Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin

  • rojane
  • 09:55 9 Mijdar 2022
  • |
AMED - Selma Ozkan a keça girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, beriya danişîna doza bavê xwe bang kir ku kesên ji rewşa bavê wê bawer nakin bila werin bi çavê xwe bibînin. Hevjîna wî Emîne Ozkan jî got: "Ger edalet hebe nexwe ev çi ye?"
 
Ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ê di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de yek jê jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ye. Guatra bijehr, nexweşîna guh û çavan, nexweşiya helandina hestiyan bi Ozkan re heye. Her wiha Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê 4 caran jî anjiyo bûye.  Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kem rojekê diçe nexweşxaneyê. Ozkan, herî dawî di meha Cotmehê de 2 caran ji ber nexweşiya dil sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin û 24 saetan di cîhazê de mabû. Pişt re jî Ozkan bi awayekî destkelemçekirî cardin biribûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê.
 
DANIŞÎNA WÎ ROJA PÊNÇŞEMÊ YE
 
Ozkan ê ku di sala 1993'yan de kuştina Tûxgeneral Bahtiyar Aydin xistine stuyê wî û ji ber vê 27 sal in girtiye, çendî ku nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî jî, lê bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. 
 
Danişîna doza Ozkan dê roja pêncşema bê li Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Edeneyê bê lidarxistin. Beriya dadgehê keça wî Selma Ozkan, bang li hemû kesên ku ji nexweşîna bavê wî yeqîn nakin kir ku |roja danişînê bên dadgehê û bi çavê xwe rewşa bavê wê bibînin. 
 
NIKARIN PÊ RE PÊWENDIYÊ DEYNIN
 
Ozkan ji bo tenduristiya bavê xwe ev tişt gotin: “Her kes dizane ku bavê min ev tişt nekiriye. Lê dîsa ji ev 27 sal in di girtîgehê de ye. Hefteya bor roja sêşemê ez çûm cem wî, birayê min ê li cem wî ew bi kursiya biteker anî cihê hevdîtinê. Her diçe rewşa wî nebaş dibe. Meha cotmehê 2 caran ji bo nexweşiya dil ew rakirinê nexweşxaneyê. 24 saetan di cîhazê de maye. Êdi dermanê guatrê, dil û tansiyonê jî birîne. Dawiyê ji bo kontrolê xwîna wî girtine û li gorî encama xwînê dê diyar bibe ku ka dê derman berdewam bikin an na. Dîsa ji bo bavê min bibîhîse dê cîhazê têxin guhê wî, ji ber ku cihaza heyi êdî jê re giran tê, aciz dibe û nikare bi kar bîne. Ne ji rirayê min be dê nikaribe pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Wekî xwarin, vexwarin, şûştin, paqijî,dermanxwarin û hwd. nikare bi tena serê xwe bike."
 
Ozkan destnîşan kir ku ev qas nexweşiyên bavê wê hene lê dîsa jî nayê berdan û wiha got: “Bavê min hatiye rewşek wisa ku nikare xwe îfade bike. Diçe nexweşxaneyê wisa ye, diçe dadgehê wisa ye. Deng nabihîse ku karibe bersivê bide û her tim danişîn tê taloqkirin. Êdî em nikarin pê re pêwendiyê deynin. Gava em tiştekî dibêjin birayê min diçe di guhê wî de dibêje. Di telefonê de jî wisa ye. Destên wî dilerizin. Yanî bi tu awayî têkilî bavê min re nîn e.”
 
‘YÊN KU BAWERIYA WAN NAYÊ BILA BÊN DADGEHÊDE BIBÎNE’
 
Ozkan bal kişand ser danişîna bavê xwe ku dê roja pêncşemê li Dadgeha Cezayê Giran a 7an a Edeneyê bê lidarxistin û wiha bang kir: “Heya îro me gelek caran nexweşiya bavê xwe aniye zimên ev kesên ku ji nexweşîna wî yeqîn nakin bila wê rojê bên dadgehê û bi çavên xwe rewşa bavê min bibînin, gelo rewşa wî çawa ye. Beriya niha ev tişt ji bo Aysel Tuglukê jî gotibûn."
 
'DIBE KU SIBEH BI DERENGÎ BIKEVE'
 
Ozkan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mirovekî 85 salî û gelek nexweşî pê re hene û her diçe rewşa wî xirab dibe. Kêlî bi kêlî rewşa bavê min xirab dibe. Belkî ku sibe ji bo bavê min dereneg be jî. Em dixwazin demên xwe yên dawî li cem me derbas bike." 
 
‘GER EDALET HEBE NEXWE EV ÇI YE?'
 
Emîne Ozkan (77), hevjîna Mehmet Emîn Ozkan jî ku beriya niha bi 2 salan lingê wê şikiyabû niha bi gopal dimeşe, ji ber rewşa xwe gelek caran nikare biçe hevdîtinê. Ozkanê destnîşan kir ku ger edelet, wijdan û îman hebûya bi wan re dê hevjînê wê bihata berdan û got: “Ma dê heya kengî wisa bidome? Hin kesên din ev tişt kirin, lê rabûn xistin stuyê wî. Wekî wî gelek girtiyên nexweş hene. Çima nayên berdan? Eger edelet hebe, nexwe ev çi ye? Ji xwarinê bigre heta bi rabû û rûniştinê nikare bi serê xwe bike. 6 mehên din dê lawê min bê berdan. Piştî vê dê çawa bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne? Ew bi tena serê xwe nikare 2 rojan jî bijî. Beriya kurê min bila bavê wî berdin. Bimire jî bila di nava cihên xwe de bimire. Lawê min jî ji cîgera xwe emeliyat bûye. Lawê min jî bi bavê xwe re qediya. Ev 40 sal in şer e, ma ne bes e!"
 
'HER TIŞT ZELAL E, LÊ DÎSA JÎ NAYÊ BERDAN'
 
Serdar Çelebî, parezerê Mehmet Emîn Ozkan jî bilêv kir ku bi tu awayî eleqeya Mehmet Emîn Ozkan bi bûyera navbirî re tune ye, lê ji ber vê 27 sal in girtiye. Parêzer Çelebî destnîşan kir ku her tişt zelal e, lê dîsa jî muwekîlê wî Ozka nayê berdan. 
 
Çelebî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Teqez tu têkiliya Mehmet Emîn Ozkan bi vê bûyerê re tune ye. Hema em ferz bikin hebe jî, lê Mehmet Emîn Ozkan girtiyekî nexweş e, rewşa wî giran e û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe peyda bıke. Ev çend sal in ez parezeriya wî dikim. Lê di salên dawî de em nikarin pê re pêwendiyê deynin. Beriya pandemiyê jî wisa bû û niha ji wisa ye. Ji ber nexweşiyê nikare, em nikarin hevdîtinê pê re bikin. Deng naçê. Li dadgehê jî nikare xwe îfade bike. Saziyên tenduristiyê der heqê Ozkan de rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' amade kirine. Lê Saziya Tiba Edlî raporeke bereksê vê çêkiriye. Lê ew nikare bi tena serê xwe xwarinê bixwe, nikare xwe bişo, paqijiya xwe bike, dermanên xwe bixwe û nikare rabe û rûnê jî."
 
MA / Mehmet Guleş 

Sernavên din

05/12/2022
15:47 Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt
15:35 Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
15:07 DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest
14:53 Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
14:53 Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!
14:45 Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir
13:51 Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel
13:36 DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be
13:10 Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da
12:35 Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
11:52 Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin
11:35 Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin
10:59 TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir
10:58 Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan
10:43 JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin
10:25 Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e
10:19 Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê
10:03 Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
09:49 Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin
09:40 Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne
09:39 Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin
09:07 Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin
09:06 Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike
09:05 ‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da