ŞIRNEX - Li Şirnexê jinên ku li hemû qadan li dijî hişmendiya serdest a mêrî têdikoşin gotin: "Jin, jiyan û azdî ye. Divê em li dijî neheqî û tundiya mêran bibin yek."
Li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê heta niha bi hezaran jin rastî tundiyê hatine û gelek ji wan jî hatine qetilkirin. Kujer jî ji aliyê desthilata heyî ve tim tên parastin û xelatkirin. Zilamên ku ji polîtîkayên bêcezakirinê sûd û hêz digirin her carê serî li tundiyê didin. Jin jî li dijî tundiyê ku di qada perwerde, tendûristî û siyasetê de û li malê rastî her cure tundiyê tên têdikoşin. Li Şirnexê jinên ku li dijî tundî, kedxwarî û tunehesibandinê li ber xwe didin axivîn.
'JI JINAN RE STATÛYÊN JÊR TÊN DAYIN'
Sekretera Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Şirnexê hemşîre Mîhrîban Şensesê bi lêv kir ku ew di qada tendûristiyê de rastî neheqiyên mezin tên û wiha axivî: "Ez wekî jineke xebatkar a tenduristiyê rastî gelek zehmetiyan têm. Beriya her tiştî, pergala xebatê ya nobedê ku ji aliyê pergalê ve hatiye ferzkirin, jinê ji mal û malbata xwe dûr dixe. Ji bo kedkarên ducanî hefteya 32’yemîn gelek zehmet e. Û 8 hefte betlaneya piştî zayînê jî ji bo dayik û zarok demeke pir kurt e. Daxwazên ji bo kreşxaneyên li cihên kar nayên bicihanîn û jinên kedkar zehmetiyan dikişînin ku ev dibe sedema destjêberdana ji kar."
Şensesê da zanîn ku ji sedî 90'ê rêvebir û çavdêrên saziyan ji mêran pêk tên û ev tişt gotin: "Ji jinan re statûyên jêr tên danîn û zîhniyeta serdest a mêrî hem di qada tenduristiyê de hem jî di hemû qadên jiyanê de derdikeve pêşberî me. Bi giştî jin kêm tên dîtin. Di hegemonyayeke bi vî rengî ya zîhniyeta mêrî de têkoşînkirin zehmet e. Ji ber ku ji serî heta binî bi vê pergalê tevdiger in. Li hemberî vê yekê sendîkaya me ji bo van pirsgirêkên karkerên jin xebatên xwe didomîne. Meclîsên jinan ji bo çareseriya pirsgirêkan xebatên xwe didomîne."
JI BO TÊKOŞÎNÊ BANG LI JINAN KIR
Şensesê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li her derî bitêkoşin û wiha got: "Pêşî divê jin zanibin ka ew çi qasî bihêz in. Şoreşa jinê ya li Îranê ku welatekî cîran e, bi wefata Mahsa Jina Emîniyê dest pê kir û dengê xwe li hemû cîhanê belav kir. Her wiha dayika me Emîne Şenyaşar ku ev sal û nîv e nobeda edaletê digire, hêza jinê nîşan dide. Dema jin li hev kom bibin û dest bi têkoşînê bikin, encam teqez serketin e. Ez bang li hemû jinên kedkar dikim ku ji bo azadiya jinê û civakê têbikoşin."
'EM HEQÊ KEDA XWE NAGIRIN'
Ji Egitîm-Sen a Şirnexê mamoste Dîlan Olgûn Mîrhanê diyar kir ku ew di qada perwedehiyê de ne tenê ji bo jinan, di heman demê de ji bo nifşeke azad jî têdikoşin û got: "Amûrên dibistanê; nebûna germkirinê, sarbûn, amûrên teknolojîk, kêmasiya alîkariyê... Ji van ya herî girîng jî ew e ku kesên di rêveberiyê de cih digirin nahêlin ku li ser mijarekê bixebitin."
Mîrhanê bilêv kir ku ew di civaka serdest a mêrî de rastî zehmetiyan tên û axaftina xwe wiha domand: "Baweriya min bi hêza hevgirtinê heye. Wekî jinekê haya min ji hêza me jinan heye. Her çi qas em jin wekî zindiyên hestiyar bên pênasekirin jî, em jin zindiyên herî afirîner, hestiyar û avaker ên xwezayê ne. Ji ber ku hemû çalakiyên me ji bo jiheqderketina zehmetiyan û serrastkirina xeletiyan e, ji bo me ne zehmet e ku em hevkariyê bikin. Ji bo jiheqderletina van zehmetiyan faktora herî mezin ev e. Em kedê didin, lê em heqê keda xwe nagirin. Em ji bo xwendekarên xwe û pêşeroja wan têdikoşin. Em bi tena serê xwe vî şerî dikin. Maeşên ku em di vê heyamê de distînin hinekî di ser sînorê birçîbûnê re ye. Ji ber vê yekê em di warê aborî de jî zehmetiyan dikişînin. Em mamoste ku di warê aborî de zehmetiyan dikişînin, nikarin perwerdehiyeke baş bidin. Dema em di peydakirina hewcedariyên xwe yên herî bingehîn de jî zehmetiyan dikişînin, nayê hêvîkirin ku em jîngeheke perwerdehiyê ya baş biafirînin. Em dixwazin ji aliyê manewî ve bên xelatkirin û rûmetkirin. Ji bo vê jî divê di serî de jin bibin yek û têbikoşin."
'EM RASTÎ TUNDIYA POLÎSAN TÊN'
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Meryem Eşkarayê jî anî ziman ku li herêmê ew rastî her cure astengiyê û tundiya dewletê tên û wiha got: "Jin li her qadê rastî tundiyê tê. Di nava 2-3 mehan de nêzikî 10 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Pergala mêrperest û baviksalarî û yên bi vê hişmendiyê tevdigerin li dijî vê tundiyê xwe bêdeng dikin. Heta niha tu carî nehatiye dîtin ku zilamek ji aliyê jinekê ve hatiye qetilkirin. Em dixwazin ku bibin dengê jinên herêmê û li hemberî tundiya mêrî a li dijî jinê, jin xwe birêxistin bikin. Daxuyaniyên ku em dixwazin li ser tundiya mêr bidin û li ser qetilkirina jinan bidin rastî astengiya tên. Her xebateke me û çalakiyên me rastî êrîşan tên. Bi her awayî tundiyê didin meşandin. Ji 7 saliyan heya 70 saliyan hemû jin rastî êrişan tên. Ew çi qasî êrîşî me bikin û tundiyê li me bikin jî em ê her tim wê tundiyê teşhîr bikin. Jin be, êrîş dikin. Wekî TJA'yê me xwest ku starta 25'ê Mijdarê bidin, lê careke din em rastî tundiya wan hatin. Bêtemûliya wan a li hemberî jinê pir e. Di şexsê jinê de her cureyê tundiyê dikin. Dewlet dizane jina birêxistin, civaka birêxistin e. Bi taybetî jinên kurd ê têkoşer rastî tacîz, êrîş û tundiya dewletê tên. Em ê bi têkoşîna xwe fikrê azad li her derê belav bikin."
'JIN HEM LI MAL Û HEM JÎ LI DERVE DIXEBITE'
Ji jinên bajêr Sahîle Aslanê ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin û niha di nava malê de li hemberî hişmendiya desthilatdar têdikoşe jî diyar kir ku ew di nava malê de heqê keda xwe bi dest naxe û wiha axivî: "Ez di 14 saliya xwe de zewicîm. Ez ji Edeneyê hatim Şirnexê. Wê demê debar li ser pezxwedîkirinê bû. Di navbera jiyana niha û ya berê de ferq û cudahî heye. Jinan bi her awayî zehmet kişandiye. Dema ku mêr diçin derve kar dikin jî dibêjin, 'jin li malê rûniştine.' Lê ew jin heta êvarî dixebite û ji wî bêtir dixebite. Ji xwedîkirina zarokekî heta karê malê hemû li ser milê jinê ye. Min gelek jin dîtine bi hevjînê xwe re serê sibehê diçin kar û êvaran jî tên li malê dixebitin. Lê keda jinan nabînin. Jin çi qasî biweste jî lazim e ku dengê xwe dernexîne. Ji jinan re axaftin tune ye. Divê wekhevî hebe. Ji jinên ku serê xwe radikin hez nakin. Ez bi xwe hem li derve dixebitim hem jî li malê dixebitim. Jin ax e, jin jiyan e û her tişt e. Bê jinê jiyan nabe. Çiqasî jin bên kuştin dinya xwe ker dike. Dinya ji jinan re ker e. Lê dema ku tiştek tê serê zilamekî dinya hildiweşe. Jin gelek tên perçiqandin. Lazim e ku jin bibin yek û li ber xwe bidin. Divê jin bibin yek ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heger em xwedî li hev dernekevin kesek xwedî li me dernakeve. Divê her jinek rabe ser pêyan û li ber xwe bide. Jin, jiyan, azadî ye. Bila bes jin bên kuştin, bila bes jin rastî tundiyê bên. Em naxwazin jin êdî bigirîn. Divê em dest bidin hev û li hemberî zordestiyê serî rakin."
'DI ŞAREDARIYÊ DE WEKHEVÎ TUNE YE'
Endama Meclisa Şaredariya Şirnexê ya HDP'ê Gûrbet Guleşê jî anî ziman ku şaredariya ku bi aqlê mêr ve tê birêvebirin îradeya jinê nas nake û ev tişt gotin: "Em endamên meclîsê yên şaredariya Şirnexê yên HDP'î 4 jin û 4 mêr in. Lê belê yê AKP'ê 16 zilam in û 2 jin in. Em li hemberî hişmendiyeke mêrperest têdikoşin. Heta niha ji bo jinan yek xebateke berbiçav nehatiye meşandin. Heger di qada jinê de bîrimek yan jî xebatek kiribin jî ev ji aliyê zilaman ve hatiye birêvebirin. Me her carê îtîrazî vî tiştî kir. Lê her carê ji me re digotin, 'bila zilam be.' Gelek bîrimên wan û midûriyetên wan jî hene, lê hemû zilam in. 2 cîgirên şaredariyê Şaredariyê hene. Li şûna ku yek ji van jin be, her dû jî mêr in. Li gorî serê xwe biryarê didin. Wekhevî tune ye. Heta niha jî me tu wekhevî di şaredariyê de nedîtiye. Me zêde wekî îrade nabînin. Cîgirê şaredariyê bi rihetî dikare ji hevaleke me ya jin re bibêje, 'tu neaxive.' Em dixwazin ku qadên jinan vekin. Lê belê ji ber ku şaredarî ji aliyê mêran ve hatiye dagirkirin, jin nikarin heta şaredariyê bên derdê xwe û pirsgirêkên xwe bînin zimên. Di bin çend lêgerînan de derbas dibin heta ku bi şaredar re hevdîtinê dikin. Jin ji ber wê rehet nayên şaredariyê û daxwaziyên xwe nayanin zimên. Divê di şaredariyê de wekhevî hebe. Ji bo pergala wekheviyê û avakirina qadên jinan, em têdikoşin û li ber xwe didin."
MA / Zeynep Dûrgût