Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin

  • jin
  • 09:02 23 Mijdar 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê jinên êzidî ku di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de mal bi mal digerin û jinan birêxistin dikin diyar kirin ku jin bi fikra Ocalan xwe birêxistin kirine û gotin: "Kesên ku di sala 2014'an de hatin perçiqandin jinên êzidî bûn. Niha jinên êzidî bi fikra birêz Ocalan birînên xwe derman dikin."
 
Li Şengalê jinên êzidî ku heta niha rastî 74 fermanan hatine, bi xwerêxistinkirinê bersiva qirkirin, tunehesibandin û êrîşên ji derve didin. Jinên êzidî, ji qada leşkerî heta qada siyasetê li her qadên jiyanê li dijî her cure tundiyê têkoşîna xwe didomînin. Îsal jinên êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) starta 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi dirûşmeya, "Jin, Jiyan, Azadî" dan. Jinên êzidî heftaya 25'ê Mijdarê di nêvengeke çewisîner û êrişkar de pêşwazî dikin. Lê belê tevî hemû êrîşan jî têkoşîna xwe berdewam dikin. Der barê xebatên 25'ê Mijdarê û tundiya li ser jinê de endamên TAJÊ ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
 
'BI FIKRA OCALAN BIRÎNÊN XWE DERMAN DIKIN'
 
Ji Koordînasyona TAJÊ Neam Bedelê diyar kir ku ew li herêmê li dijî her cureya tundiya zilamsalarî û dewleta desthilatdar têdikoşin û wiha axivî: "Em ê di 22'yê mehê de li dijî tundiya li ser jinê semînerekê li dar bixin. 25'ê mehê jî wê meşeke me ya girseyî çêbibe. Niha jî em li her derê xebatên xwe didin meşandin. Hezar sal beriya niha jin ji civaka xwe re û gelê re pêşeng bû. Lê belê zilm li wan hat kirin. Divê tu ferq û cudahî di navbera jinan û zilaman de nebe. Ji bo vê jî em têdikoşin. Em dixwazin wekhevî hebe. Ji bo jin û zilam bi awayekî wekhev bixebitin û civakê bi hev re bi rê ve bibin, em têdikoşin. Di navbera jin û zilaman de cudahî tune ye. Ji bo ev wekhevî bê avakirin, divê jin li ber xwe bidin û azadiya xwe bi dest bixin. Heta jin azad nebe, li ku derê dibe bila bibe em ê têbikoşin. Ji fermanê vir ve jin li ber xwe didin. Ji ber ku li vir fikra Rêber Apo hat çandin. Jin li hemberî hişmendiya zilamî xebatê didin meşandin û li hemberî hişmendiya dewletê têdikoşin. Jinên êzidî careke din serê xwe natewînin. Kesê ku di sala 2014'an de hatin perçiqandin jinên êzidî bûn. Niha jinên êzidî bi fikra birêz Ocalan birînên xwe derman dikin. Jinên Rojhilat navê xwe di dîrokê de nivîsandin. Ev 3 meh in li Rojhilatê Kurdistanê jin li ber xwe didin. Em berxwedana wan silav dikin; jin, jiyan, azadî. Jin li ku bin, ji kîjan zimanî, ji kîjan olî û ji kîjan fikrî bin divê rabin ser pêyan û li ber xwe bidin."
 
'HETA EM WAN RIZGAR DIKIN EM Ê BITÊKOŞIN'
 
Endama TAJÊ Suriye Xelefê jî bi lêv kir ku jinên êzidî li dora fikir û felsefeya Ocalan xwe birêxistin dikin û wiha got: "Hûn çi qasî bixwazin jinên êzidî zor û zehmetî dîtin. Jinên êzidî bi tu awayî nedihatin qebûlkirin. Keçikên êzidî di 9 saliya xwe de li xwe mehr dikirin. Me bi çavên xwe gelek zor û zehmetî dîtin. Çi qasî ji destê me jinên êzidî bê divê ku em xwe birêxistin bikin. Şerma xwerêxistinkirinê tune ye. Tişta şerm serîtewandin e. Hê niha jî gelek jinên êzidî di destê DAÎŞ'ê de ne. Ji bo em van jinan rizgar bikin û azad bikin em ê têbikoşin. Me xwe birêxistin kir. Jinên êzidî ku nedikarîn heta sûkê jî biçin niha dikarin biçin her derê û heqê xwe dixwazin. Ev fikr jî bi saya birêz Ocalan li vir şîn bû. Her bîjî ji wan jinan re ku li dijî zilamê serdest li ber xwe didin. Divê jin li her derî li ber xwe bidin. Divê jin xwe nas bikin. Divê ew rojên fermanê ji bîra wan neçe û bi wê zanistiyê xwe birêxistin bikin. Divê jin li hemberî tu kesî serê xwe netewînin û xwe birêxistin bikin."
 

Sernavên din

27/12/2022
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike