Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan

  • rojane
  • 11:56 21 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Şaxa OHD’a Stenbolê bi mebesta bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya hevdîtinê serî li Baroya Stenbolê da û jê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê. 
 
115 parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi mebesta şopandina serlêdanên ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran re û bicihanîna mafên wî yên di hiqûqa navxweyî û navneteweyî hatine kirin, serî li Baroya Stenbolê da û jê xwestin ku bikevin nava liv û tevgerê. 
 
ŞERT Û MERCÊN AWARTE 
 
Di serlêdana daxwazê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin û ev tişt hatin gotin: “Girtîgeha Îmraliyê, bi taybet ji bo birêz Ocalan di sala 1999’an de dîsa hat avakirin. Ji wê rojê heta niha jî bi statû û sepanên taybet tê birêvebirin. Miwekîl birêz Abdullah Ocalan 23 sal in, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş jî ev 7 sal in  di nava pergala ku em weke ‘Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê’ pênase dikin de, di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin. 
 
AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN
 
Ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta  niha ji bilî 5 hevdîtinên di navbera gulan-tebaxa 2019’an, parêzeran tu hevdîtin nekirine. Ji bilî van her sê mehan, ev zêdetirî 11 sal in parêzer nikarin biçin Girtîgeha Gireva Îmraliyê. Ji sala 2014’an heta niha jî birêz Ocalan tenê karî 5 caran bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Hevdîtina rû bi rû ya herî dawî jî di 3’yê adara 2020’an de bi birayê xwe re kir. Ji roja destpêkê heta niha tenê di 27’ê nîsana 2020’an û di 25’ê adara 2021’an de karî li ser telefonê hevdîtinê bike. Axaftina li ser telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de pir kin dom kir û axaftin hat qutkirin. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha jî tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin. 
 
BÊPEYWENDIYA MUTLEQ
 
Têkildarî rewşa bêpeywendiya mutleq ku weke ‘İncommunicado’ tê pênasekirin, di sala 2021’an de malbat û wasiyê birêz Ocalan 71 serlêdan kirin û parêzerên wî jî 202 serlêdan kirin. Ev serlêdan tevek jî bêbersiv hatin hiştin. Di sala 2022’yan de jî gelek serlêdan hatin kirin lê encamek jê derneket. Di heman demê de di serlêdana ji bo Dadgeha Makeqanûnê de daxwaza tevdîrê hat kirin lê ev daxwaz hat redkirin. Weke parêzeran; ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û îzolasyona derhiqûqî, serî li Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û 28 baroyan, 9 saziyên parastina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, 13 saziyên di qada navneteweyî de xebatan dimeşînin, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Wezareta Dadê hatin dayîn. 
 
BAL KIŞANDIN SER SERLÊDANAN
 
Sepanên ku tecrîda girankirî didomînin di sala 2022’yan de jî berdewam kirin. Ji bo bidawîkirina vê tecrîda derhiqûqî, di sala 2022’yan de serlêdan hatin kirin. Îsal, gelek serlêdanên malbat û parêzeran nehatin bersivandin û biryarên DMME’yê û nirxandinên CPT’yê tune hatin hesibandin. Ji bo hevdîtina parêzaran a bi birêz Ocalan, birêz Konar, birêz Yildirim û birêz Aktaş re, ji 29 baroyan bi giştî 775 parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Her wiha di serî de ji welatên Ewropayê, ji 22 welatan bi giştî 350 parêzeran di 14’ê îlonê de, ji Rojhilata Navîn jî bi giştî 759 parêzeran di 19’ê îlonê de bi heman daxwazê serî li Wezareta Dadê dan. 
 
BERSIV NAYÊN DAYÎN
 
Parêzer, bi qedexeyên sîstematîk re rû bi rû ne. Di rewşa heyî de serlêdanên parêzeran (hefteyê 2 caran) tevek jî bêbersiv tên hiştin. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê piştî giliyê hatiye kirin ragihand ku biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn. Lê ev biryar ji aliyan re nehatine şandin. Heta mînaka biryarê jî nayê nîşandan. Di vê navberê de heke serlêdan û daxwazên parêzeran çêbibin jî, heta biryar teqez nebe bersiv nayên dayîn. Daxwaza mînaka dosyaya disiplînê ya parêzeran jî bi awayekî derhiqûqî tê redkirin. 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ
 
Ji meha îlonê ya sala 2018’an heta niha li her 4 girtiyên li Îmraliyê bi heman sedeman cezayê disiplînê ya ji bo 3 mehan tê birîn û nahêlin mafê xwe yê hevdîtinê bi kar bînin. Ev lêpirsînên disiplînê ji parêzerên wan veşarî tên kirin. Tevî ku daxwaz tê kirin û wekalet tê pêşkeşkirin jî ji parêzeran re nayên ragihandin. Dosyayên disiplînê yên diçin ber destê Dadgeriya Înfazê ji parêzeran tên veşartin û hatiye qedexekirin ku mînakeke wê bidin parêzeran. Dosyayên disiplînê yên ku ji mafê hiqûqî bêpar hatine hiştin, demekî kin piştre dikevin meriyetê.” 
 
MAFÊ PARASTINÊ TÊ ASTENGKIRIN
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku mafê darizandina adilane yê Ocalan û girtiyên din tê astengkirin û wiha bi dawî bû: “Nahêlin têkildarî miwekîlên ku pêwendiya wan bi derve re bi temamî hatiye qutkirin, serlêdanek were kirin. Anku xuya dibe ku têkoşîna hiqûqî ya li dijî bêhiqûqiyên li derve tên şopandin jî tê astengkirin. Bi gotineke din, maf û azadiyên miwekîlan ên di qanûn, makeqanûn û peymanên navneteweyî de hatine naskirin tên binpêkirin, parêzer tên astengkirin ku peywir, raye û berpirsyartiya xwe bi cih bînin, mafên darizandina adilane, xwegihandina dadgehê, serlêdanê û bi awayekî giştî hemû mafên îdarî û darazî tên binpêkirin. 
 
BIKEVIN NAVA TEVGERÊ
 
Hemû hewldanên hiqûqî yên parêzerên miwekîlan bêencam dimînin. Ji hewldanên saziyên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî, hewldanên rêxistinên hiqûqê û saziyên civaka sivîl encamek dernakeve. Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bersiv neda serlêdana 775 parêzeran. Ji bo ku erk û peywira xwe ya parêzertiyê bi cih bînin û ji bo mafê darizandina adilane ya miwekîlan, em dixwazin ku Serokatiya Baroyê di asta Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê de bikeve nava hewldanan. Em dixwazin ku ji bo hemû sazî û dezgehên têkildar serlêdan bên kirin.” 
 

Sernavên din

23/11/2022
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist
14:30 'Şer ekolojiyê talan dike’
14:20 Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar
14:09 Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar
14:04 Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin
13:50 Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmed Kaymaz hatin bibîranîn
13:48 Li Qerqamişê roket tên barandin lê nayê zanîn kî diavêje
13:17 Li Egeyê di 9 mehan de 573 binpêkirinên mafan qewimîn
13:16 Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin
12:55 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji bo mafên zarokan têbikoşin
12:13 Elbeşîr îdia kir ku ew ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin
12:12 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:12 Bi nivîsên ser dîwaran êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
11:56 Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan
11:53 Welatiyê li Dêrsimê hatibû binçavkirin hat berdan