ENQERE - Endamê Lijneya Venihêrtinê yê ÎHD’ê Îsmaîl Boyraz bal kişand ser biryara di Doza Komkujiya Dedeogûllari de û wiha got: “Ev biryar ketiye nava xwîna civakê. Gotinên nefretê yên desthilatdarî û şirîkên wê, bingehê ji komkujiyên nû re çêdike.”
Malbatên Keleş û Çalik di 12ê gulana sala 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk anî. Ji malbata Dedeogûllari 7 kesan piştî vê êrişê ji bo tevdîrên parastinê serî li midûriyeta emniyetê da lê tu tevdîr nehatin girtin. Heman malbat di 30’ê tîrmeha sala 2021’an de rastî êrîşa nîjadperest a tetîkkêş Mehmet Altûn hat û ji malbatê 7 kes hatin qetilkirin. Di danişîna doza kujerê tetîkkêş Mehmet Altûn a di 17’ê mijdarê de 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê 7 caran cezayê muebbeta giran, bi sedema sûcê “bi rêya şewitandinê zirar daye mal” 4 sal, bi sedema sûcê “bi awayekî şênber parêzbendiya avahî binpê kiriye” 4 sal û ji ber sûcê “muxalefeta li dijî Qanûna Derheqê Alavên Çek û Kêran de” jî 2 sal cezayê hefsê da.
Li belê dadgehê derheqê Yahya Çalik, Îbrahîm Keleş, Ramazan Çalik, Alî Çalik, Lutfî Keleş, Alî Keleş (kurê Lutfî Keleş), Velî Keleş, Alî Keleş (Kurê Velî Keleş), Ayşe Keleş û Alî Keleş (kurê Harûn Keleş) de ku di dozê de weke pêdanker dihatin darizandin jî biryara beraetê da.
Di hevdîtinên beriya komkujiyê yên di navbera Altûn û malbatên Çalik û Keleş de derketibû holê ku kesên navborî yên li jor hatine rêzkirin, bi awayekî şênber sûcê pêdankeriyê kirine û tevî gelek delîlên din jî dadgehê ji bo tevekan biryara beraetê da. Vê yekê jî rê li ber bertekên raya giştî vekir.
Endamê Lijneya Venihêrînê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Koordînatorê Anatoliyaya Navîn a Projeya Parastin û Piştevaniya Parêzvanên Mafên Mirovan a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Îsmaîl Boyraz, têkildarî Doza Komkujiya Dedeogûllari axivî û got ku biryara di dozê de hatiye dayîn, bandora polîtîkayên cihêkariyê yên desthilatdariyê ye.
‘DERKET HOLÊ KU XWESTINE BIQEDÎNIN’
Boyraz ku ev saleke pêvajoya darizandinê dişopîne diyar kir ku tiştên di 17’ê mijdarê de rû dayîn û rêgeza darizandina adilane hev nagirin û wiha got: “Diviya daxwaza berfirehkirina lêpirsînê ya parêzeran bihata qebûlkirin. Lê belê ji helwesta dadgehê eşkere bû ku dixwestin di zûtirin demê de vê darizandinê bi dawî bikin. Di dîroka Tirkiyeyê de gelek komkujiyên mîna ya Dedeogûllari hatine kirin û hewl dane ku bi ser bigirin. Doza Vartînîs heye. Di sala 1993’yan de ev komkujî ji hêla fermandarê qereqolê ve hat kirin û 9 kes di mala xwe de hatin şewitandin. Ji bo demborînê jî tenê salek ma ye. Derheqê bersûc de biryara girtinê heye lê nayê dîtin. Di Doza Mûsa Anter de heman tişt hat kirin. Bi kurt û kurmancî li Tirkiyeyê tevahiya sûcên li ser navê cemaweriyê tên kirin, rastî polîtîkaya necezakirinê tên.”
TETÎKKÊŞ: NE MIN LÊ ME QETIL KIR
Bi domdarî Boyraz bal kişand ser gotina tetîkkêşê kujer Altûn ku digot; “Ne min lê me qetil kir” û wiha domand: “Ev gotina wî bi tena serê xwe nîşan dide ku li pişt vê komkujiyê hêzên cuda hene. Dadgehê bi biryara beraetê ew kes xelat kirin. Mixabin biryarên bi vî rengî bingehê ji komkujiyên nû re çêdike. Polîtîkayên cihêkariyê yên desthilatdariyê, di biryara Doza Komkujiya Dedeogûllari de şênber bû. Ev feraset, êdî ketiye nava xwîna civakê. Gotinên nefretê yên desthilatdarî û şirîkên wê, bi awayekî şênber dibin û bingehê ji komkujiyên nû re amade dike.”
‘EM Ê LI CEM MALBATÊ BIN’
Di berdewamê de Boyraz anî ziman ku weke ÎHD’ê dê ji bo ronîkirina Doza Komkujiya Dedeogûllari ji pêvajoyê ji nêz ve bişopînin û wiha bi dawî kir: “Ev doz dê bi vî awayî xelas nebe. Pêvajoyê wê ya îstînaf, Dadgeha Bilind, Dadgeha Makeqanûnê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye. Heta dibe ku biçe Dadgeha Cezayan a Navneteweyî. Ji ber ku belge û agahiyên derketin holê, dide xuyakirin ku sûceke ku dibe mijara Dadgeha Cezayan a Navneteweyî li holê ye. Lewma jî em ê van pêvajoyan tevan bişopînin û li cem malbatê bin. Halê ku daraz ketiyê, cihê xemgîniyê ye. Em dibînin ku rêgeza darizandina adilane li Tirkiyeyê ji holê rabûye. Divê em ji bo vê têbikoşin. Divê parastvanên mafên mirovan ji bo darizandina adilane û serbixwebûna darazê têbikoşin. Nexwe mimkin nîne ku maf û azadî bên parastin.”