ENQERE - Nivîskar Berrîn Sonmez a endama EŞÎK’ê diyar kir ku yek ji tundiya li ser jinan jî siyaseta nêrza ye û têkoşîna jinên HDP’yî ji ya jinên din ên di nava muxalefetê de bi hêztir e.
Parlamento yek ji qadên ku tundiya li ser jinê bi awayekî sîstematîk lê diqewime ye. Bêtehemûliya li dijî parlamenterên jin ên ku têkoşîn û gotina xwe birin Meclisê bi fezlekeyan re û rakirina parêzbendî û betlakirina parlamenteriyê xwe nîşan dide. Li aliyê din şîdeta mêrane ya li dijî temsîliyeta di siyasetê de, herî zêde bi destê parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê û têkoşîna jinan di rojeva Meclisê de tim tê hiştin.
Di çend salên dawî de herî zêde fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê yên jin de tên amadekirin, parêzebendiya wan tê rakirin û parlamenteriya wan tê betalkirin.
Parlamenterên ku parlamenteriya wan hatiye betalkirin Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û Semra Guzel ku parlamenteriya wan hat betalkirin, di girtîgehê de girtî ne. Di serdema 27’emîn a Meclisê de herî zêde derbarê parlamenterên HDP’ê yên jin de hatin amadekirin. Hat diyarkirin ku heta niha 808 fezleke derbarê parlamenterên jin de hatine amadekirin.
2 SAL IN MECLISÊ DIŞOPÎNIN
Em bi Endama Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Berrîn Sonmez re axivîn. Sonmez ev du sal in li Meclisê siyaseta mêrane û têkoşîna li dijî wê ya jinan dişopîne.
EŞÎK ji cotmeha 2020'an û vir ve li ser wekheviya zayendî, şîdeta li ser jinan û qetlîamên ku digihîjin asta qirkirina cinsî li Meclisê geşedanan dişopîne û di raporên mehane de encamên daneyan bi raya giştî re parve dike. Piştî biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ya di 19'ê Adara 2021'an de, bi biryara Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê, EŞÎK'ê ku çarçoveya xebatên xwe yên şopandinê berfireh kir, dest bi kampanya şopandina parlamentoyê kir.
TABLOYA HEYAMA 27’EMÎN
Sönmez destnîşan kir ku ji 600 parlementerên li Meclisê ji bilî sondxwarinê hema hema nîvê mafê axaftinê negirtine û got ku piraniya parlementeran li dijî biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê serî natewînin. Sönmez destnîşan kir ku hejmara parlamenterên ku li ser tundiya li ser jinê û pirsgirêkên zayendî diaxivin, fikar û hevpeyvînan dikin pir kêm e û wekîlên jin herî zêde li ser pirsgirêkên jinan diaxivin. Sönmez wiha got: "Meclis di 3 mehên piştî derketina ji Peymana Stenbolê de, parlamenterên jin nehesibînin, axaftin pir kêm hatiye kirin û xwedî li îradeya xwe derneketine.”
‘TABLOYEK TIRSNAK E’
Sonmez bal kişand ser temsîliyeta jinan a li Meclisê ku kêm û diyar kir ku bi betalkirina parlamenteriyê re û amadekirina fezlekeyan re ev hejmar hê zêdetir kêm bûye. Sonmez bal kişand ser heyama 27’emîn a Meclisê ku herî zêde fezleke hatine amadekirin û betalkirina parlementeriyê pêk hatine rekorek dîrokî qewimiye û wiha got: “Tabloyek tirsnak e. Li welatekî ku bawerî bi siyasetmedaran tune be, behsa demokrasiyê nayê kirin, lê gelo em dikarin behsa edaletê bikin? Mixabin baweriya kesî bi vê yekê nayê ku dadwerî bi awayekî objektîf li gorî yasayan tê birêvebirin. Hem dosyaya girtina HDP'ê, hem jî fezleke û polîtîkaya qeyûman bi awayekî berfireh tê meşandin divê weke pakêtekê bê nirxandin. Ev tablo; tê wateya ku îktidar ji ber sedemên siyasî, tenê bi hesabkirina dengan îradeya hilbijêran bi rê ve dibe û daraz îptek datîne.”
‘DIXWAZIN HDP’Ê LI HERÊMÊ QELS BIKIN’
Sonmez da zanîn ku îktidar dixwaze HDP’a ku li herêmê dengên herî zêde girtiye ji ber fikarên siyasî bi rengekî nikare dengan werbigire û wiha got: “Ev yek jî bi polîtîkaya qeyûman pêk anî. Ne bes bû, doza girtinê vekir. Ez dizanim ku hewl tê dayîn ku li herêmê li dewsa HDP’ê tê xwestin HUDA PAR cih bigire. Dema em van hemûyan bi hev re binirxînin, mixabin fêmkirina naveroka hiqûqî ya dozê û heta gotina ‘Ez meraq dikim gelo dibe ku hin tiştên di îdianameyê de rast bin’, mixabin tiştekî luks e. Bêedaletî ewqas berbelav e û hesabkirina berjewendiya siyasî ewqas xurt xuya dike ku nirxandina yasayî ya di wan îdianameyê de jî bêwate ye.”
DI SIYASETÊ DE TEMSÎLIYETA JINAN
Sonmez diyar kir ku HDP bi helwesta xwe ya wekheviyê ya li ser mafên jinan her tim xwe ji partiyên din cuda kiriye û wiha domand: “Hem avakirina meclisên jinan û hem jî pergala hevserokatiyê; em bi mînakan dizanin ku ev pergal çiqasî bandorê li jiyana jinan û civakê li qadên herêmî dike, bi biryarên girîng jiyana civakê çawa xweştir dike. Hebûna Meclisa Jinan a HDP'ê, her meh civînên koman, sîstema hevserokatiyê, ev pêkanîn û mekanîzmayên ku alîkariya xurtkirina hebûna jinê di siyasetê de dikin.”
‘TÊKOŞÎNA JINÊN HDP’YÎ HÊZ DIDE’
Sonmez diyar kir di HDP’ê de ya herî girîng, hebûna jinan di siyasetê de xurt dibe, gotina jinan zêdetir tê bihîstin û biryarên jinan weke biryareke partiyê tê qebûlkirin û wiha got: “Ev û helbet hişyarî û parêzvaniya parlamenterên jin ên partiyên din jî. Rêxistinên sivîl, EŞÎK û rêxistinên jinan çi dikin, me dît ku bilind dibin û bi biryar in ku bi rêxistinên jinan re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Ez wisa difikirim ku para parlamenterên jin ên HDP'ê di bilindbûna hêza têkoşînê ya parlamenterên jin ên partiyên din ên mûxalefetê de heye. Lê helbet em dibînin ku di civînên asayî û lêkolînên hevpar de rêxistinên jinan ên sivîl jî xwedî par in. Dema me 2 sal berê dest bi şopandina Meclisê kir, rapora me ya ewil a 15 rojan bû. Di 15 rojan de tenê 57 saniye behsa tundiya li ser jinan hate kirin. Piştî weşandina vê raporê hişyarî zêde bû û me dît ku di rapora 10’emîn de li ser jinan gotinek pir bi bandortir hate ragihandin û derbarê pirsgirêka jinan de gelek pirs û pêşniyarên parlamentoyê hatin kirin. Ez dikarim vê jî bêjim, fezlekeyên tên amadekirin, parçeyek ji tundiya li ser jinan e.”
MA / Zemo Aggoz