Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!

  • rojane
  • 12:38 9 Mijdar 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Rêveberê TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş, diyar kir ku tîmeke taybet a ji polîsan pêk tê li Mêrsînê serdana malbatên girtiyan dike û bi lêv kir ku ji bo zarokên wan biçin qawişên serbixwe wan qaneh dikin. 
 
Rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER) Ergîn Altûntaş, binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Tarsûs, Elbîstan û Antalyayê diqewimin rêz kirin. Altûntaş, diyar kir ku ji bilî binpêkirinan ji bo malbatên girtiyan ên li derve jî desteya çavdêriyê ya mîna ya li girtîgehan hatiye avakirin û da zanîn ku tîmeke ji polîsan pêk tê çûye malbatên girtiyan û zext li malbatan kiriye. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Altûntaş, bi bîr xist ku 19 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertê tecrîdeke giran de tê ragirtin agahî nayê girtin, herî dawî 6 mehan cezayê dîsîplînê lê hate birîn û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin divê tenê bi awayekî fîzîkî negirin dest. Altûntaş, bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin belavî hemû girtîgehan bûye. 
 
Altûntaş, agahiyên herî dawî ji komeleya wan re hatine parvekirin û anî ziman ku girtîgehên herî zêde binpêkirin lê diqewimin Girtîgehên Tarsûs, Osmaniye, Elbîstan, Hatay, Antalya û Ereglî ne. 
 
LI GIRTÎGEHA ELBÎSTANÊ 4 GIRTIYÊN SIYASÎ MAN
 
Altûntaş, daxuyand ku li girtîgehan zextên îdareyê yên li ser girtiyên siyasî her ku diçin bi rêbazên cuda zêde dibin û wiha got: “Bi rêya parêzer û malbatan agahî tên ku li girtîgehan bi rêbazên cuda zextên îdareyê zêde dibin. Li Girtîgeha Elbîstanê ne tenê girtiyên siyasî di heman demê de girtiyên edlî jî bi pirsgirêkên giran re rûbirû dimînin. Li Girtîgeha Elbîstanê ji bilî 4 girtiyan hemû girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên cuda hatin kirin. Li wir pirsgirêka avê heye, mafê xwe gihandina tenduristiyê nayê dayîn, têkildarî bikaranîna av û ceyranê pereyekî zêde tê wergirtin.”
 
Altûntaş, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha T1,T2 û T3 yên Tarsûsê diqewimin vegotin û da zanîn ku her tim sirgun çêdibin. Altûntaş, da zanîn ku nêzî 100 girtî ji Girtîgeha Tarsûsê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî û Antalyayê hatin kirin û anî ziman ku di dema sirgunan de îşkence û mûmaleya nebaş li girtiyan hatiye kirin. Altûntaş, bi lêv kir ku girtiyên jin ên ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê sirgunî girtîgehên Xarpêt û Tekîrdagê hatine kirin di wesayîta rîngê de heqaretên zayendî lê hatine kirin, bi paş ve hatine kelemçekirin û di wê navberê de ji aliyê peywîrdaran ve rastî tacîzê hatine. 
 
GIRTÎGEHA ANTALYA: NAVENDA ÎŞKENCEYÊ
 
Altûntaş, agahiyên ku girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilin a Antalyayê dimînin bi rêya malbatên xwe ragihandine wiha vegotin: “Tê diyarkirin îşkenceyeke giran li wir tê sepandin. Hemû mafên bingehîn yên girtiyan ji dest girtine. Hate hînbûn ku tiştên weke pirtûk, cil û hwd yên girtiyên hatine sirgunkirin nedane wan. Girtîgeh vegeriyane navenda îşkenceyê.” Altûntaş, diyar kir ku bi rêbazên taybet girtî sirgunî cihên ji malbatên xwe dûr dibin û anî ziman ku bi vî awayî malbat jî tên cezakirin. 
 
TÎMA TAYBET A LI MÊRSÎNÊ HATE AVAKIRIN
 
Altûntaş, diyar kir ku tîmeke taybet a ji polîsan pêk tê li Mêrsînê serdana malbatên girtiyan dike û bi lêv kir ku ji bo zarokên wan biçin qawişên serbixwe wan qaneh dikin. Altûntaş, têkildarî “tîma taybet” ev agahî parve kirin: “Rojên derbasbûyî dema me weke TÛAY-DER’ Çûkûrovayê serdana malbatên girtiyan kir, malbatan ragihandin ku tîmeke polîsan ku di bin banê walitiyê de hatiye avakirin, hatine mala wan. Ev tîm ji aliyê walitiyê ve hatiye avakirin. Li Mêrsînê diçin malbatên girtiyên siyasî û dixwazin wan qaneh bikin ku zarokên wan biçin qawişên serbixwe. Ji malbatan re gotine li hemberî vê yekê wê piştevaniya kar û aboriyê bikin. Em difikirin ku ev tîm ji lijneyên çavdêriyê yên li girtîgehê ne serbixwe ye. Zextên psîkolojîk li malbatan tên kirin. Bi vî awayî hem girtî hem jî malbat tê xwestin ku bên cezakirin. Ev rewş nayê qebûlkirin.”
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Altûntaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li herêmên Çûkûrovayê û wiha berdewam kir: “Ji 50 girtiyên nexweşên giran li girtîgehên Çûkûrovayê ne, nêzî 20’ê wan girtiyên jin in. Ev girtî nayên dermankirin. Gelek ji wan terkî mirinê kirine. Di vir de tişta herî girîng ew ku girtiyên siyasî yên bi tu awayî nikarin pêdiviyên xwe yên şexsî jî bi cih bînin, li hucreyên yek kesî tên ragirtin û êşkenceyeke giran li wan tê kirin.”
 
‘ÇARESERÎ BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE’
 
Altûntaş, bi lêv kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin bi dawî bibin divê ewilî tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîd girêdayî hev e, di serî Ocalan belavî her derê bûye. Divê li dijî vê helwesta ne mirovî civak hestiyar bibe. Em dixwazin hemû sazî bi girtiyan û malbatên wan re di nava piştevaniyê de bin. Ji bo em van êrişan vala pûç bikin em bang li hemû civakê dikin ku piştevaniyê bikin û di serî de Îmraliyê ji pergala tecrîdê re bêjin bes e.” 
 
MA / Mûkadder Akyol
 

Sernavên din

10/11/2022
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da