MÊRDÎN - Ûgûr Kaymaz ê ku beriya 18 salan bi 13 guleyan hate qetilkirin û bavê wî Ahmet Kaymaz, li ser gorên xwe yên li navçeya Qoserê hatin bibîranîn.
Di 21’ê mijdara 2004’an de, Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz di êrîşeke polîsan de li navçeya Qosera Mêrdînê li ber deriyê mala xwe bi guleyan hatin qetilkirin. Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan hat qetilkirin. Ji laşê bavê wî Ahmet Kaymaz jî 8 gule hatin derxistin. Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz di salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Taxa Ataturkê ya navçeya Qoserê hatin bibîranîn. Endam û rêveberên Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), endam û rêveberên HDP’ê û DBP'ê yên navçe û bajar ên Mêrdînê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û ferden malbata Kaymaz tev li bîranînê bûn.
Di bîr anînê de ewilî Hevserokê HDP'a Mêrdînê Alî Yîgît, bal kişand ser rewşa gele kurd û wiha got: “Dîroka me ya sedsalan tev bi xwîn û qetlîaman derbas bû. Duh li Dêrsim, Koçgirî, Zîlan, Roboskî bûn, îro jî li Kobanê ev rewş derdikeve holê. Me pir bedel û can dan û me pir êş kişandin. Heta demekê digotin ev qedera kurdan e, yanî kurd ji bo mirinê ne, ji bo kûştinê ne. Diroka ku bi xwînê derbas bûyî ne qedera me ye. Qederek wisa em qebûl nakin. Berê me tu hêzên ku me ji qetlîam û êrişan biparêze nebûn, lê niha em ne kurdên berê ne. Em xwedî îrade ne, xwedî hêz in. Êrişên li dijî gelê kurd ne çare ye. Bi kûştin û girtinê kes xilas nebûye. Kurd jî xilas nabin. Bi vê boneyê em careke din di şexsê Ehmet û Ûgûr de tevahî cangoriyan bi bîr tînin.”
ARMANCA SEREKE KOMKUJIYA MALBATÊ BÛ
Birayê Ûgûr Kaymaz, Elî Kaymaz jî têkildarî qetilkirina bav û birayê xwe axivî û ev tişt gotin: “Bûyer roja yekşemê di 21’ê mijdara 2004’an de ber êvarê qewimî. Wê demê ez 6 salî bûm, lê her tişt tê bîra min. Mal û taxa me hatin dorpêçkirin. Armanca wan a sereke komkujiya malbatê bû, ji ber ku dema me dengê çekan bihîst, em çûn ber derî û gule li me reşandin, em ketin hundir û ji hewşê derbasî mala cîranê xwe bûn. Ger em neçûbûna, belkî em niha sax nedibûn.”
‘EM Ê DEST JI DOZA XWE BERNEDIN’
Kaymaz, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bavê min di 31 saliya xwe de bi 8 guleyan, birayê min Oxir jî di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan li ber deriyê mala me bi înfaza bêdaraz bêhiqûqî hatin qetilkirin. Keleşnîkov danîn ber milê bav û birayê min, ji bo ku wek pevçûnekê xuya bikin, lê tiştekî wisa tüne bû. Di rapora Saziya Tiba Edlî de ev yek bi zelalî tê gotin ku hêza zarokê 12 salî têra wî nake ku keleşnîkovê hilgire. Me her tim aştî xwest û me xwest êdî zarokên me neyên kuştin. Em ê hê jî di daxwaza xwe de israr bikin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê dest ji doza xwe bernadin."
Kaymaz, axaftina xwe bi vê helbesta ku ji bo bav û birayê xwe nivîsandî bi dawî kir:
“*Navê min Oxir e…
Ber bi evarekî bû ez û bavê min ne hewandin di vê cihana mezin da
Bêyî ku darizinîn min înfaz kirin, bi 13 guleyan laşê min ê 12 salî perçe perçe kirin
Ber bi êvarekî bû min hîs dikir bi sarbûna xwîna ku di hundirê min diherikî, divê ev hîsa dawîyê bû
Qêrîn û gazin ê bavê xwe min dibihîst : "Berdin lawê min ew hîn zaroke"
Bi bavê min ra xeyalê me hêviyên me malbata me hatin tune kirin
Ber bi êvarekî bû li Mezopotamyayê tava diçû rojavayê, bi bavê min re ev tava me ya dawî bû
Rihê me teslîmî tariyê bû.”
Bîranîn bi kirina duayan bi dawî bû.