AMED - Serokên baroyên bakurê Kurdistanê bertek nîşanî biryarên waliyan ku li 11 bajaran çalakî, daxuyanî û şahiyan qedexe kirin dan û gotin biryara qedexeyan tenê li bakurê tê girtin û ev li dijî azadiya raman û derbirînê ye.
Li bajarên bakurê Kurdistanê waliyên dewletê derbarê çalakî, xwepêşandan û çalakiyan de biryarên “qedexeyê” radigihînin. Ev biryarên qedexeyên çalakiyan bênavber ji aliyê waliyan ve bi destê polîsan tê sepandin. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn Li hin bajarên bakurê Kurdistanê bi êrişên dijî rojavayê Kurdistanê re carek din biryarên qedexeyê ketin dewrê. Waliyên bajarên Çewlig, Riha, Xarpêt, Mêrdîn, Çolamerg, Bedlîs, Wan, Amed, Şirnex, Amed, Şirnax, Mûş, Dêrsim çalakî û şahiyan bi demên cuda qedexe kir.
‘LI DIJÎ AZADIYA RAMAN Û DERBIRÎNÊ YE’
Serokê Baroya Şirnaxê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku qedexekirina çalaki û şahiyan li dijî azadiya raman û erbirînê ye û tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî biryarên qedexeyê tên girtin û ev biryar dijbûn e. Dîlsîz destnîşan kir ku ev biryara qedexeyên çalakiyan tenê li bakurê Kurdistanê tê sepandin û qedexeya van çalakiyan ji OHAL’ê bihûriye jî. Dîlsîz da zanîn ku ji bo ev biryar bên betalkirin dê serî li Dadgeha Îdareyê bidin.
‘ÎDARE BI AWAYEK KÊFÎ TEVDIGERE’
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren anî ziman ku wan li dijî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Îdareyê dane ku biryar bê rawestandin û got: “Ji ber ku em vê biryarê wek biryara li dijî maf û azadiya kes û welatiyan dibînin, me serî li dadgehê da. Ev biryarên kêfî yên îdareyê ne. Astengkirina mafê çalakiyan li dijî hiqûqê ye. Ev biryar tim li ser bajarên bakurê Kurdistanê pêk tên. Ji ber dînamîkên bajêr û gel li dijî neheqiyan deng derdixin, ev bêtehamûlî pêk tê.”
‘ZEMÎNA HILBIJARTINÊ AMADE DIKIN’
Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk jî diyar kir ku biryara qedexeya çalakiyan berdewamiya OHAL’ê ye û got: “Rewşa Awarte bi awayek fîlî didome. Ev biryarên bi vî rengî pir eşkere nîşan didin ku OHAL didome. Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Îdareyê ji ber ku rê li ber van qedexeyan vedike, ev biryar tên girtin. Niha biryara qedexeyê ji bo 27’ê Mijdarê roja damezrandina PKK’ê hatiye girtin. Ev ne rast e, armanca esil ew e her ku ber bi hilbijartinê ve diçe, zemîna hişkbûnê tê amadekirin. Ev zemîn jî ji bo desteserkirina mafê derbirînê û ramanê ye. Em van biryarên qedexeyê gavên ku kes di hilbijartinê de neaxive dibînin. Ev biryarên kêfî yên îdareyê ne. Ev biryar didin nîşandan ku hiqûq nemaye. Biryarên qedexeyan tenê li bakurê Kurdistanê tê girtin. Ji ber ku muxalefet li dijî van biryaran deng dernaxe ev biryar tên girtin. Em ê li ber van biryarên qedexeyê rabin.”