Ji Meclisa HDK’ê ya Mêrsînê Mesût Aslan da zanîn ku netewe dewletan heta niha her tim di şer de serî li rêbazên bêrehm daye û wiha got: “Yek ji van rêbazan jî bikaranîna çekên kîmyewî ye. Tirkiyeyê di şerê li Zap, Metîna û Avaşînê de pêşketinek bi dest nexist. Lewma jî serî li bikaranîna çekên kîmyewî da ku bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin û ew bi xwe jî aliyekê wan peyamanan e. Divê sûcê hatiye kirin bê şênberkirin û hesaba wê jê were pirsîn. Li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê, banga min li her kesî ew e ku beşdarî meşê bibin.” 
 
'BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ ŞER E’
 
Hevberdevka DBP’a Mêrsînê Yeter Guzel jî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî bi bîr xist û wiha domand: “Ya ku tê kirin, sûcê şer e. Divê hiqûqeke şer jî hebe. Erê rast e ev 40 sal in şer heye. Li her devera Rojhilata Navîn şer heye lê belê bikaranîna çekên kîmyewî sûcêkî şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê rêxistinên navneteweyî êdî li hemberî van sûcan bêdeng nemînin.” 
 
Berdevkê Meclisa Ciwanan a HDP’a Mêrsînê Ozkan Yalçin jî bi lêv kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca ji van êrişan ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku bi berpirsyariya xwe rabin û tev li meşê bibin.” 
 

Sernavên din

04/11/2022
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin